Mobed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Peykerên zêrîn ên du mobed, Gencîneya Oksusê

Mobed, mobedan, mobad di ola Zerdeştîtîyê de ji rahîbên herî mezin, rahîbê rahîban, hosta û pêşawayên ervadan re tê gotin.

Mobed di ser ervadan re ne. Xizmetkarên olê bi ked, pakijî û perwerdeya xwe dihatin peywirdarkirin. Niha li Hindistanê hindik be jî Zerdeştî hene. Lê di gelek waran de dejenerasyon çêbûne. Herwiha paye û meqam jî gelek hatine guhertin. Bandora olên Hindistanê li zerdeştiyên Hindistanê bûye.

Mobedan xwedî wê mafê ne ku ayînên giran ên şîroveya Yasna û Gatayan dikin birêve bibin. Ew dikarin bersiva nakokiyan, bersiva pirsên zanistî, gorî Zerdeştiyê bidin. Bersivên wiha ervad nikarin. Mafê wan heye ew teknîk û rêbazên nû yên perwerdeyê biceribînin. Ervad viya nikarin. Ervad tenê dikarin zanînên bingehîn û jiberkirina wan hîn bibin û raveyê bawermendan bidin.

Mobed dikarin, daxwaza guhertina hin qanûnan ji keyan, mîran bikin. Key û keybanû ji mobedan re rêzdar in. Heger key an keybanû bawermendên baş bin, gelek bi gotina mobedan dikin, piştgiriya wan dikin. Gelek key û keybanûyan, xwe di zanîna olî de bipêşxistibûn, carnan di pirsgirêkên olî de xwe berpirsiyartir didîtin.

Angaştek li ser bêjeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dibêjin peyva mobed, mobad an mobedan ji zimanê pirr berê yê îraniyan (kurd, faris ûêd) tê. Hin jî dibêjin ji wê jî kevintir e, ji zimanê proto-hind û îranî tê. Wateya wê hostayê zanînên ziravane, bavê sihêran, hostayê majîkê ye. Ango magû patî.

Di zimanê bav-kalên kurdan mediyan de magû di wateya sihêr, majîkê de ye. Patî jî formeke berê ya padî, pader, pederê ye. Heger mirov koka wê di zimanê mediyan de bigere ji magû padî ye, ew jî bavê, mezinê, hostayê sihêrê ango zanînên kûr e.

Magûpadan, mabedan, mobedan, mobad an mebadê herî navdar ê gelek tê zanîn, Karder e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mary Boyce: Zoroastrians, their religious beliefs and practices. Routledge, London 1979, Neuausg. 2003, ISBN 0-415-23902-8
  • Michael Stausberg: Zarathustra und seine Religion. Beck, München 2005, ISBN 3-406-50870-7, S. 90f