Engîzîsyona spanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Engîzîsyona spanî
  • Sazî
  • sîstema hiqûqî
  • tevgera dînî
  • ecclesiastical court Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mohra Dadgeha Engîzîsyona Spanyayê
DewletÎmperatoriya Spanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1478 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • engîzîsyona meksîkî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Engîzîsyona spanî (bi spanî: Inquisición española) an bi fermi Dadgeha Daîreya Pîroz a Engîzîsyonê (Tribunal del Santo Oficio de la Inquisición), di sala 1478an de ji hêla hikûmdarên katolîk key Ferdînand II yê Aragonê û keybanû Îsabela I ya Kastîlyayê ve hate damezrandin. Ew di dawiya Rekonkîsta de dest pê kir ji bo ku ortodoksiya katolîk di padîşahiya wan de bidome û bikeve şûna Engîzîsyona navîn, ya ku di bin kontrola Papa de bû. Armanc kontrolkirin û entegrekirina ew kesan bû, yên ku bi darê zorê ji cihûtî û îslamê derbasî katolîkiyê bûbûn. Ew di nav sê diyardeyên cihêreng ên Engîzîsyona katolîk a berfireh de, ligel Engîzîsyona romayî û Engîzîsyona portûgalî bû ya herî bingehîn.

Engîzîsyona spanî li Spanyayê û li hemî kolonî û deverên spanî hate xebitandin, ku Giravên Kenariyê, Padîşahiya Napolê û hemî milkên spanî yên li Amerîkaya Bakur û Amerîkaya Başûr di nav de bûn. Li gorî texmînên nûjen, li dora 150,000 kes ji ber sûcên cûrbecûr di dema sê sedsalên engîzîsyona spanî de hatin darizandin, ku ji wan di navbera 3.000 û 5.000 de hatin îdamkirin[1] Lêbelê engîzîsyon, ji damezrandina dadgehên amerîkî ve, tu carî li ser xwecihên amerîkî ne xwedî hiqûq bû. Keyê Spanyayê ferman da ku engîzîtor tu carî li dijî xwecihên amerîkî negerin, lê divê ew li dijî xiristiyanên kevn û neviyên wan û kesên din ên ku di van padîşahiyan Spanyayê de dijîin.[2]

Armanca engîzîsyonê di eslê xwe ew bû ku kesên ku ji cihûtî û îslamê derbasî katolîkiyê bûbûn bêne kontrolkirin. Ev kontrolkirin li pey rekonkîstayê (1492-1502) hate derxistin. Di vê serdemê de ji cihû û misilmanan re ferman hat dayîn ku an bibin katolîk an jî Kastîlyayê biterikînin. Di encamê de bi sedhezaran bi darê zorê bûn katolîk, kesên conversos (yên wergerandî) û moriscos (yên bi eslê mexrebî) hatin çewsandin û bi girseyî cihû û misilman bi girseyî ji Spanyayê hatin qewitandin.[3] Engîzîsyon di sala 1834an de, di dema serweriya Isabela II de, piştî kêmbûna bandora wê di sedsala pêşîn de hate hilweşandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Chejne, Anwar G. Islam and the West: The Moriscos (bi îngilîzî). State University of New York Press. ISBN 978-0-7914-9887-3.
  2. ^ Grieve, Patricia E. "What Don Quixote has to say to Spain about today's immigrant crisis". The Conversation (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 adar 2023.
  3. ^ Dadson, Trevor J. (2014). Tolerance and Coexistence in Early Modern Spain: Old Christians and Moriscos in the Campo de Calatrava (bi îngilîzî). Boydell & Brewer Ltd. ISBN 978-1-85566-273-5.