Emrên Mezin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Emrên Mezin[biguherîne]

Emrên Mezin di kitêba diduyan a Tewratê de nivîsî ne (Derketin 20).


Xudan gelê Îsraêl rizgar kir, bi rêberiya Mûsa ji Misrê deranî û di çolê de av û xwarin da wan. Piştî sê heyvan, ew hatin çola Sînayê û li wê derê li pêşberî Çiyayê Sînayê danîn. Di roja sisiyan de çaxê bû sibe, xurexura ewran û birûsk çêbûn, li ser çiyê ewreke reş sekinî û dengê bilind ê boriyê hat bihîstin û hemû gel di war de lerizî. Lê Mûsa gel ji war deranî da ku biçin pêşiya Xwedê û li ber quntara çiyê sekinîn. Ji tevahiya Çiyayê Sînayê dû diçû, ji ber ku Xudan di nav êgir de daketibû ser wî. Mûsa peyivî û Xwedê bi dengekî bilind bersîva wî da.

Hingê Xwedê ev Emrên Mezin dan Mûsa û got:

1. Ez Xudan Xwedayê te me. Divê li pêşberî min tu xwedayên te yên din nebin!

2. Ji xwe re qet pûtekî çêneke, ne di şiklê tiştekî li jor li ezmanan an li jêr li ser erdê, an jî di bin erdê de di deryayê de! Li ber wan xwe netewîne û neperize wan!

3. Navê Xudan Xwedayê xwe badîhewa neyne ser devê xwe! Çimkî Xudan wî yê ku navê wî badîhewa tîne ser devê xwe, bê ceza nahêle.

4. Divê roja Şemiyê li bîra te be, da ku ew ji te re veqetayî û pîroz be! Şeş rojan kar bike û hemû xebata xwe bike, lê belê roja heftan ji Xudan Xwedayê te re roja Şemiyê ye. Di wê rojê de qet kar neke.

5. Qedirê dê û bavê xwe bigire!

6. Nekuje!

7. Zînayê neke!

8. Nedize!

9. Li hember cîranê xwe şahidiya derewîn neke!

10. Çavê xwe neavêje mala cîranê xwe! Çavê xwe neavêje pîreka cîranê xwe, an xulamê wî, an navmaliya wî, an gayê wî, an kerê wî, an tu tiştê wî!


Emrê herî mezin[biguherîne]

Hem di Tewratê de û hem jî di Încîlê de ew hemû Emrên Mezin weha tên kurtkirin:

Îsa lê vegerand: «Emrê herî mezin ev e: ‹Bibihîze, ya Îsraêl! Xudan Xwedayê me yek e. Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hişê xwe û bi hemû hêza xwe hez bike.›

Yê diduyan jî ev e: ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.› Ji van meztir tu emir tunin.»

(Marqos 12:29-31; binêre: Dubarekirina Şerîetê 6:4-5; Qanûna Kahîntiyê 19:18)