Fehim Taştekin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Fehim Taştekin (jdb. 6ê sibata 1972an li Erziromê), nivîskarê rojnamevanê tirk e ku pisporê siyaseta derve ya Tirkiyê, Qefqasya, Rojhilata Navîn û Yekîtiya Ewropayê ye.[1][2][3] Fehim Taştekin nivîskarê platforma Al-Monitor û BBC tirkî ye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fehim Taştekin di sala 1972an de li navçeya Oltî ya Erziromê hatiye dinê. Li Zanîngeha Stembolê Fakulteya Zanistên Siyasî qedandiye. Li Zanîngeha Marmarayê, Enstîtuya Rojhilata Navîn û Welatên Îslamî beşdarî bernameya mezûniyetê dibe lê nekariye temam bike. Li "Lewis School of English", li bajarê Southampton û li "Evendine College", a li Londonê zimanê ingilîzî xwendiye.

Kariyera wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1994an de di rojnameya Yeni Şafakê de wek nûçegihan dest bi rojnamegeriyê dike û piştre di rojnameyên wekê Son Çağrı, Yeni Ufuk, Tercüman, Radikal û Hurriyetê de xebitiye. di Ajansa Kafkasyayê de ku ji aliyê Fehim Taştekin ve hatiye demazirandin, lêkolînên li ser Qefqasyayê dike.[4] Di sala 2003an de li servîsa nûçeyên derve ya Rojnameya Radîkalê de wek edîtor, rêvebir û nivîskar dest bi xebatên xwe kiriye.[5][6] Di rojnameya Hurriyetê de wek nivîskarê analîzê xebitiye.

4 salan heftane bernameyên siyaseta derve bi navê “Dîwana Rojhilat” di televizyona IMC TV de çêkir ku televîzyon di sala 2016an de ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve hatiye girtin.[7][8][9] Piştî girtina rojnameya Radikal ku di adara sala 2016an de hatiye girtin, nivîsên xwe yên li ser Duvar Gazeteyê berdewam kir. Di cotmeha sala 2021an de Taştekîn piştî ku edîtorê giştî Ali Duran Topuz di encama lihevnekirina xwediyê Dîwarê bi Vedat Zencir re dest ji kar berdide.[10]

Niha jî li ser platformên Al-Monitor û BBC Tirkî nivîsaran dinivîse.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Iraqi Kurdish president in Turkey to back PM's peace effort". Reuters (bi îngilîzî). 16 çiriya paşîn 2013. Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2023.
  2. ^ "Regional Dimensions of the Syria Train-and-Equip Program". The Washington Institute (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2023.
  3. ^ Tabler, Soner Cagaptay and Andrew J. "The US train-and-equip program for Syrian rebels has major regional implications". Business Insider (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2023.
  4. ^ "Fehim Taştekin | İletişim Yayınları | Okumak İptiladır Müptelalara Selam!". web.archive.org. 16 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 adar 2016. Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Irak'ta herkes kaybetti - Haberler - Rusya'nın sesi". web.archive.org. 1 gulan 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 gulan 2016. Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "Lübnan yeniden 'oyun tahtası' mı?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 22 gulan 2012. Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2023.
  7. ^ "NFL concussion lawsuit loses its 'golden boy'". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 5 hezîran 2014. Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2023.
  8. ^ "Research Paper: ISIS-Turkey Links". HuffPost (bi îngilîzî). 9 çiriya paşîn 2014. Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2023.
  9. ^ "Fehim Taştekin Suruç'u yazdı: İthamımdır!". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). 21 tîrmeh 2015. Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2023.
  10. ^ "Fehim Taştekin yazılarıyla Gazete Duvar'da..." web.archive.org. 15 gulan 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 gulan 2022. Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)