Civak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Civak komeka kitkesan e ko berjewendiyên hevpişik, û reng e, ferheng anko çand û damezrayî anko înstîtûtên xwe yên hevpişik hene.

Nav û karanîn[biguherîne]

Peyva Kurdî civak ji du parên civ ji civînê û akê pêkhatîye. Navek e ji bo diyarkirina civîna kitkesan li dor hev. Ev peyv ji peyvên nû yên zimanê Kurdî ye ko beriya nîviya duyê ji sedsala 20'ê bi vê ramanê nebûye. Peyva Inglîzî ji bo wê society ye ko li sedsala 15'ê bi vê ramanê xweyabû. Ev peyv wekiî piranî ya peyvên bi wê ramanê di piranî ya zimanên Ewrûpayî da ji peyva Fransî ya société û Latînî ya societas anko bi dostanî civîna digel xelkê dî û ji socius anko heval, dost, hevrê û şirîkî hatîye. Veşartî di ramana hemiyan da kombûn an civîneka li dor berjewendî û xemên hevpişk heye.

Di zanistên sîyasî da, ev zarav ji bo hindê bikardihêt ko behsa peywendiyên tevaneyên mirovan bihevra bikin, li beranberî Hukmetê, anko, saziya rêvebirinê li welatekî:

Di zanistên civakî da, civak jibo binavkirina destekên xelkî bikardihêt ko dozenên (sîstemên) civakî yên nîv-girtî pêkdiînin ko têda piraniya tikhiliyan dinavbera kitkesên nav destekê bi xwe da çê dibin.

Li goreyê Anthony Giddens, civakzanistvanê Brîtanyayî, hemî civak di yek tiştî da hevdigirin: endamên hemiyan di tikhiliyên civakî yên nijinandî da li goreyê ferheng an çandekê hatine rêkxistin. Lewma, li goreyê wî, çi civak bê ferheng nabin û çi ferheng jî bê civak peyda nedibûn. (Anthony Giddens, Sociology, 4th edition, Polity Press in association with Blackwell Publication, 2001, page 22).

Werara civakan[biguherîne]

Civakzanistvan civakan li goreyê astê teknolociya, peywendiyan û aboriyê dabêş dikin: (1) nêçîrvan û komker, (2) cotkarên sade, (3) cotkarên pêşkevtî, (4) pîşesaz, anko sin'etî. Ev mîna dozekê ye ko pêştir ji aliyê mirovzanistvanên wekî Morton H. Friedî hatine pêşkêşkirin. Ew hemî civakan li hemî ferhengên mirovahiyê li goreyê werara neyeksanî yên civakî û dewrê hukmetê polên dikin û disinfînin. Ew dozena polandinê çar sinfan bi xwe ve digirit:

Bi dirêjahî ya demê, hındek ji ferhengan ber bi şeklên pirgirêtir û aloztir yên rêkxistinê û kontrolkirinê werar kir. Vê werara ferhengî bandoreka xurt li ser şêwazê civakan hiştîye. Eşîrên nêşîrvan-komker li dora zadên demsalî akincî bûn û gundên cotkarî ava kirin. Gund mezin û mezintir bûn û bûn bajêrok û bajêr. Bajêr bûn Bajêr-welat û netewe-welat.

Saloxetên civakê[biguherîne]

Ev sê pêkhat di navbera hemî pênaseyên civakan da hevpişk in:

  • Tor anko şebeke ya civakî
  • pîvikên endambûnê,
  • şêwazên nemazeyî yên rêkxistinê.