Heleb

Heleb
Halab
Heleb li ser nexşeya Sûrî nîşan dide
Heleb
Heleb
Heleb (Sûrî)
Kargêrî
Dûgel  Sûrî
Parêzgeh Heleb
Demografî
Gelhe 1.959.515 (2012)
Erdnîgarî
Rûerd 190 km²
Bilindayî 379
Koordînat 36°12′0″Bk 37°9′47″Rh / 36.20000°Bk 37.16306°Rh / 36.20000; 37.16306
Nexşe
Aleppo districts (ku).PNG
Nexşeya parêzgehê

Heleb (bi erebî حلب‎, Halab, bi îngilîzî Aleppo, bi ermenî Հալէպ, Haleb; aramî Hadad yan jî Halab) yek ji mezintirîn bajarên Sûriyê ye û yek ji bajarên herî kevnar e li herêmê ye û navenda Parêzgeha Helebê ye. Bajar li herêma bakurê rojavayê Sûriyeyê ye û bi qasî 360 km ji bajarê paytext a Şamê dûr e.

Navên Helebê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji xeynî navê Heleb, bi zimanê erebî, wek Leqeb û Heleb eş-Şehbe, ango "Heleba gewr" jê re tê gotin. Akkadiyan jî jê re digotin Halab an Halap (û wisa jî Hallaba, Halba, Halbi, Halpa hatî nivîsandin[çavkanî hewce ye]. Di jêderên kevne-misriyan de, bajar bi navê hlp dihat nasîn. Bi ûgarîtî û aramî jî wek hlb dihat nasîn[çavkanî hewce ye].

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek ji cihên dîrokî, ku li Helebê herî zêde tê naskirin Kelheya Helebê ye. Ev kele ji aliya hikumdarên Eyûbiyan ve hatiye ava kirin.

Rûniştvanên Helebê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya helebiyan erebên sunî ne, lê hejmareke mezin ji niştîvanên bajarê Helebê û navçeyên wê kurd in. Her wekî din, ermenî, turkmen, sûryanî, çerkez, çeçen û alban jî li wir bi cî dibin. Dor 15-20% ji helebiyan mesihî ne.

Sabûna navdar a Helebê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vaye demek dirêj e (ji sedsala 7'an de) ku li Helebê sabûn tê çêkirin û firotan. Sabûna Helebê, ê ku ji zeytê zeytûnan û zeytê xarê tê kelandin, netenê li rojhilatê, lê belê li seranserî cîhanê deng vedayî. Piraniya zeytê ji navçeya Kurdaxê (Efrîn), a ku dor 40 km li bakur-rojavayê Helebê dikeve, tê anîn. Îro, li Helebê nêzîka 60 sabûn-karxane yên biçûk hene û piraniya wan bi dest malbetan de ne.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heleb, bi hiyeroglîfan
Aa1
D21
Z3D58G29N25

Chalba
ẖrb3
Heleb