Eledîn û lembeya newaze
Eledîn û lembeya newaze [1], Aladîn û lampaya bi efsûn[2] yek ji çîrokên Hezar û yek şev e. Ji wek çîroka Elî Baba û çil diz meriv niha texmîn dike lê ku ew çîrok di sedsala 18'an ji aliyê rojhîlatnas û wergêrê fransayî Antoine Galland ve dihat biserîkirin. Çavkaniya wê xiristiyanê maronî Hanna Diab ji Helebê bû.
Naverok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Eledîn ciwanekî kelêj e ku li Çînistanê dijî û bavê wî terzî mir û jinebiyek hejar hişt. Efsûnkarekî afrîkî dizane ku tenê Eledîn dikare lembeya efsûnî ji şikeftekê derxîne. Ji ber vê yekê diçe serdana lawik, xwe wekî mamê wî pêşkeş dike û wî dibe şikeftê.Eledîn gustîla efsûnî ya parastinê ji efsûnkar distîne û dikeve şikefta ku tê de gencîneyên mezin hene.Ew gelek cewahir dixe bêrîkên xwe, lê naxwaze lembeyê bide efsûnkar heta ku ew bi ewlehî ji şikeftê derkeve. Efsûnkar hêrs dibe û vekirina odeya binê erdê digire.Bêhêvî, Eledîn gustîlê difirikîne, li wir cinek hêzdar der tê , ku divê daxwazên xwediyê gustîlê pêk bîne.Eledîn bi alîkariya vî cinê dîsa derdikeve derve û dikare vegere mala diya xwe. Dema ku diya Eledîn dixwaze lembeyê paqij bike da ku bikaribe bifroşe, cinekî hîn bihêztir xuya dike, yê ku bi heman awayî li kêleka xwediyê lembeyê alîkar e.
Diya Eledîn ji bo kurê xwe destê keça bedew a siltan dîwan dike, lê wezîrê mezin ew ji xwe re wek bûk ji kurê xwe re hilbijartiye. Lêbelê, cinê lembeyê vê planê pûç dike û prensesê tîne cem Eledîn, ku êdî dikare pê re bizewice. Wekî din, cin ji Eledîn û bûka wî re qesrek ava dike, ku ji ya siltan jî bi çirîsettir e. Efsûnkar hay ji bextê Eledîn dibe û diçe serdana keça siltan a ku ji hêza efsûnî ya lembeyê nizane. Ew çiraya efsûnî ya kevnar bi prensesê re bi lembeyekî nû diguherîne û bi vî awayî lembe dikeve destê wî. Bi fermana efsûnkar, cinê lembeyê qesra Eledîn û prensesa wî tîne Afrîkayê. Eledîn gazî cinê gustîla efsûnî dike û bi wê tê birin cem prensesê.Piştî standina lembeyê û kuştina efsûnkar, qesr û keça siltan li cihên xwe yên berê tên vegerandin.Birayê bed yê sêrbaz dixwaze tola Aladîn hilîne û bi kincê pîrejinekê diçe qesra wî .Lêbelê, Eledîn ji hêla cinê gustîlê ve tê hişyar kirin û birayê efsûnkar dikuje. Paşê Eledîn bi şahî û bextewarî bi prensesê re demeke dirêj dijî û piştî mirina siltan dibe domdarê wî .
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Kurdish Fairy Tales (25 kanûna pêşîn 2017), Eledîn û Lembeya Newaze | Aladdin and The Magic Lamp in Kurdi | Çîrokên kurdî | Kurdish Fairy Tales, roja gihiştinê 13 hezîran 2018
- ^ Bavê Barzan (1984). Aladîn û lampaya bi efsûn. Weşanxaneya Çand, Swêd.