Fatih Altaylı

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Fatih Altaylı
20200615 221346.png.jj.png
Jidayikbûn 20 îlon 1962 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Wan Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Hevwelatî Tirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Perwerde
  • Dibistana Amadeyî ya Galatasarayê Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge

Fatih Altaylı (bixwîne: Fatîh Altayli) (* 1963 li parêzgeha Wanê) rojnamevan, moderator û nivîskarekî tirk e. Di Habertürkê de birêveberî û pêşkêşvaniya bernameya Teke Tekê dike. Xwedî nêrînên neteweperwer e.

Jînenîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Dibistana amadeyî ya Galatasarayê bidawî kiriye. Di rojnameya Cumhuriyetê de wekî nûçegihanê werzîşê dest bi rojnamevaniyê kiriye. Sala 1993'yê bingeha radyoya Best FMê avêtiye. Sala 1995'ê derbasê Show TV û Show Radyoyê bûye, li wir bi qasî salekê xebitiye. Di heman salê de bêjeriya nûçeyan û bernameya Teke Tekê jî daye destpêkirin. Sala 1996'ê derbasê koma medyayê ya Doğanê bûye, di Hürriyet, Radyo Dyê de gerînendetiya giştî ya weşanê kiriye.

Altayli di meseleya kurd de, dijberekî tund e. Ev jî bûye sedem ku di warê medya û çapemeniyê de bipêşbikeve, meqamên bilind de kar bike. Di salên 1990'î de li bakurê Kurdistanê şerekî dijwar hebû û bi hezaran kurdên sîvîl dihatin kujtin û windakirin. Wê demê Altayli giraniya xebata xwe dabû şerê psîkolojîk ê li dijî kurdan dihat meşandin. Wî herwiha di lijneya birêveberiya yaneya werzîşê Galatasarayê jî kiriye. Marî bûye (zewiciye) û xwedî 2 zarokan e.

Rojnameyên lê xebitiye[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Girêdan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]