Erdheja Valdiviayê 1960
Erdheja Valdiviayê 1960, yek ji erdhejên mezin e ku di 22'ê gulanê 1960, katjimêr 19:11'yê de, li Şîleyê pêk hatiye. Hêza erdhejê 9,5 richter bûye.
Navenda erdhejê bajarê Valdivia bû ku 700 km li başûrê paytext Santiago de Chileyê dikeve. Sedemê erdhejê tsûnamî bûye. Tsûnamiya li Okyanûsa mezin rûdide, ji xeynî Valdiviayê, ziyanê dide Hilo, Hawaii û Afrîkaya başûr jî. Di erdheja Valdiviayê de 3.000 kes jiyana xwe jidest didin.
Ziyana Şîleyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Puerto Saavedra bi giştî hildiweşe.
- Puerto Montt, 90%ê avahiyan tên xwarê.
- Angol, 82%ê avahiyan xirab dibin.
- Los Angeles, 70%ê avahiyan tehrîb dibe.
- Talcahuano, 65%ê avahiyan tên xwarê
- Valdivia, 40% ji avahiyên bajêr tehrîb dibin.
- Concepción, 125 kes jiyana xwe jidest didin, gelek avahî tên xwarê.
Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-
Rewşa Valdiviayê piştî erdhejê
Girêdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Chilean earthquake and tsunami Girêdana arşîvê 2006-11-01 li ser Wayback Machine - îngilîzî