Here naverokê

Erdheja Tîbetê 2025

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Erdheja Tîbetê 2025
28°38′20″Bk 87°21′40″Rh / 28.639°Bk 87.361°Rh / 28.639; 87.361
DewletÇîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Tingri Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara miriyan
  • 126 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Erdheja Tîbetê[1] erdhejeke bi hêza 7,1 bi pîvera Richter (Mw 7,1) e ku di 7ê kanûna paşîn a 2025an saet 9:05an (UTC+8) de li wîlayeta Tingri ya Herêma Xweser a Tîbetê li başûrê rojavayê Çînê rû daye.[2] Li herêma erdhejê herî kêm 126 kes jiyana xwe ji dest dane û 188 kes jî birîndar bûn. Di erdhejê de li Nepalê jî 13 kes birîndar bûn û li bakurê Hindistanê jî zirareke biçûk çêbûye. Erdhej li seranserê Asyaya Başûr hatiye hîskirin. Erdhej ji sala 2021ê vir ve erdheja herî mezin bû ku li Çînê pêk hatiye. Erdheja herî kujer a Çînê jî Erdheja Jishishan e ku di kanûna pêşîn a 2023an de pêk hatiye.[3][4] Erdheja Tîbetê ji ber şikestineke normal çêbûye û di kûrahiya 10 kîlometre di nav qalika parzemînê de pêk hatiye.

Deşta Tîbetê ji ber stûrbûna qalikê ku bi hevgirtina li ser hîmalayayan ve girêdayî ye, gihîştiye bilindahiya xwe yê îro. Şikestekên di nav deştê de bi mekanîzmaya lêdan-leqandinê û normal ve girêdayî ye. Deşta ber bi rojhilat-rojava ve dirêj dibe û li gel ku ji hêla bakur-başûr ve grabenên şimitandinan têne xuyakirin ku bi şikestekên lêdan-leqandinê û bi daneyên GPSê têne dîtin. Li Tîbetê erdhejên bi hêza 8,0 an jî mîna wan, li kêleka şikesteka lêdan-leqandinê çêdibin.

Erdhejên şikestekê yên normal bi gelemperî mezinahiya wan biçûk in. Di sala 2008an de pênc erdhejên normal ên bi hêza 5,9 heta 7,1 li deverên cihêreng li seranserê deştê qewimî ye.[5] Qoziya meyldariya van erdhejan a li ser şikestekê bi qoziya xwarê ji 40 heta 50 pileyî pêk hatine û bi kûrahiya 10 heta 15 km dirêj bûne.[5]

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandiye ku mezinahiya erdhejê (Mww ) 7,1 e û Navenda Tora Erdhejê ya Çînê jî mezinahiya erdhejê 6,8 Ms ragihandiye.[6] Erdhej di encama şikestineke normal ê di nav Deşta Tîbetê de pêk hatiye. Dahûrandina mekanîzmayên fokal destnîşan dikin ku şikestin li ser şikesteka lêdanê ya bakur-başûr qewimiye ku bi nermî ber bi rojhilat an rojava ve şimitiye.[2]

  1. ^ https://www.aa.com.tr/kk/tirkiye/di-erdheja-ku-li-tîbeta-herêma-cînê-cêbû-da-95-kes-mirin/3443443
  2. ^ a b ""M 7.1 – 2025 Xizang, China Earthquake 2025"". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2025.
  3. ^ "Latest Earthquakes". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2025.
  4. ^ Davies, Isabel Kua and Sam. "Quake In China's Tibet Kills 126 With Tremors Felt In Nepal, India". www.barrons.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2025.
  5. ^ a b Elliott, J. R.; Walters, R. J.; England, P. C.; Jackson, J. A.; Li, Z.; Parsons, B. (1 çiriya paşîn 2010). "Extension on the Tibetan plateau: recent normal faulting measured by InSAR and body wave seismology". Geophysical Journal International. 183 (2): 503–535. doi:10.1111/j.1365-246X.2010.04754.x. ISSN 0956-540X.
  6. ^ "西藏日喀则市定日县发生6.8级地震 - 川观新闻". cbgc.scol.com.cn (bi çînîya sadekirî). Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2025.