Erdnîgarî

Erdnîgarî şaxeke zanistê ye ku bi sîstema mirovî taybetmendî, bûyerên fîzîkî ya li ser rûyê erdê û niştecihên li ser rûyê erdê lêkolîn dike. Di heman demê de erdnîgarî dîsîplîneke giştî ye ku li têgihîştina erdê û aloziyên erdê ya mirovî û xwezayî lêkolîn dike.[1] Her çiqas erdnîgarî lêkolîneke tenê bi Dinyayê ve girêdayî be jî, gelek têgeh dikarin di warê zanista gerstêrkan de bi awayekî berfirehtir ji bo girseyên din ên ezmanî werin bikaranîn.[2]
Koka gelek têgehên erdnîgariyê dibe ku heta Eratosthenesê kireneyî ya yewnanî ku têgeha geographia dîtîye, (nêzîkî 276 b.z. - nêzîkî 195/194 b.z.) were şopandin.[3] Yekem bikaranîna tomarkirî ya peyva γεωγραφία wekî sernavê pirtûkeke ku ji aliyê zanyarê yewnanî Claudius Ptolemy (100–170 p.z.) ve hatiye nivîsandin, hatiye bikaranîn. Ev xebat bingeha erdnîgariya bi navê "kevneşopiya ptolemaîk" afirandiye ku "teoriya kartografîk a ptolemaîk" jî di nav de bû.[4] Lêbelê, têgehên erdnîgariyê (wek kartografî) vedigerin hewildanên herî zû yên ji bo têgihîştina cîhanê ya bi awayekî fezayî ku bi mînaka herî zû ya hewldana nexşeya cîhanê ya ku vedigere sedsala 9an berî zayînê ya li Babîla kevnar. Dîroka erdnîgariyê wekê dîsîplîneke çand û dîrokê ku hezar salan digire nav xwe, ji hêla gelek koman ve bi awayekî serbixwe pêşketiye. Têgehên bingehîn ên erdnîgariyê ku di navbera hemî nêzîkatiyan de li hev tên, balkişandina ser fezayê, cih, dem û pîvanê ne.[2][2][5][2] Di roja îro de erdnîgarî dîsîplînek pir berfireh e ku gelek rêbazên erdnîgariyê hene. Heta roja îro gelek hewldan hatine kirin ku dîsîplînê, tevî çar kevneşopiyên erdnîgariyê, organîze bikin û bi şaxan dabeş bikin.[6][7] Teknîkên ku têne bikar anîn bi gelemperî dikarin li ser rêbazên hejmarî û kalîteyî werin dabeşkirin ku gelek lêkolîn rêbazên tevlihev bikar tînin.[8][9][10]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Springer, Simon (2 kanûna paşîn 2017). "Earth Writing". GeoHumanities. 3 (1): 1–19. doi:10.1080/2373566X.2016.1272431. ISSN 2373-566X.
- ^ a b c d Raaflaub, Kurt A.; Talbert, Richard J. A., edîtor (2010). Geography and ethnography: perceptions of the world in pre-modern societies. The ancient world--comparative histories. Chichester, U.K Malden, MA: Wiley-Blackwell. ISBN 978-1-4051-9146-3.
- ^ "Eratosthenes' Geography | Princeton University Press". press.princeton.edu (bi îngilîzî). 24 kanûna paşîn 2010. Roja gihiştinê 26 îlon 2025.
- ^ Brentjes, S. (1 kanûna paşîn 2009). Kitchin, Rob; Thrift, Nigel (edîtor). Cartography in Islamic Societies. Oxford: Elsevier. rr. 414–427. ISBN 978-0-08-044910-4.
- ^ Tuan, Yi-Fu (1991). "A View of Geography". Geographical Review. 81 (1): 99–107. doi:10.2307/215179. ISSN 0016-7428.
- ^ Pattison, William D. (1 gulan 1964). "The Four Traditions of Geography". Journal of Geography. 63 (5): 211–216. doi:10.1080/00221346408985265. ISSN 0022-1341.
- ^ Tambassi, Timothy (2021). The Philosophy of Geo-Ontologies: Applied Ontology of Geography. SpringerBriefs in Geography Ser (Çapa 2). Cham: Springer International Publishing AG. ISBN 978-3-030-78144-6.
- ^ Fotheringham, Alexander Stewart (2000). Quantitative Geography: Perspectives on Spatial Data Analysis. Chris Brunsdon, Martin Charlton (Çapa 1). London: SAGE Publications. ISBN 978-0-7619-5948-9.
- ^ Burns, Ryan; Skupin, André (2013). "Towards Qualitative Geovisual Analytics: A Case Study Involving Places, People, and Mediated Experience". Cartographica. 48 (3): 157–176. doi:10.3138/carto.48.3.1691. ISSN 0317-7173.
- ^ Diriwächter, Rainer; Valsiner, Jaan (31 kanûna paşîn 2006). "Qualitative Developmental Research Methods in their Historical and Epistemological Contexts". Forum Qualitative Sozialforschung / Forum: Qualitative Social Research (bi îngilîzî). 7 (1). doi:10.17169/fqs-7.1.72. ISSN 1438-5627.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ferhenga Erdnîgariyê Girêdana arşîvê 2012-03-25 li ser Wayback Machine