Erdheja Şensiyê 1556

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Erdheja Şensiyê 1556
34°30′Bk 109°42′Rh / 34.5°Bk 109.7°Rh / 34.5; 109.7
DewletXanedana Ming Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Hejmara miriyan
  • 5 (maximum)
  • 100.000 (minimum) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Erdheja Şensiyê (bi çînî: 嘉靖大地震 Jiājìng Dàdìzhèn), erdhejekeye ku di serê sibê ya 23 çileya sala 1556an de li Huaxian, Şensî di dema Xanedaniya Ming de qewimiye.

Piraniya niştecîhên li wir di yaodongs de dijiyan ku şikeftên çêkirî yên di zinarên loessê de yên ku di dema erdhejê de hilweşiyan. Niştecihên herêmê ji ber ku erdhej ber sibê pêk tê, di hindurên şikeftan de di xew de bûn û di binê şikeftên hilweşî de dimînin. Texmînên nûjen ên mirina rasterast a ji ber erdhejê digihîje 100 hezar kesan û zêdetirî 700 hezar kes koçber bûne an ji ber birçî bûnê û ji ber nexweşiyan mirine. Li gorî tomarên împeratoriyê bi tevahî 830 hezar kes winda bûne.[1][2][3] Erdheja Şensiyê erdheja herî kujer a tomarkirî ya di dîrokê de ye û yek ji karesatên xwezayî yên herî kujerên di dîroka Çînê de ye.[4]

Rewşa tektonîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Huaxian di nav Hewzeya Weihe de ye ku yek ji wan qadan e ku sinorên başûr û rojhilatê Bloka Ordosê pêk tîne. Li aliyê rojhilat hewze bi Pergala Riftê ya Şensiyê berdewam dike. Hewzeya Weihe di dema Paleojenê de wekî bertekek bi dirêjkirina ber bi aliyên bakurêrojava û başûrêrojhilat ve derketiye holê. Piştre jî serdemek tektonîkî ya bêdeng di dema paleojena dereng de, hewzeyên riftê dîsa di neojenê de wekî bersivek dirêjkirina ber bi aliyên bakurêrojava û başûrêrojhilat ve çalak dibe û ev çalakî heya niha berdewam dike. Hewzeyên di Pergala Riftê ya Weihe-Shanxi de bi şikestekên normal ên mezin ve têne dorpêç kirin ku bûne sedema erdhejên mezin ên dîrokî.[5][6] Hewzeya Weihe xwedan geometrîyek giştî ya nîv-graben e ku bi şikestekên sereke yên kontrolê, wek Şikesteka Huashan û Şikesteka Qinling a Bakur ku sinorên başûr pêk tînin.[7]

Erdhej[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navenda erdhejê li geliyê Çemê Wei ya li parêzgeha Shaanxi, li nêzî Huaxian (niha navçeya Huazhou ya Weinan), Weinan û Huayin bû. Huaxian bi tevahî tê wêran kirin ku zêdetirî nîvê niştecihên bajêr jiyana xwe jidest didin û bi sed hezaran kes dimirin. Li Weinan û Huayinê jî rewş bi heman awayê bû ku li hinek deverên erdhejê bi kûrahiya 20 mêtreyê kûrahî di rûyê erdê de vebûn. Wêranî û mirin berbelav dibin ku erdhej bandor li cihên ku bi qasî 500 kîlomêtreyan dûrî navenda erdhejê dike. Di erdhejê di heman demê de dibe serdema şimitîna axê û ev jî bûye sedema mirinên zêde. Erdhej di dema serweriya qiral Jiajing ya Xanedaniya Ming de çêdibe.[8] Ji ber vê yekê, di tomarên dîrokî yên Çînê de, ev erdhej bi gelemperî wekî Erdheja Mezin a Jiajing tê binav kirin. Di salnameyên Çînê de erdhej bi vî rengî hatiye vegotin:

Di zivistana sala 1556an de, li parêzgeha Şensî û li Şensiyê karesatekî erdhejê çêdibe. Li wîlayeta me ya Hua, bextreşiyên cûrbecûr qewimîn. Çiya û çem cih guhertin û rê hilweşiyan. Li hinek cihan erd ji nişka ve bilind bû û girên nû çêdibûn yan jî ji nişka ve di bin avê de diçûn û dibûn geliyên nû. Li deverên din, çemek di cihekê de teqiya, yan jî erd şikest û golên nû xuya bûn. Kolik, malên fermî, perestgeh û dîwarên bajêr ji nişka ve hilweşiyan.

Erdhejê zirarek mezin dide gelek Stelên Daristana Kevir. Ji 114 Nivîsên Klasîkên Kevir, 40 Nivîsên Klasîkên Kevir di erdhejê de şikestin.[9] Zanyar Qîn Keda erdhejê jiyaye û hûrgilî yên tomar kiriye. Yek encamek ku wî derxist ev bû ku "di destpêka erdhejê de divê mirov ji hindurê malê dernekevin derve. Tenê xwe çok bikin û li bendê bin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "中国人大网". www.npc.gov.cn. Roja gihiştinê 3 sibat 2024.
  2. ^ "地震知识百问百答(一)". web.archive.org. 9 gulan 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 gulan 2009. Roja gihiştinê 3 sibat 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ 谢礼立; 张景发 (2005). 颤抖的地球: 地震科学 (bi çînî). 清华大学出版社有限公司. ISBN 978-7-302-10694-4.
  4. ^ "Deadliest Earthquakes on Record". www.infoplease.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 sibat 2024.
  5. ^ Li, Bin; Sørensen, Mathilde Bøttger; Atakan, Kuvvet (19 çiriya pêşîn 2015). "Coulomb stress evolution in the Shanxi rift system, North China, since 1303 associated with coseismic, post-seismic and interseismic deformation". Geophysical Journal International. 203 (3): 1642–1664. doi:10.1093/gji/ggv384. ISSN 0956-540X.
  6. ^ "Wayback Machine". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 3 sibat 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ Shi, Wei; Dong, Shuwen; Hu, Jianmin (1 kanûna paşîn 2020). "Neotectonics around the Ordos Block, North China: A review and new insights". Earth-Science Reviews. 200: 102969. doi:10.1016/j.earscirev.2019.102969. ISSN 0012-8252.
  8. ^ "Shaanxi province earthquake of 1556 — History.com Articles, Video, Pictures and Facts". web.archive.org. 13 tebax 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 tebax 2011. Roja gihiştinê 3 sibat 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "MUSEUM OF FOREST OF STONE TABLETS IN XI' AN,silk road shaanxi guide". web.archive.org. 16 tebax 2004. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 tebax 2004. Roja gihiştinê 3 sibat 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)