Here naverokê

Epentez

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Epentez (bi inglîzî ”epenthesis”, ji yûnanî ἐπένθεσις, epénthesis), di zimannasiyê de diyardeyek e ku peyda dibe dema peyv bi tîpekê yan çend tîpan dirêj dibin[1].

Epentez di peyvên kurdî de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev diyarde di zimanê kurdî de jî heye:

- firset > firsend (ji erebî furse[t])

- tac > tanc

- çok > çong

- daxwaz > darxwaz

- amanc armanc (ji tirkî ”amaç”)

- ”mindal (ji erebî menal)

- şar +-dar > şaredar

- hat+bû > hatibû (bide ber: çû+bû > çûbû)

Di kurdî de bi piranî dengê ”i” wek herfa duyem ya destpêka gelek peyvan hatiye zêdekirin li cihê ku di gelek zimanên din yên hind û ewropî de ew ”i” nîne:

- kurmancî: ”bira”, rûsî ”brat”, inglîzî ”brother”

Herwiha di kurmancî de mirov dibêje ”kevn e” wek ku ew peyveka dukîteyî ”kev-ne” be. Lê gava ku em ”e” ji dawiya wê biavêjin, hingê ”kevn” dibe ”kevin” û wek peyveka dukîteyî ”ke-vin” tê gotin. Peyvên wisa pir in: ”germ/gerim, nerm/nerim, şerm/şerim, nizm/nizim…

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 hezîran 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)