Ernst von Feuchtersleben
Ernst von Feuchtersleben | |
|---|---|
| Navê rastî | |
| Jidayikbûn | 29 nîsan 1806 |
| Mirin | 3 îlon 1849 Viyana |
| Cihê goristanê | Goristana Navendî ya Viyanayê |
| Hevwelatî | împeratoriya Awistiryayê |
| Perwerde |
|
| Pîşe | |
| Hevjîn | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Baron Ernst Freiherr von Feuchtersleben (jdb. 29ê nîsana 1806an - m. 3ê îlona 1849an) bijîşk, helbest û felsefevanekî awistirî bû. Ew endamê malbata von Feuchtersleben bûye.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ew di 29ê nîsana 1809an de li Viyanayê wekî kurê Ernst von Feuchtersleben (1765-1834) ji dayik bûye ku ji malbatekê navdar ji herêma Saksonyayê bû.[1]
Bavê wî mirovekî xwedî kesayetiyek cidî û tund, di xizmeta sivîl a Awistiryayê de gihîşt pileya şêwirmendê dînî.
Ew beşdariya Akademiya Theresanium a Viyanayê bû û di sala 1825an de wekî xwendekarê beşa bijîşkiyê ketiye zanîngehê. Wî di sala 1833an de pileya doktoriya bijîşkiyê wergirtiye wekî cerrahekî pratîk li Viyanayê bi cih bûye. Di sala 1834an de ew zewicî. Wekî bijîşkê ciwan wî têkiliya xwe bi zanîngehê re domandiye, li wir ders da, û di sala 1844an de wekî dekanê fakulteya bijîşkiyê hatiye tayînkirin.
Ew li Viyanayê bi Franz Grillparzer, Heinrich Laube û rewşenbîrên din re nasî bûye. Ew pir bi karûbarên perwerdehiyê re eleqedar bûye û di sala 1848an de, dema ku serokatiya wezareta perwerdeyê red dikir, tayînkirina cîgirê sekreterê dewletê di wê wezaretê de qebûl kiriye. Di vê wezîfeyê de wî hewl dida ku hin reformên girîng di sîstema perwerdeyê de bide destpêkirin, lê ji ber zehmetiyên ku pê re rû bi rû ma bêhêvî ma, wî di kanûna pêşîn a sala ser de îstifa kiriye.[1]
Tenduristiya wî xirab bû û di 3ê Îlona 1849an de li Viyanayê miriye.[1]
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Zur Diätetik der Seele. 1838; 40. Weşan 1874; Leipzig o. J. (1879).
- Gedichte. 1836; 4. Weşan 1846.
- Die Gewißheit und Würde der Heilkunst. Gerold, Viyana 1839; Weşana nû di bin sernava: Ärzte und Publikum: Skizzen. Gerold, Viyana 1848
- Beiträge zur Litteratur, Kunst- und Lebenstheorie. 1841.
- Lehrbuch der ärztlichen Seelenkunde. Viyana 1845.
- Sämtliche Werke. Mit Ausschluss der rein medizinischen. Hrsg. ji Friedrich Hebbel. 7 çapan. Viyana 1851–53
- Sämtliche Briefe, autobiographische Schriften, Tagebuchblätter: historisch-kritische, kommentierte Edition; 2 nîv-çapan: 1. şîrov, 2. aparat; Otto, Barbara [Weşanger]. Viyana 2002.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1 2 3 "ALO docView - 04 Biographisches Lexikon des Kaisertums Österreich (1858)". www.literature.at. Roja gihiştinê 1 gulan 2026.