Here naverokê

Rojhilata Navîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rojhilata Navîn
Gelhe469 milyon (2025)
Welat
Ziman
Bajarên mezin

Rojhilata Navîn an Rohelata Navîn[1] herêmeke erdnîgarî ye ku di navbera Asyaya Rojava û Afrîkaya Bakur de ye û di heman demê de herêmeke jeopolîtîk e ku tevahiya erdnîgariya Kurdistanê, Nîvgirava Erebistanê, Levant, Tirkiye, Misir, Îran û Iraqê vedigire. Têgîna ku di destpêka sedsala 20an de dest pê kiriye, wekê şûna têgîna Rojhilata Nêzîk (berevajî Rojhilata Dûr) bi berfirehî hate bikar anîn. Cihên mirovnişî yên yekemîn li Rojhilata Navîn peyda bûne ku ew jî tê wê wateyê ku ji bo destpêkirina dîrokê Rojhilata Navîn giring e. Rojhilata Navîn di dîroka baweriyan de xwedî cihekî girîng e. Dînên wekê mesîhî, cihûtî, zerdeştî û misilmanî li vê herêmê derketiye holê. Ji ber van sedeman jî li Rojhilata Navîn nasnameyeke taybet hatiye afirandin.

Piraniya welatên Rojhilata Navîn (ji 18 de welatan 13) beşek ji welatên ereb in. Welatên herî qelebalix ên herêmê Kurdistan, Misir, Tirkiye û Îran in û Erebistana Siûdî ji aliyê rûberê ve welatê herî mezin ê Rojhilata Navîn e. Dîroka Rojhilata Navîn ji demên kevnar vedigere ku bi hezar salan girîngiya jeopolîtîk a herêmê tê naskirin.[2][3][4] Ereb komên etnîkî yên sereke li herêmê pêk tînin, li pey van kurd, fars, tirk, azerî, qiptî û yewnaniyên qibrisî tên.

Ji ber ku li herêmê gelek şaristanî hatine avakirin ku bi taybetî li deverên Mezopotamya û Kurdistanê ku yekemcar çandinî hatiye destpêkirin û mirov ji jiyana koçberiyê derbasê jiyana niştecihî bûne, dîroka Rojhilata Navîn di nav dîroka herî dewlemend de ye ku heta niha hatiye tomar kirin. Her wiha Rojhilata Navîn ji ber ku li ser xaçerêya Afrîka, Ewropa û Asyayê ye, malavaniya gelek deverên şaristaniyê kiriye û ji aliyê gelên herêmî û biyanî ve bi hezaran salan wekê herêmek xwedî girîngiya stratejîk a mezin hatiye nas kirin.[5][6][7] Hemî dînên bingehîn ên îbrahîmî (cihûtî, xiristiyanî û îslam) li Rojhilata Navîn derketine holê û cihên wan ên herî pîroz li vir in.

Ji herêmên bilind ên Kurdistanê piraniya deverên Rojhilata Navîn, bi taybetî herêmên çola ereban û Misir xwedî hewayeke germ û ziwa ye. Lêbelê li herêmê hejmarek çemên sereke avdanê hene ku çavkaniyên sereke yên ava çandiniyê ne. Di nav çeman de çemê Nîlê li Misirê, Dîcle û Firat li Kurdistanê li deverên Mezopotamyayê û çemê Urdunê li Şamê ye. Berevajî avhewaya ziwa yê çola erebî perava Levantê û herêmên din ên Deryaya Navîn û hinek deverên Kurdistanê xwedî avhewaya Deryaya Navîn in ku xwedî avhewayeke nerm e ku di mehên havînan de xwedî avhewayeke germ e û di mehên zivistanên xwedî avhewayeke sar û şil e. Komek ji welatên Rojhilata Navîn ku li kêleka Kendava Farsê ne ku bi gelemperî wekê dewletên erebî yên kendavê hatine binavkirin xwedî rezervên mezin ên petrolê ne ku wekê çavkaniyeke aborî ya giring xizmet kiriye. Ji ber hişkesaliya Rojhilata Navîn û girêdayîbûna wê ya berfireh bi pîşesaziya sotemeniyên fosîl ve, herêmê li hember guherîna avhewayê û kêmbûna avê yek ji herêmên herî xeternak e û di metirsiyê de ye.

Dibe ku peyva "Rojhilata Navîn" di salên 1850î de ji Ofîsa Hindistanê ya Keyaniya Yekbûyî derketibe. Lêbelê herêm bi rêya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zêdetir navdar bûye. Ev têgeh nemaze di sala 1902an de piştî ku stratejîstê deryayî yê amerîkî Alfred Thayer Mahan vê têgehê bikar aniye[8] ku "herêma di navbera Erebistana Siûdî û Hindistanê de destnîşan bike".[9] Di vê serdemê de, Keyaniya Yekbûyî di çarçoveya "lîstika mezin" de li dijî Împeratoriya Rûsyayê ku di pêvajoya fetihkirina tevahiya herêmê de bû, li Asyaya Navîn ji bo bandorê pêşbaziyê dikir.

Mahan, bi têgihîştina ku "Rojhilata Navîn" herêmeke xwedî nirxeke stratejîk a mezin e ku li dora Kendava Farisî ye,[10] ew bûye xwedî vê nêrînê ku ji xeynî qenala Suezê li Misira di bin desthilatdariya Brîtanyayê de, di çarçoveya kontrolkirina her pêşveçûneke gengaz a Rûsyayê ber bi Hindistana di bin desthilatdariya Brîtanyayê de, Kendava Farsê rêya herî girîng a Keyaniya Yekbûyî bû. Mahan cara yekem vê têgehê di gotara xwe ya di îlona sala 1902an de bi navê "kendava farsê û têkiliyên navneteweyî" ji bo kovara brîtanî ya National Review a li Londonê bi kar aniye.[11]

Kompleksa Pîramîdên Gîza li Misirê ku Di dema xanedaniya çarem a padîşahiya kevn a Misra kevnar de, di navbera salên 2600 - 2500 berê zayînê de hatine avakirin
Dîmenek ji perestgeha Girê Mirazan ku perestgeha kevn ê cîhanê ye ku li Kurdistanê hatiye avakirin

Rojhilata Navîn herêmeke jeopolîtîk ku di navbera Afrîka û Ewrasyayê de ye an jî bi awayekê din di navbera Okyanûsa Hindî û Deryaya Navîn de ye. Di heman demê de Rojhilata Navîn navenda derketinê û navenda giyanî ya dînên wekê xiristiyanî, îslam, cihûtî, manî, êzdîtî, durzî, yarsanî û mendeanîzm e. Di heman demê de Îran û Kurdistan navenda dînên wekê mîtraîzm, zerdeştîtî, manî, yarsanî, êzdîtî û behayiyê ye. Di seranserê dîrokê de Rojhilata Navîn bûye navendeke girîng ê karûbarên cîhanê bûye ku herêmeke hesas a stratejîk, aborî, siyasî, çandî û dînî ye. Herêm yek ji wan herêman e ku çandinî bi awayekê serbixwe li vir hatiye keşifkirin û ji Rojhilata Navîn di dema neolîtîkê de ber bi herêmên cuda yên cîhanê yên wekê Ewropa, Geliyê Îndus û Rojhilatê Afrîkayê ve belav bûye.

Berî çêbûna şaristaniyan, di serdema kevirî de li seranserê Rojhilata Navîn çandên pêşketî derketine holê. Lêgerîna erdên çandiniyê ji aliyê cotkaran ve û lêgerîna erdên şivanan ji aliyê şivanan ve tê vê wateyê ku koçberiyên cûda di herêmê de pêk hatine û pêkhateya etnîkî û demografîk a herêmê ava kiriye. Rojhilata Navîn bi berfirehî û bi navûdengê wekê dergûşa şaristaniyê hatiye zanîn ku bingeha gelek şaristaniyên Rojhilata Navîn li Kurdistanê hatiye avakirin.[12][13]

Şaristaniyên herî kevn ên cîhanê Mezopotamyayê (sumer, subarto, babîl), Misira Kevnare û Kîş li Levantê, li hemî herêmên heyva berhemdar û li geliyê Nîlê derketine holê. Piştî van şaristaniyan, şaristaniyên wekê Hîtît û Yewnan li Anatolyayê,[14] şaristaniyên wekê Ûrartû, Hurî, Mîtanî û Med li Kurdistanê;[15][16][17][18] şaristaniya Faris li Îranê û her wiha şaristaniyên Levantê (şaristaniyên wekê Ebla, Mari, Nagar, Ugarit, Kenan, Aramea, Fenîkya û Îsraîl) û li Nîvgirava Erebistanê (Magan, Şeba, Ubar) hatine.[19][20]

Piştê şaristaniyên Mezopotamyayê di destpêkê de herêm bi piranî di dema xanedaniya neo asûrî de ji aliyê asûriyan ve hatiye dagirkirin, paşê jî ji aliyê împaratoriyên wekê Împeratoriya Hexemenîşî, Împeratoriya Makedonî hatiye birêvebirin û piştre jî heta radeyekê ji aliyê împeratoriyên îranî (bi taybetî Împeratoriya Partî û Împeratoriya Sasanî), Împeratoriya Romayê û Împeratoriya Bîzansê ve hatiye birêvebirin.[21][22] Herêm wekê navenda rewşenbîrî û aborî ya Împeratoriya Romayê xizmet kiriye û ji ber ku cîranê Împeratoriya Sasaniyan bû, roleke pir giring dilîze. Ji ber vê yekê, romayiyan heta pênc an şeş lejyonên xwe ji bo parastina desthilatdariya xwe yê ji êrîşên sasanî û bedewî yên li herêmê bi cih kirine.

Di sedsala 4ê p.z. Rojhilata Navîn bûye navenda du hêzên sereke yên wekê Împeratoriya Bîzansê û Împeratoriya Sasaniyê. Lêbelê piştre ev her du împeratorî bi êrîşên xîlafetên îslamî yên serdema navîn de rû bi rû mane ku bi armanca afirandina serdestiya nasnameya erebî ya îslamî gelek deverên Rojhilata Navîn aliyê xîlafetên erebî ve hatiye birevebirin. 4 xelîfetên ereb ên ku ji 600 salan zêdetir li Rojhilata Navîn hikum kiribûn xîlafeta raşîdûn, xîlafeta emewiyan, xîlafeta ebasiyan û xîlafeta fatimiyan bûn. Di heman demê de herêmeke berfireh ê Rojhilata Navîn serdemeke dirêj ji aliyê dewleta eyûbiyan ve hatiye birêvebirin.[23]

Di heman demê de piştê dagirkirin û talankirin ên mongolan, mongolan gelek deverên Rojhilata Navîn dagiribûn ku hinek deverên Kurdistanê jî di nav de bû. Selçûqiyan bi çanda tirkofarsî li herêmê hikumdarî kiriye û di heman de frankiyan jî dewletên xaçperest ava kirine ku bi qasî du sedsalan li herêmê li ser piyan mane. Piştre jî di sedsala 16an de Rojhilata Navîn ji aliyê du hêzên sereke yên xanedaniya osmanî û Îrana sefewî ve hatiye birêvebirin.

Di serdema nûjen de piştî ku Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê dike û dema ku xanedana osmanî ku bi hêzên navendî re hevalbend bû, ji aliyê hevalbendan ve hatiye hilweşandin û di nav hejmarek neteweyên cuda de hatiye parçekirin ku di destpêkê de di bin desthilatdariya mandayên brîtanî û fransî de bûn. Bûyerên din ên diyarker di vê veguherînê de damezrandina Îsraîlê di sala 1948an de û çûyîna dawiyê ya hêzên ewropî, bi taybetî Brîtanya û Fransayê di dawiya salên 1960î de pêk hatiye. Bandora zêde ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji salên 1970î û pê ve dest pê kiriye û heta radeyekê li cihê hêzên ewropî disekine. Yek ji bûyerên berbiçav ev bû ku piştê peymana Lozanê perçe kirina Kurdistanê bû ku di navbera sê dewletên neteweperest ên wekê Tirkiye, Sûriyê û Iraqê de hatiye perçe kirin.[24]

Di sedsala 20an de bîrên girîng ên petrola xav ên herêmê girîngiyeke stratejîk û aborî ya nû daye herêmê. Hilberîna girseyî ya petrolê li dora sala 1945an dest pê kiriye ku Erebistana Siûdî, Îran, Kuweyt, Iraq û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban xwedî rêjeyeke mezin ê petrolê bûn. Rezervên petrola texmînkirî, bi taybetî li Erebistana Siûdî û li Îranê, di nav rezervên herî bilind ên cîhanê de ne û serdestiya welatên Rojhilata Navîn li ser OPECê heye ku saziyeke navneteweyî ya petrolê ye.

Di dema Şerê Sar de Rojhilata Navîn wekê qada têkoşîna îdeolojîk di navbera her du hêzên super û hevalbendên wan bû. Ji ber ku her dû hêzên mezin ên hewl dane ku bandor û hêza xwe li herêmê zêde bikin, NATO û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li aliyekî bû û Yekîtiya Sovyetê û Pakta Warşovayê li aliyekî bû. Ji xeynî sedemên siyasî, "nakokiya îdeolojîk" di navbera her du sîsteman de hebû.[25][26]

Nexşeya Rojhilata Navîn

Rojhilata Navîn ku li ser xaçerêya parzemînên Asya, Ewropa û Afrîkayê ye ku yek ji herêmên herî stratejîk û yek ji herêmên herî jeopolîtîk ên cîhanê ye. Rojhilata Navîn ku bi navekî erdnîgarî ya rojavayî hatiye binavkirin (ji aliyê brîtaniyan ve hatiye binavkirin), bi çavkaniyên xwe yên dewlemend ên enerjiyê û bi dîroka xwe ya kûr hatiye naskirin ku bingeha gelek şaristanî û bingeha gelek baweriyan li vê herêmê hatine avakirin.

Guherîna avhewayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2018an de herêma MENAyê 3,2 milyar ton karbondîoksît derxistiye û ji %8,7ê belavbûna gazên seraya cîhanê tevî ku tenê %6ê nifûsa cîhanê pêk tîne hilberandiye.[27][28] Ev emisyon bi piranî ji ber sektora enerjiyê ye[29] ku ji ber rezervên berfireh ên neftê û gaza xwezayî yên li herêmê têne dîtin ku pêkhateyeke yekgirtî ya gelek aboriyên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye.[30][31] Di heman demê de herêma Rojhilata Navîn di warê guherîna avhewayê de yek ji herêmên herî xeternak ê cîhanê ye ku guherîna avhewayê bandorên mezin li herêmê dike. Di nav bandorên guherîna avhewaya li Rojhilata Navîn zêdebûna şert û mercên hişkesaliyê, pêlên germê û bilindbûna asta deryayê hene.

Guhertinên zêde yên germahiya gerdûnî û asta deryayê, guherîna şêweyên barînê û zêdebûna pir bûna bûyerên hewayê yên ekstrem hinek ji bandorên sereke yên guherîna avhewayê ne ku ev guhertin ji aliyê panela navhikûmî ya li ser guherîna avhewayê (IPCC) ve hatine destnîşankirin. Herêma MENAyê bi taybetî ji ber jîngeha xwe ya hişk û nîv-hişk ji bandorên weha re xeternak e û herêm bi pirsgirêkên avhewayê yên wekê barîna kêm, germahiya bilind û axa hişk re rû bi rû maye. IPCC pêşbînî dike ku şert û mercên avhewa yên ku ji bo MENAyê van pirsgirêkan çêdikin, di sedsala 21an de hê jî xirabtir bibin. Ger emîsyonên gazên serayê bi giringî neyên kêmkirin, beşek ji herêma MENAyê berê sala 2100an dibe ku ji bo jiyanê guncaw nebe.[32][33][34]

Hatiye payîn ku guherîna avhewayê li herêma MENAyê zextek girîng li ser çavkaniyên av û çandiniyê yên jixwe ku kêm in bike û ewlehiya neteweyî û aramiya siyasî ya hemî welatên herêmê bixe nav metirsiyan. Zêdetirî ji sedî 60ê nifûsa herêmê li herêmên ku asta avê kêm e an jî pir zêde kêm e dijîn ku ev rêje li gorî ji sedî 35 ê navînî ya cîhanê gelek zêdetir e.[35] Ev yek bûye sedem ku hinek welatên MENAyê bi rêya peymanên jîngehê yên wekê peymana Parîsê ku peymaneke di asta navneteweyî de ye bi mijara guherîna avhewayê re eleqedar bibin. Di heman demê de di nav welatên MENAyê de qanûn û polîtîka di asta neteweyî de jî hatiye damezrandin û di heman de welatên herêmê balê dikişînin li ser pêşxistina enerjiyên nûjenkirî.[36]

Welatên Rojhilata Navîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêmên serbixwe

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li gorî welatan rêjeya rezerva nefta cihanê

Aboriyên Rojhilata Navîn ji neteweyên pir xizan (wekê Şerîda Xezeyê û Yemen) bigire heta neteweyên pir dewlemend (wekê Qeter û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban) diguhere.[37] Li gorî fona pereyan a navneteweyî sê aboriyên Rojhilata Navîn ên herî mezin di sala 2023an de ji aliyê GDPya nominal (dahata navxweyî ya serê nifûsê) ve Erebistana Siûdî (1.06 trilyon dolar) Tirkiye (1.03 trilyon dolar) û Îsraêl (0.54 trilyon dolar) bû.[37] Ji bo GDPya nomînal a serê kesî, welatên di rêza herî bilind de ne Qeter (83,891 dolar), Îsraêl (55,535 dolar), Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban (49,451 dolar) û Qibrîs (33,807 dolar) e. Ji aliyê dahata navxweyî ya serê nifûsê ve welatê herî nizm ê Rojhilata Navîn Yemen (573 dolar) e.[37]

Aboriya welatên Rojhilata Navîn bi giranî tenê bi hinardekirina neftê û berhemên ku ji neftê hatine çêkirin (Erebistana Siûdî, Mîrgeha Yekbûyî Erebî û Kuweyt) girêdayî ne û hinek welatên din ên herêmê jî (welatên wekê Qibrîs, Îsraêl, Tirkiye û Misir) xwedî bingeheke aborî ya pir cihêreng e. Pîşesaziyên herêma Rojhilata Navîn neft û berhemên pêwendar ên bi neftê, çandinî, pembû, ajalkarî, berhemên şîrê, cil û berg, berhemên çermê, amûrên neştergeriyê, alavên parastinê (çekan, teqemenî, tank, binavê, balafirên şer, balafirên bêmirov û fuze) vedigire. Li Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban û Behreynê banqekarî sektoreke giring ê aboriya van welatan e.

Bêkarî li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê zêde ye ku bi taybetî di nav mirovên temenê wan di navbera 15-29 salî de ev rêje zêde ye ku ev kom ji sedî 30 yê nifûsa herêmê pêk tînin. Rêjeya giştî ya bêkariyê ya herêmî li gorî daneyên sala 2025an de ji sedî 10,8 e[38] û di nav ciwanan de jî ji sedî 28 e.[39]

Nexşeya Maunsell, Nexşeya Etnografîk a Brîtanî ya Rojhilata Navîn a Berî Şerê Cîhanê yê Yekem
Belavbûna kurdan li Kurdistanê û li deverên din ên Rojhilata Navîn

Komên nîjadî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Koma etnîkî ya sereke yê li Rojhilata Navîn ji ereban pêk hatiye. Piştre jî gelên cûrbecûr ên îranî û paşê jî gelên tirk (tirk û tirkmen) tên. Komên etnîkî yên xwemaliyên herêmê ji gelên wekê aramî, asûrî, belûcî, berberî, qiptî, durzî, yewnaniyên Qibrîsê, îbranî, kurd, lurî, mandayî, faris, samarî, şebek û ji tatiyan pêk hatiye. Komên etnîkî yên ewropî ku li herêmê dîyasporayekê pêk tînin albanî, boşnakî, çerkez (di nav de kabardî jî hene), tatarên Qirimê, yewnanî, franko-levantînî, îtalî-levantînî ne. Di nav nifûsa koçber a din de çînî, filîpînî, hindî, endonezî, pakistanî, peştûn, romanî û afro-ereb hene.

"Koçberî her tim ji bo zextên bazara kar a li Rojhilata Navîn rêyek girîng peyda kiriye. Di navbera salên 1970 û 1990an de, bi taybetî dewletên Ereb ên Kendava Faris ji bo karkerên ji Misir, Yemen û welatên Levantê çavkaniyek dewlemend a kar peyda kirine ku di heman demê de Ewropayê ji ber nêzîkbûn û mîrata têkiliyên kolonyalîst ên di navbera Fransa û piraniya dewletên Bakurê Afrîkayê de karkerên ciwan ji welatên Bakurê Afrîkayê kişandibû."[40]

Li gorî rêxistina navneteweyî ya koçberiyê, li cîhanê 13 milyon koçberên nifşê yekem ji welatên Ereb hene ku ji wan 5,8 li welatên din ên ereb dijîn. Koçberên ji welatên Ereb beşdarî gerandina sermayeya darayî û mirovî li herêmê dibin û bi vî awayî pêşveçûna herêmî bi girîngî pêş dixin. Di sala 2009an de welatên ereb bi tevahî 35,1 milyar dolarê amerîkî di herikîna pereyan de wergirtin û pereyên ku ji welatên din ên erebî ji Urdun, Misir û Libnanê re têne şandin ku ji sedê 40 heta ji sedê 190 ji dahatên bazirganiyê yên di navbera van û welatên din ên erebî de zêdetir in. Li Somaliyê şerê navxweyî yê Somaliyê mezinahiya dîyasporaya Somalî pir zêde kiriye ku ji ber vê şerê gelek ji somaliyên herî xwende ber bi welatên Rojhilata Navîn û her weha ber bi Ewropa û Amerîkaya Bakur ve koçber bûne.

Welatên Rojhilata Navîn ên ne-ereb ên wekê Tirkiye, Îsraîl û Îran û Kurdistan jî rastî dînamîkên koçberiyê yên girîng hatine. Di heman demê de li herêmên Kurdistanê ji ber zextên dewletên desthilatdar di dîrokên cêhêreng de gelek kurd ji herêmên cihêreng ên Kurdistanê koçberê welatên ewropî û koçberê welatên cihêreng ên cîhanê bûne. Ji ber van sedeman, di sedsala dawî de hejmareke mezin ji Kurd, cihû, asûrî, yewnanî û her weha gelek mandayiyan ji welatên wekê Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiye û Kurdistanê koçber bûnr. Li Îranê ji Şoreşa Îslamî ya 1979an vir ve, gelek kêmneteweyên dînî yên wekê xiristiyan, bahaî, cihû û zerdeştî koçber bûne.[41][42]

Ji aliyê hejmara axaftvanan ve şeş zimanên herî zêde ku li Rojhila Navîn têne axavtin zimanê erebî, farisî, tirkî, kurdî, zimanê îbranî ya nûjen û zimanê yewnanî ne. Di heman demê de li seranserê herêmê nêzîkî 20 zimanên hindikahiyan jî hene ku têne axavtin.[43]

Deverên jorîn ê herêmê an jî li Kurdistan zimanê kurdî, li Îranê zimanê farsî, li Anatolyayê zimanê tirkî û li Iraq, Surîyê û li nîvgirava Erebistanê zimanê erebî tê axavtin. Di heman demê de hinek zaravayên erebî li hin deverên cîran ên welatên cîran ên ne-ereb jî têne axaftin. Li Yemen û li Omanê jî çend zimanên erebiya başûr ên nûjen wekê mehrî û soqotrî têne axaftin. Zimanekî din ê semîtî aramî ye û zaravayên wê bi piranî ji aliyê asûrî û mandayiyan ve têne axavtin û aramiya rojava hê jî li du gundên nêzîkî Şama Sûriyeyê tê axavtin. Herwiha li Misirê civateke berberîaxêv a oasîsî heye ku ziman wekê siwa jî tê zanîn ku ev zimaneke malbata afro-asyayî ya ne-semîtîk e.[43]

Zimanê farisî duyem zimanê herî berbelav ew ku Rojhilata Navîn tê axaftin. Her çend zimanê farisî bi giranî li Îranê û li hinek deverên sinorî yên welatên cîran were axaftin jî, Îran yek ji mezintirîn û yek ji welatên herî qerebalixê herêmê ye.[44]

Di heman demê de yek ji zimanên ku li herêmeke berfireh ê Rojhilata Navîn tê axavtin zimanê kurdî ye ku li seranserê Kurdistanê li devereke berfireh ê Anatolyayê û devereke berfireh ê Xorasanê tê axavtin. Zimanê kurdî yek ji zimanên malbata hind û ewropî ye ku di nav şaxa zimanê îranê de ye. Zimanên din ên îranî yên rojavayî yên li herêmê tên axavtin açomî, deylamî, semanî, lurî û gelekên din in.[45]

Yek ji zimanên ku li Rojhilata Navîn tê axavtin zimanê tirkî ye ku bi piranî li Tirkiye û li Qibrisê tê axavtin. Zimanê tirkî ya ku li Rojhilata Navîn tê axavtin berdewamiya tirkî ya osmanî ye ku zimanekî oxizî ya rojavayî ye ku zimaneke ji koma oxizî ya malbata zimanên tirkî ye.[43]

Zimanê îbranî ku zimanê fermî yê Îsraêlê ye ku ji îbraniyan ve li Îsraêlê tê axavtin. Zêdeyî ji %80 ji nifûsa Îsraêlê bi zimanê îbranî diaxivin û ji %20ê din jî bi zimanê erebî diaxivin. Îbranîya nûjen tenê di sedsala 20an de ji aliyê mirovan ve hatiye axavtin ku di dawiya sedsala 19an de ji aliyê Elizer Ben-Yehuda (Elizer Perlman) û koçberên cihû yên ewropî ve hatiye vejandin û yekem axaftvanê xwemaliyên îbranî di sala 1882an de ji dayik bûne.

Zimanê yewnanî yek ji du zimanên fermî yên Qibrîsê ye û zimanê sereke yê welêt e. Li seranserê Rojhilata Navîn civakên piçûk ên axaftvanên zimanê yewnanî hene ku heta sedsala 20an zimanê yewnanî li Anatoliyayê (piştî zimanê tirkî duyem zimanê herî zêde bû ku hatibû axaftin) û li Misirê jî bi berfirehî dihat axaftin. Di serdema kevnare de, yewnaniya kevnare ji bo gelek deverên rojavayê Rojhilata Navîn lingua franka bû ku heta belavbûna misilmanan li gelek deverên Rojhilata Navîn bi berfirehî hatibû axavtin.[46]

Rojhilata Navîn ji aliyê baweriyan ve herêmeke pirreng e ku bingeha gelek dînan li Rojhilata Navîn hatiye avakirin. Herêm ji serdema sumeran ve û berê serdema malavaniya gelek baweriyên cihêreng kiriye ku ji baweriyên pirxwedayî bigire heya dînên yekxwedayî yên îbrahîmî li vê herêmê derketine holê.[47] Îslam dînê herî berfirehê Rojhilata Navîn e. Li gel Îslamê dînên wekê xiristiyanî û cihûtî li herêmê têne dîtin. Civakên xiristiyan li Rojhilata Navîn roleke girîng lîstine û wan ji %78ê nifûsa Qibrisê û ji %40,5ê ji nifûsa Libnanê pêk anîne ku li wir serokkomarê Libnanê, nîvê kabîneyê û nîvê parlamentoyê yek ji rîtûelên cûrbecûr ên xiristiyan ên libnanî dişopînin.[48] Herwiha dînên kêmneteweyên girîng ên wekê baweriya bahayî yarsanî, êzdîtî, zerdeştî, mandaî, druzîtî û şabakî hene û di demên kevnar de herêm warê olên Mezopotamyayê, dînên wekê kenanî, manî, mîtraîzm û gelek mezhebên yekxwedayî yên gnostîk bû.[49][50]

  1. Bedirxan, Kamiran Alî (1986). Roja Nû, 1943-1946. Uppsala: Jîna Nû. r. 12-13:1.
  2. Cairo, Michael F. (18 çiriya pêşîn 2012). The Gulf: The Bush Presidencies and the Middle East (bi îngilîzî). University Press of Kentucky. ISBN 978-0-8131-3672-1.
  3. History of the Office of the Secretary of Defense: The formative years, 1947-1950 (bi îngilîzî). Government Printing Office. ISBN 978-0-16-087640-0.
  4. Kahana, Ephraim; Suwaed, Muhammad (13 nîsan 2009). Historical Dictionary of Middle Eastern Intelligence (bi îngilîzî). Scarecrow Press. ISBN 978-0-8108-6302-6.
  5. Cairo, Michael F. (18 çiriya pêşîn 2012). The Gulf: The Bush Presidencies and the Middle East (bi îngilîzî). University Press of Kentucky. ISBN 978-0-8131-3672-1.
  6. History of the Office of the Secretary of Defense: The formative years, 1947-1950 (bi îngilîzî). Government Printing Office. ISBN 978-0-16-087640-0.
  7. Kahana, Ephraim; Suwaed, Muhammad (13 nîsan 2009). Historical Dictionary of Middle Eastern Intelligence (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing PLC. ISBN 978-0-8108-6302-6.
  8. "Koppes, CR (1976). "Captain Mahan, General Gordon and the origin of the term "Middle East"". Middle East Studies. 12: 95–98". www.tandfonline.com. doi:10.1080/00263207608700307. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2026.
  9. Fromkin, David (1989). A peace to end all peace: creating the modern Middle East; 1914 - 1922 (Çapa 1). New York, NY: Holt. ISBN 978-0-8050-0857-9.
  10. "Cambridge Collections Online : The Middle East / Arabia: 'the cradle of Islam'". web.archive.org (bi îngilîzî). Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 tîrmeh 2011. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2026.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. Roger Adelson (1995). London and the invention of the Middle East. Internet Archive. Yale University Press. ISBN 978-0-300-06094-2.
  12. Riehl, Simone (27 tebax 2014). Agriculture in the Ancient Near East. rr. 1–15. ISBN 978-94-007-3934-5.
  13. Pillalamarri, Akhilesh. "Exploring the Indus Valley's Secrets" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2026.
  14. "Hittite | Definition, History, Achievements, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 18 hezîran 2026. Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2026.
  15. The Oxford Encyclopedia of Archaeology in the Near East (bi îngilîzî) (Çapa 1). Oxford University Press. 1 kanûna paşîn 1997. doi:10.1093/acref/9780195065121.001.0001. ISBN 978-0-19-506512-1.
  16. Güterbock, Hans G. (1997). Hoffner, Harry A. (edîtor). Perspectives on Hittite civilization: selected writings of Hans Gustav Güterbock. Assyriological studies. Chicago, Ill: Oriental Inst. of the Univ. of Chicago. ISBN 978-1-885923-04-2.
  17. "Verifying your browser". ixtheo.de. Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2026.
  18. Turchin, Peter; Adams, Jonathan M.; Hall, Thomas D. (26 tebax 2006). "East-West Orientation of Historical Empires and Modern States". Journal of World-Systems Research (bi îngilîzî): 219–229. doi:10.5195/jwsr.2006.369. ISSN 1076-156X.
  19. "Kingdom of Sheba - Madain Project (en)". madainproject.com. Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2026.
  20. King, Justin (22 adar 2012). "Ugarit". World History Encyclopedia (bi îngilîzî).
  21. Brosius, Maria (2006). The Persians : an introduction. Internet Archive. London ; New York : Routledge. ISBN 978-0-415-32089-4.
  22. "A history of Kurdish navigation - KURDISTANICA" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2026.
  23. "Ayyubid dynasty | Rulers, History, Founder, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 15 hezîran 2026. Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2026.
  24. TV, Stêrk (30 tîrmeh 2024). "PÎK: Peymana Lozanê di dîrokê de rûreşî ye". Stêrk TV. Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2026.
  25. Pons, Silvio; Service, Robert, edîtor (2022). A Dictionary of 20th-Century Communism. Princeton, NJ: Princeton University Press. ISBN 978-1-4008-3452-5.
  26. McCauley, Martin (2014). The Rise and Fall of the Soviet Union. Longman History of Russia (Çapa 3). Hoboken: Taylor and Francis. ISBN 978-1-317-86783-8.
  27. "CO2 Emissions | Global Carbon Atlas". www.globalcarbonatlas.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2026.
  28. "World Bank Open Data". World Bank Open Data. Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2026.
  29. Abbass, Rana Alaa; Kumar, Prashant; El-Gendy, Ahmed (1 sibat 2018). "An overview of monitoring and reduction strategies for health and climate change related emissions in the Middle East and North Africa region". Atmospheric Environment. 175: 33–43. doi:10.1016/j.atmosenv.2017.11.061. ISSN 1352-2310.
  30. Al-mulali, Usama (1 çiriya pêşîn 2011). "Oil consumption, CO2 emission and economic growth in MENA countries". Energy. 36 (10): 6165–6171. doi:10.1016/j.energy.2011.07.048. ISSN 0360-5442.
  31. Tagliapietra, Simone (1 çiriya paşîn 2019). "The impact of the global energy transition on MENA oil and gas producers". Energy Strategy Reviews. 26: 100397. doi:10.1016/j.esr.2019.100397. ISSN 2211-467X.
  32. "How the Middle East is suffering on the front lines of climate change". World Economic Forum (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2026.
  33. Euractiv (21 kanûna pêşîn 2018). "With climate change, life in the Gulf could become impossible". Euractiv (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 6 tîrmeh 2026.
  34. Pal, Jeremy S.; Eltahir, Elfatih A. B. (2016). "Future temperature in southwest Asia projected to exceed a threshold for human adaptability". Nature Climate Change (bi îngilîzî). 6 (2): 197–200. doi:10.1038/nclimate2833. ISSN 1758-6798.
  35. Giovanis, Eleftherios; Ozdamar, Oznur (13 hezîran 2022). "The impact of climate change on budget balances and debt in the Middle East and North Africa (MENA) region". Climatic Change (bi îngilîzî). 172 (3): 34. doi:10.1007/s10584-022-03388-x. ISSN 1573-1480. PMC 9191535. PMID 35729894.
  36. Brauch, Hans Günter (2012). Scheffran, Jürgen; Brzoska, Michael; Brauch, Hans Günter; Link, Peter Michael; Schilling, Janpeter (edîtor). Policy Responses to Climate Change in the Mediterranean and MENA Region during the Anthropocene (bi îngilîzî). Berlin, Heidelberg: Springer. rr. 719–794. doi:10.1007/978-3-642-28626-1_37. ISBN 978-3-642-28626-1.
  37. 1 2 3 "World Economic Outlook Database, April 2023". IMF. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2026.
  38. ""The MENA faces some of the highest unemployment rates in the world, with an average rate of 10.8%, excluding GCC countries. Still, the youth unemployment rate remains far higher than that"". X (formerly Twitter) (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2026.
  39. "Youth unemployment in Arab states worse than pre-Covid years, report reveals". Middle East Monitor. 12 tebax 2024. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2026.
  40. Studies (CIRS), Center for International and Regional; Hassan, Islam (1 kanûna paşîn 2017). "The State of Middle Eastern Youth". CIRS Special Issue of The Muslim World.
  41. "The Renaissance of the Assyrian Church of the East". The Church of the East: 269–284. 2016. doi:10.5040/9781350988538.ch-012.
  42. Cecolin, Alessandra (2016). Iranian Jews in Israel. I.B.Tauris. ISBN 978-0-85772-788-6.
  43. 1 2 3 "Middle Eastern Languages". Language Scientific (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 8 tîrmeh 2026.
  44. "Persian, Iranian". Ethnologue (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 tîrmeh 2026.
  45. "Kurdish language | Kurdish Dialects, Writing System & Grammar | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 tîrmeh 2026.
  46. "Greek language | Definition, Alphabet, Origin, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 3 tîrmeh 2026. Roja gihiştinê 8 tîrmeh 2026.
  47. Raheb, Mitri; Lamport, Mark A., edîtor (2021). The Rowman & Littlefield handbook of Christianity in the Middle East. The Rowman & Littlefield handbook series. Lanham: Rowman & Littlefield. ISBN 978-1-5381-2417-8.
  48. "Population: demographic situation, languages and religions". eurydice.eacea.ec.europa.eu (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 6 adar 2025 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 tîrmeh 2026.
  49. Fuccaro, Nelida (1999). The other Kurds: Yazidis in colonial Iraq. Library of modern Middle East studies. London: I.B. Tauris. ISBN 978-1-86064-170-1.
  50. Held, Colbert C. (1989). Middle East Patterns: Places, People, and Politics. John Thomas Cummings (Çapa 6). Boulder: Routledge. ISBN 978-0-429-96200-4.