Erdhej
Jump to navigation
Jump to search
Piştî erdhejê dîmenek ji bajêr 1906, San Francisco (DYA)
Erdhej an erdlerz yek ji wêraneyên xwezayiyê ye.
Li qatên erdê yên hêj rûneniştî de şikestin pêk tên û melisandin dibe. Ev bûyer gorî hêza şikestinê herêmên nêzîkê xwe dihejîne. Yek ji katastrofên mezin ên mirovahiyê ye.
Zanîna ku li ser erdhejê lêkolîn dike sîsmolojî (erdhejnasî) ye. Sîsmolog (erdhejnas) lê dixebitin ku agahiyên têkûz û bilez bidestbixin, daku ziyana erhejê kêm bikin. Mixabin dîsa jî ziyaneke mezin dide mirovan. Bi taybetî dide xizanan ku di avahiyên nezexm de dijîn.
Erdhejên mezin li Kurdistanê[biguherîne]
- 1782, hêza wê heşt di pîvana Richter de bû, li Erzinganê 10.000 kes mirî bûn.
- 1938, hêza wê 8,7 li Erzinganê 40.000 mirî, bi hezaran birîndar û ziyaneke mezin.
- 1946, 31'ê gulanê, Gimgim (Mûş) nêzîkî 1000 mirî.
- 1966, 19'ê gelawêjê, Gimgim (Mûş) nêzîkî 4.000 mirî.
- 1992, 13'ê adarê, hêza wê 6,8 di pîvana Richter de li Erzinganê, 3.658 mirî û bi hezaran birîndar bûn.
- 2003, 27'ê rêbendanê, hêza wê 6,1 li Pilemor, mirî kêm lê ziyan mezin.
- 2011, 23'ê kewçêrê, li gor pîvana Richterê bi hêza 7,2 li Wanê çêbû.
- 2012, 14'ê pûşperê, li gor pîvana Richterê bi hêza 5.5 li navçeya Şirnexê li Silopî çêbû. Navenda wê jî gundê Eywanê bû.
- 2012, 15'ê pûşperê, li gorî pîvana Richtere bi hêza 4.2 li navçeya Bedlîsê li Xîzanê bûya. Navenda wê jî, gundê xîzanê yê bi navê "bulutlu" ya.
Erdhejên mezin li derveyî welat[biguherîne]
- 1906, li San Francisco, hêza wê 7,7-8,3, bi xwe re şewatek mezin tîne û bajêr dişewite.
- 1908, li Meksîkoyê, hêza wê 8,1
- 1988, li Ermenistanê.
- 1999, li derûdorên Îzmîtê (Tirkiye), bi fermî, 15.000 mirî bûne.
- 2004, ev erdhej li Okyanûsa Hindî çêbûye û pêlên mezin ên tsunamî rakirin, nêzîkî 300.000 kes mirî bûn.
Di dîroka mirovahiyê de gelek erdhej bûne. Roj bi roj têkoşîna bi erdehejê re pêşdikeve.