Erdkirin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
teşeya erdkirinê di vedorê de

Erdkirin,(îngîlîsî= grounding) sepandina parastina mirovan ji herka cêyranê ye. barê elektrîkî yê zêde diherikîne erdê. li hember kurtevedorê ji bo barê elektrîkê yê ku li ser şaseya alavên elektronîk heye zerarê nede mirovan dirêje erdê. ji bo ewlehiyê li her malê ji bilî xeta şebekeyê xetek bi navê erdkirin li prîza tê kişandin.

erdkirin, sac an çoveke sifir an galvanîz li nav axê tê veşartin an kutandin. paşê qabloyek bi vê sac an çovê tê girêdan û bi tesîsata malê tê girêdan. paşê ji tesîsatê jî li hemû prîzên malê belav dibe. dema cêyran ji cihekî ve bigihêje şasaya alavên elektronîk bi saya erdkirinê ew cêyrana xeter li ser qabloyê tê veguhestin axê û cêyran mirovan zevt nake.

ji bo qalîta erdkirinê cihê sac lê hat binax kirin, hebikekî şilek be û hinek jî xwê li nav be xweştir cêyran derbasî axê dibe.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]