Ervad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Ervad, herbad, di ola Zerdeştîtîyê de ji rahîban re tê gotin. Ji ser wan re mobed hene. Mobed serekên ervadan in.

Ervad, herbad, perwerdeya bingehîn a olî dîtine. Dikarin xizmeta olî bikin, zanînên bingehîn ên olî raveyê bawermendan bidin. Ew herwiha Yasna û Gatayan jiber dikin, îlahiyan dixwînin, ayînan saz dikin. Mafê wan nîne zanînên kûr û nakokiyên olî, wateya sereke ya Avestayê şîrove bikin. Lewra bo viya zanîn û tecrubaya wan kêm e. Tenê mobed dikarin bikevin gotûbêjên giran û kûr.

Ew ravekerên vatinîyê ne. Ew ravekerên gatayan, ew rêravedanên ayînan in. Ev nav, bingeha ji van peywirdariyan digire. Bi texmînî ev peyv pirr kevn e, beriya Zerdeştiyê, di olên din ên Mazdayî de jî hatiye bikaranîn.

Xêrbad, herbad, rêvat an ervat diviyabûn, li gel zanînên olî, hin rîtûalên werzîşî yên wekî medîtasyonan jî bikirana. Jêre îro Baraşnûm dibêjin li Hindistanê. Bi viya ruh û bedena xwe baş xwedî dikin, pakij dikin.

Di zerdeştiya îro de gelek guhertin hene. Li Hindistanê zarokên 9-13 salî bo perwerdekirinê tê qebûlkirin, dibin herbad. Di heman demê de zarok dikarin perwerdeya xwe ya normal jî bidomînin.

Mafê wan hene perwerdeya zanîna Yasnayan bibînin, zanistiyê û olê fêr bibin, bibin mobed.

Çavkanî[biguherîne]

  • Mary Boyce: Zoroastrians, their religious beliefs and practices. Routledge, London 1979, Neuausg. 2003, ISBN 0-415-23902-8
  • Michael Stausberg: Zarathustra und seine Religion. Beck, München 2005, ISBN 3-406-50870-7, S. 90f