Elî Seydo Gewranî
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Hevwelatî | |
Perwerde |
Zanîngeha Amerîkî ya Beyrûtê |
Pîşe | |
Zarok |
Eşref Gewranî (kur), Omer Gewranî (nevî) |
Xizm |
Mehmûd axa Omerkî (bapîr) |
Elî Seydo Gewranî[1] (jdb. 1908 li Emanê - m. 1992), dîplomatê urdunî û ferhengdanerê kurd bû ku danerê Ferhenga Kurdî Nûjen a kurdî-erebî (1985) bû.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Elî Gewranî derbarê koka xwe dibêje:
- Ez ji hoza Dodkan ya kurdî me, ji şaxa ku li deşta Gewranê rûdinê, di navbera bajarên Diyarbekir û Erxenî de, li "Kurdistana Tirkî" û navê gundê me Lexerî ye. Kalkê min bi hêzên tirk re di sala 1880 hat bajaroka Seltê li Urdunê, ya ku desthelatdariyên osmanî lê navenda mîrî ya yekem vekir û qayimeqamek û polîs û jendirme lê bi cî kirin, tevî fermanberiyên din. Û hêzên asayişê lê hemû kurd bûn. Kalkê min li Seltê mir û li nik kelaya wê hat gorîkirin û malbata me ji wê demê de li Urdunê rûdinê.[2]
Perwerde
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1916an de li Emanê dest bi xwendina xwe ya sereta dike û piştî çar salan li Qudsê (Orşelîm) li Xwendegeha Bishop Gobat (Bishop Gobat School) ya îngilîzî bi dawî tîne. Piştre diçe xwendina xwe ya navincî li Xwendegeha Rewdetulmeeref (Rawdat al-Ma'aref) li Qudsê tekûz dike. Di sala 1924 diçe Zanîngeha Amerîkî ya Beyrûtê (American University of Beirut) û di 22ê hezîrana 1928an de bekeloriyosa ramyarî û aborînasî digire. Gewranî dibêje: Ez zankoyarê urdunî yê yekem bûm[2]
Kar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]1929: mamosteyê zimanê îngilîzî li xwendegeha Emanê ya navincî.
1934: sekretêrê perlemana Urdunê
1938: birêvebirê xwendegeha navincî ya Kerkê
1940: birêvebirê xwendegeha navincî ya Emanê
1942: sekretêrê wezareta navxweyî Urdunê
1943 - 1944: qayimeqamê Eclonê
1948: birêvebirê xwendegeha navincî ya Seltê
1949: birêvebirê xwendegeha navincî ya Irbidê
1949 - 1963: dîplomat, li Erebistana Siûdî, Yemen, Enqere û Şam. ew hat malnişînkirin bi pileya cîgir wezîr.[2][3]
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xebatên din
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ferhengeke Kurdî Erebî
- Geşteke li deverê Yemenê (bi Erebî)
- Lor û Loristan (bi Erebî, di kovara akadîmiya kurdî li Bexdê sala 1974)
Wergerandin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- The Kurds: A historical and a political study, Hasan Arfa
- Journey among brave men, Dana Schmidt
- The kurdish republic of 1946, William Eagleton
- The Kurds, Thomas Bois
- Doğunun sorunları, Mehmed Emin Bozarsalan
Xelat
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Şanenîşana Stêra Urdunê ji pileya duwem (Urdun)
- Şanenîşana Stêra Geş (Taîwan)
- Şanenîşana Jêhatiyê ji pileya duwem (Sûrî)
- Şanenîşana Perwerdekariyê ji pileya yekem (Urdun)[3]
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ E. Huseynî, Miryê zimanê kurdî Elî Seydo Gewranî koç kir (1908-1992), Zanîn, 6:1992, r. 10-13.
- ^ a b c Ferhenga Kurdî Nûjen, Alî Seydo Gewranî, 1985
Jînenîgarî bi destê daner - ^ a b Jînenîgariya Alî Gewranî li Malpera Wezareta Roşinbîriyê ya Urdunê[girêdan daimî miriye]