Belavbûna vîrusa Koronayê 2019-20

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Belavbûna vîrûsa koronayê welat bi welat ji 12ê kanûna paşîn a 2020an pê ve.

Belavbûna Pandemî ya Korona Covid-19 pandemiyeke nexweşiya vîrûsa Covid-19 e ku di dawiya meha kanûna pêşîn a 2019an de li bajarê Wuhana Çînê xuya bû û li pê re li seranserî cîhanê jî roj bi roj tê tomarkirin[1]. COVÎD-19 ji alîyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ve pandemî hatiye îlankirin.

Epîdemiyolojî[biguherîne]

Di derbarê zêdebûna hêjmara Covid-19 pêşdîtinên cûrbecûr hatina hesibandin.  Ev pêşdîtin navbera 2,13 û 3, 11 cîh digire jibo ku belavbûn bi xwe ji holê rabî ev hêjmar li ser 1 tê hesibandin. Di dîroka 22.01.2019 de lêkolinerên bajarê Wuhanê li ser 425 pêketina kesên vîrûsa Covid-19 analîzek lidarxis û divê analîzê de pêş hate dîtin ku ev vîrûs ji mirovan jî tê wergirtin. Rojên berî de hêjmara wergirtina Covid-19 di nav 7,4 rojan carek derdiketa du caran. Temenê emrê wergirtinên vîrûsê 59 sal û pêvajoya kurkketinê 5,2 roj bû.

Infografîk[biguherîne]

Jînbûna Covid-19 li ser materyala[biguherîne]

Li gorî lêkolînekê ku ji hêla New England Journal of Medicine (NEJM) ve hatiye weşandin û hikûmeta Emerîkayê fînanse kiriye, vîrûsa koronayê ya nû li derveyî bedena mirv jî, li rûzemînên cuda, li hewayê jî çend saetan dikare bijî.

Nivîskarên lêkolînê ragihandin vîrûsa ku ji hêla Covid-19ê berpirs e, mîna vîrûsa SARS li hewayê dikare bijî.

Encamên lêkolînê nîşan didin Covid-19 ji hêla hilgirê ku qet semptoman nîşan nade bi hêsanî di hine dî bigerîne. Rîska ku Covid-19 di ser rûzemanan re di mirova bigere ji ya SARSê zêdetir e.

Tecrûbeyan nîşan da ku vîrûsa korona li ser plastîk an jî pola 2-3 rojan, li ser kartonê 24 saetan li ser sifirê jî 4 saetan dikare bijî. Dema ku vîrûs nû derketî holê dihate gotin tenê çend saetan dijî.

Ji ber vê jî hewceyî pê heye ku destikên deriyan, bişkokên asansoran, bûroyên şîrketan tim werin paqijkirin.

Her wiha tiwaleta hevpar jî dibe sedema ku nexweşî di mirov bigere.

Kesên ku bi Covid-19ê ketin çawaw ku semptoman xwe nîşan dan mirov dikare bigerîne. Ango dema ku kuxikê, sincîrîna laş û zehmetiya hilmstandinê derkete holê di mirovan digere. Hin nexweş li gel ku ti semptoman nîşan nadin jî digerînin. Ev jî dibe sedem ku mirov bi rehetî nikare pêşî li berbelavbûna vîrûsê bigere. Her wiha karantînaya 14 rojan jî rîska ku vîrûs di mirovan bigere ji holê ranake.

Lêkolêran ji bo ku vîrûsa Covid-19ê li hewayê belav bikin nebulîzator bi kar anîn. Bi vê teknîkê li hewayê 3 setan bi rengê partîkulan şopên vîrûsê hatin dîtin.

Lê pisporên din dibêjin nebulîzator kuxik û pişkandna nexweşxan bi rengekî rast pêk neanîne, berevajî vê jî rîska ku bi rengekî çêkirî bi rêya hewayê di mirov bigere zêde kirine. Ango tê diyarkirin nebulîzator ne modêlek e rast e.

Vîrûs piranî dema ku nexweş dikuxin an jî dipişikin bi dilopên biçûk ên mîkro di mirovan digerin. Li gorî lêkolînên berdest ev partîtulên ku li hewayê belav dibin, tenê çend saniyeyan sax dimînin.

Ji ber vê tê pêşniyarkirin ku mirov metroyekê dûrî van peşkan be û tim destê xwe bişo.[2]

Sedema Nesaxiyê[biguherîne]

Ev nesaxiya Covid-19 ji egerê vîrûsa SARS-CoV-2ê ku yek ji vîrûsên nêzîkî vîrûsa nesaxiya SARSê ye peyda dibe. Vîrûs ser bi destekeka vîrûsan in ku jê re dibêjin koronavîrûs. Ew vîrûs balindeyan û memikdaran tûş dikin.

Nîşan û Berjengên Nesaxîyê[biguherîne]

Nexweiya Covid-19 bi rengekê serekî nesaxiyeka koendama pişyê ye û li destpêkê dikare xwe wekî nesaxiya persîvê nîşan bide. Lê di kesên berataf da, rewşa nesaxî dikare gelek zû ber bi xirabbûnê ve biçe û bibe sedema bertengîya pişîyê ya demildest û rawestiyana gurçikan û mirinê.

Kesê ku vîrûsa nesaxiyê werdigire dikare heta 14 rojan bê nîşanên nesaxiyê be. Li destpêkê nesaxî wekî tayê anko zêdebûna germî ya laşî, kuxik û behntengîyê xwe nîşan dide. Nîşanên edetî yên persîvê (wekî hatinexwara avê ji difinê anko pozê, û bêhnişîn) ne berbelav e. Kêmtir ji 4 ji sedê ji nesaxan jî tûşî zikçûnê dibin.

Xwe Parastin[biguherîne]

Vîrûsa Covid-19 bi rengekê serekî nesaxiyeka koendama pişyê ye û li destpêkê dikare xwe wekî nesaxiya persîvê nîşa bide. Lê di kesên berataf da, rewşa nesaxî dikare gelek zû ber bi xirabbûnê biçe û bibe sedema bertengîya pişîyê ya demildest û rawestiyana gurçikan û mirinê.

Kesê ku vîrûsa nesaxiyê werdigire dikare heta 14 rojan bê nîşanên nesaxiyê be. Li destpêkê nesaxî wekî tayê anko zêdebûna germî ya laşî, koxik û behntengîyê xwe nîşa dide. Nîşanên edetîyên persîvê (wekî hatinexwara avê ji difinê anko pozê, û bêhnişîn) ne berbelav e. Kêmtir ji 4 ji sedê ji nesaxan jî tûşî zikçûnê dibin.

Pêşnasî ya yekem[biguherîne]

Covid-19, koronavîrûs 2019, korona 2019, vîrûsa korona 2019 yan jî vayrosa korona 2019, nesaxiyeka vîrûsî ye ku bi sedema hewdana bi vîrûsa SAR-CoV-2ê peyda dibe. Ev nesaxî sedema peydabûna pejîkekê li sala 2019ê ye ku ji welatê Çînê dest pê bûye û heta niha li zêdetir ji 60 welatên cîhanê belav bûye. Ev vîrûs bi rengekê serekî koendama pişiyê tûş dike û li goreyê zanyarên heyî, dikare bi rêya peşikên ku ji koendama pişiyê ya kesên nesax derdikevin û li derdorê belav dibin kesên sax jî tûş bikin. Ji dema wergirtina vîrûsê heta peydabûna nîşanên nesaxiyê dikare 2 heta 14 roj derbas bibin.

Ev nesaxî ji bo cara pêşîn li Çînê hat dîtin, lê heta niha jî jêdera vîrûsê cihê gumanê ye. Hindek ji salixên destpêkê amaje dida ku ji çekçekûlan derbasî mirovan bûbû. Lê salixên paştir behsa coreyekê mûrîxweran dikir. Jêdera pêşîn her çi bûbe, niha êdî vîrûsa şîyana wê heye ku ji mirovekî derbasî yê dî bibe û tirsa wê heye ku ji pejîkeka xwecihî bibe panpejîkeka cihanî. Gelek welatan ji tirsa veguhastina wê vîrûsê firrîna balafirên rêvîngan ji Çînê û ber bi Çînê rawestandine.

Bûyerên li Herêmên Kurdistanê[biguherîne]

Rojavayê Kurdistanê[biguherîne]

  • Rêveberî ya xweser biryara qedexekirina li derva da û encam didin ku ev qedexe 15-de rojan bidome.
  • Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê WHO diyar kir ku alîkari ya medîkalî dide rojava.[3]
  • Piştî girtina deriyê sînorî yê Sêmalka rê û cade bi dermanan hate şûştin.
  • Li bajarê Kobanê û Hesekê xebatên dezenfektekirina cihên giştî hate kirin.
  • Li Kobanê Şaneya Kirîzê ji bo vîrûsa Covid-19 hate damezrandin.
  • Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê gelek bergirî ji bo parastina sivîlan ji vîrusa Koronayê girtine da ku nehêle vîrusa Korona belav bibe. Her wiha bang li şêniyan kir ku tedbîrên tenduristî bigirin.

Rojhilatê Kurdistanê[biguherîne]

  • Kesê yekê yê mirî yê bi koronayê li Rojhilata Kurdistanê hat tomarkirin[4].

Bakûrê Kurdistanê[biguherîne]

  • Rêxistinên tendirustiyê û parêzvanên mafên mirovan qala tevdîra li girtîgehan a li hemberî koronavîrusê kirin û bang kir ku heyeteke serbixwe tevlî vê pêvajoyê bibe.[5]
  • Mezintirîn bazara ajelan a Bakurê Kurdistanê, ku dikeve navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ji ber metirsiyên vîrusa Koronayê hat girtin.[6]
  • Sazî û partiyên siyasî yên bakûrê Kurdistanê pîrozbahî ya Newroza 2020an li Amed û li tevahiya herêmê da sekinandin.
  • Heta niha tu daxuyaniyek di derbarê Covid-19 de nehatiye diyarkirin.

Başûrê Kurdistanê[biguherîne]

  • Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hişyarî da wan kesên ku guh nadin ferman û tedbîrên hikûmetê yên li hember metirsiya belavbûna nexweşiya vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19ê) û dibêje ku kî rênimayên di çarçoveya rûbirûbûna Covid-19ê de binpê bike dê bi tundî were cezakirin.[7]
  • Bi biryara Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li seranserî Herêma Kurdistanê bo dema 5 rojên din qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin.[8]
  • Li Duhokê di çarçoveya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê de, Odeya Operasyonên Duhokê civiya û biryar hat dan, ji 19ê adarê heta 24ê adarê hemû bazarên li vî bajarî hate girtin[9]
  • Li parêzgeha Helebce biryara qedexeya derketina kolanan 17.03.2020, 72 saetên din hat dirêjkirin.[10]
  • Li Bajarê Silêmanî 3 kesên nû bi ketina Covid-19 hate bernavkirin. Hejmara kesên bi ketina Covid-19 derket 29 kesan.[11]
  • Li Şengalê bi gumana nexweşiya koronavîrusê leşkerekî artêşa Iraqê rakirin nexweşxaneyê [12]
  • Rêveberê Tendirûstiya Silêmaniyê Dixtor Sebah Hewramî diyar kir ku 5 kesên li Silêmaniyê bi vîrusa koronayê ketibûn sax bûn.
  • Mamostayekî ayinî yê mizgefta Mehûy navbazarê Silêmaniyê yê 70 salî, giyanê xwe ji dest da. 700 kes jî li karantînayê ne li jêr çavdêriya bijîşkan[13].

Bûyerên li Cîhanê[biguherîne]

  • Li Brîtanya yê çûnhatina li kolanan hate qedexekirin
  • Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê diyarkir 20 heb dermanê perpûnê ya Covid-19 hate dîtin û ev derman heta çaryeka sala 2020-an amadeye.
  • Li Îtalya'ya yê hêjmara kesên ku jiber Covid-19 jiyana xwe ji dest da ye ji Çînê derbas bû.
  • Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bal kişand ku welatên Rojhilata Navîn hejmara rastî ya têkildarî kesên bi vîrusa Koronayê ketine diyar nakin.[14]
  • Fona Arikariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ji ber tedbirên li hemberî şewba koronavîrûsê li tevahiya cihanê nêzî 850 milyon ciwan bê dibistan man.[15]
  • Li gorî daneyên dawî ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê WHO, vîrûsa korona li cîhanê belav dibe û heta vêga heta astekê hatiye kontrolkirin. Lê li welatên din ên cîhanê belav dibe.[16]
  • Li Îranê di 24 saetên dawî de 135 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara kesên li Îranê mirin, gihîşt 988 kesî.[17]
  • Hindistan pergala xwe ya tenduristiyê li dijî şewbê amade dike[18]
  • Vîrûsa koronayê bandora xwe li hemû welatên cîhanê kiriye. Hikûmeta Îtalyayê ji ber vîrûsa koronayê herêma Lombardy xist bin karantînayê.[19]
  • Vîrûsa koronayê gihîşt parlamentoya Fransayê [20]
  • Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, WHO ragihand ku qeyrana vîrûsa Covid-19 qeyranek mezine û bang li cîhanê kir da ku ji bo hemû kesên gumana vîrûsê li ser heyî, tedbîran bigrin.[21]

Mijarên têkildar[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. https://www.rudaw.net/kurmanci/sa7a/120220201
  2. "Vîrûsa koronayê li derveyî bedena mirov çend saetan dimîne?". ANF News. Retrieved 2020-03-19.
  3. www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/180320208. Retrieved 2020-03-18. Missing or empty |title= (help)
  4. https://www.rudaw.net/kurmanci/sa7a/01032020
  5. "Rêxistinên tendirustiyê: Ji bo girtîgehan tevdîreke lezgîn hewce ye". ANF News. Retrieved 2020-03-18.
  6. www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/180320201. Retrieved 2020-03-18. Missing or empty |title= (help)
  7. www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/220320203. Retrieved 2020-03-22. Missing or empty |title= (help)
  8. www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/180320204. Retrieved 2020-03-18. Missing or empty |title= (help)
  9. www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/18032020. Retrieved 2020-03-18. Missing or empty |title= (help)
  10. "Li Helebceyê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin". ROJ News. Retrieved 2020-03-18.
  11. [1]
  12. "Li Şengalê 3 leşkerên din yên Iraqê bi vîrûsê ketin". ROJ News. Retrieved 2020-03-18.
  13. https://evronews.net/ku/سلێمانی-ماموستاییه%E2%80%8Cكی-ئاینی-هه%E2%80%8Cڵگر/172640/
  14. "WHO: Welatên Rojhilata Navîn têkildarî Koronayê daneyên rast nadin". ROJ News. Retrieved 2020-03-18.
  15. "Koronavîrûs: Nêzî 850 milyon ciwan bê dibistan man". ANF News. Retrieved 2020-03-18.
  16. "Bîlançoya vîrûsa korona giran dibe". ROJ News. Retrieved 2020-03-18.
  17. "Li Îranê vîrûsa korona: Hejmara miriyan gihîşt 988 kesî". ROJ News. Retrieved 2020-03-18.
  18. "Hindistan pergala xwe ya tenduristiyê li dijî şewbê amade dike". ANF News. Retrieved 2020-03-18.
  19. "Hikumeta Îtalyayê herêma Lombardy xist bin karantînayê". ROJ News. Retrieved 2020-03-18.
  20. "Vîrûsa korona gihîşt parlamentoya Fransayê". ROJ News. Retrieved 2020-03-18.
  21. "WHO: Qeyrana vîrûsa koronayê gelek mezine". ROJ News. Retrieved 2020-03-18.
Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)