Famîleya biyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Chosenia arbutifolia.

Famîleya biyan (Salicaceae) famîleyeke riwekan e. Navê xwe ji dara bîkê (Salix) digire. Dara hewrê (spindar, qewax) jî di vê malbatê de ye ku jê re bi latînî populus dibêjin. Kulîlkên vê famîleyê dişibin tirtûlan.

Famîleya Salicaceae sala 1815'ê ji aliyê Charles François Brisseau de Mirbel ve, di Elémens do Physiologie Végétale et de Botanique, b. 2, r. 905ê de hatiye binavkirin. Wî navê „Salicineae“ lê danibû. 55 cins, bi qasî 1010 cureyên vê malbatê hene. Navê din ên bo Salicaceae Mirb. s.l. ev in: Bembiciaceae R.C.Keating & Takht., Caseariaceae Baum.-Bod., Flacourtiaceae Rich. ex DC., Homaliaceae R.Br., Patrisaceae Mart., Prockiaceae Bertuch, Samydaceae Vent., Scyphostegiaceae Hutch.

Darbîk heba, kanî hebû, kanî heba gund ava dibû, dibû: Darebî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê heya salên 1970'yê daristanên mezin hebûn. Li daristanên darbîkê (bî, dara biyê, bîk) sedî sed kanî hebûn. Li cihê darbîk pirr bûn, ji ber wê gund dihatin avakirin. Ji ber wê ye ku navên gelek gundan Darebî ye.Şêr, berazên kovî, rovî, kitikên kovî, mirîşkên kovî marên biqilonç, hirç ûêd gelek ajal dijiyan. Dewleta Romê (Tirkiye) daristan hemî şewitand. Niha spindar û bîkê xelk diajo, daristanên dara biyê nemane.

Cinsên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]