Famîleya stêrawayan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Anixa stêrkî ji vê famîleyê ye

Famîleya stêrawayan (Schisandraceae) navê famîleyeke riwekan e. Ji Srî Lankayê belav bûye. Li başûrê rojhilata Amerîkayê, Îndonêzya, Meksîkoyê cihwar e. Navdara vê famîleyê anixa stêrkî (Illicium verum) ye. Binavkirinên din ên vê famîleyê Illiciaceae (Berchtold & Presl.) û Kadsuraceae (Radogizky) ne.

Li Kurdistanê jî hin endamên vê famîleyê digihên lê ji ber ku li ser floraya Kurdistanê xebateke zanistî nîne, kîjan in û navên wan ên latînî çine, ne diyar e.

Di famîleyê de sê celeban de, bi qasî 92 endam hene.

  • Anix, anesûn (Illicium L.): Bi 42 cureyan.
  • Selikkerî (Schisandra Michx.): Bi qasî 30 cureyan li Amerîka û Asyayê.
  • Gulebabet, timtêlgule yan kadsûra (Kadsura Juss.): Bi 28 cureyan li rojhilatê Asyayê.