Elektrîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Vedana brûskan elektrîk e

Elektrîk (an kareba an jî kehreb) têgiha jorîn ji bo hemû diyardeyên sedemên wan di barên elektrîkyên rawestî an barên hatine livîn (herk) û warên wan ên kehrebar û manyetîk e. Barkêşên barên kehrebar elektron bi neyînî, proton û îyon bi erênî hatine barkirin in. Barên wekhev hev û du didefînin û yên cihê hev û du dikşînin. Ji bo sedema hêzên bandorgewrîn kehreb wek wizekêş pir girîng e. Barên kehrebê kaniya warê kehrebar, barên hatine livîn kaniya warên manyetîk in. Pêlên kehrebar, wek ronî, bandora li ser warê kehrebar in û piştî afirandina wan ji barkêşan serbixwe (wek foton) di mekan de dikarin xwe biweşînin, ango bilivin, bandorgewrîna wan bi bûje jî heye.

Etîmolojiya nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gotina kareba ji gotina kevirê kehrîban tê. Di yewnanî de kehrîban elektron e. Elektrîk jî ji elektronê tê. Yanî ji rêçûna elektronê elektrîk çêdibe.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Elektrîk pêşîn hatiye fehmkirin di çaxê Yewnanê Antîk û Misrê Antîk. Li Misrê mirovên lêgerînên xwe destpêkirine bi masîyên elektrîkê. Ew masî ji bo parezandinê xwe elektrîkê dikaranî. Di welatê yewnanî de kehrebar hat bikaranîn û bi wî awahî ew hêz re gotin elektrîk.

Paşê di sedsala 18an de zanyar Benjamin Franklin elektrîkê lêgerand û cerban çêkir. Cerbekî wî yê pir zanîn "Cerbê Bafirok" alîkarî kir bo daxuyandinê hebûna elektrîk.

Di dawiya sedsala 19 û 20î de, gelek zanyaran lêgerînan çêkir li ser elektrîkê. Bi vî, Endazeyarîyê Elektîk hat şixûlandin. Navê zanyaran ku bi elektîkê lêgerandinê ewe: Nikola Tesla û George Westinghouse û Thomas Edison û Samuel Morse û Werner von Siemens û Alexander Graham Bell e.

Barê elektrîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew hat rind zanîn ku barên elektrîk bûyerekî binatom ê û enerjiyê elektromagnetîk jî pêkanê. Ji bo hebuna elektrîkê tevgera elektronan hatiye qebul kirin. Heger cîsmê nêtar elektron hildide ew bi barê negatîv bardibe û dibe cîsmê negatîv. Kengê cîsm elektron dide, ew dibe cîsmê pozîtîv.

Pirtikan bi barên eynî barkirî be, li hev tehm dikin. Pirtikan bi barên cuda, li hev kaş dikin.

Potansiyelê elektrîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nav zimanê zanistî de, potansiyel ewe ku pirtik dixwaze biçe li ser rê. Direjiya vê rê bi potansiyelê pêwendarê. Potansiyel çiqas zahf bibe, pirtik ewqas rê diçe di valahî de.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]