Here naverokê

Fehmî Balayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Fehmî Balayî
Jidayikbûn1 tîrmeh 1963 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Fehmî Balayî wênesazê kurd e ku di sala 1963an de li Başurê Kurdistanê li Berwarî bala ser bi parêzgeha Dihokê ve hatiye dinê.[1]

Sala 1986 xwendina li Înstîtuta Hunerî li Mûsil bi dawî aniye, beşa şêwekarî dîplom wergirtiye. Sala 1992-1995 mamosteyê Înstîtuta Hunerî bûye li Duhokê. Sala 1993-1995 weke serokê Yekîtiya Hunermendên Kurdistana Başûr li Duhokê çendîn pêşangehên teybet û girop li Kurdistan ê û Îraqê vekirîne. Sala 1995 koçberî Elmanya bûye û li Bajarê Berlînê digel malbata xwe û hevala xwe ya helbestvan Hêvî Berwarî û du zaroyên bi navên Komat û Agirî bi hev re dijîn. Sala 1997 Navenda Çand û Hunera Kurdî li Berlîn dameziraye, niha weke serokê wê bi fermî li Berlînê kar dike. Endamê Înstîtuta Kurdî ji bo Zanist û Lêkolînê li Berlîn e. 8 pêşengehên hunerî yên taybet li Almanya û Ewropa vekirîne, endamê Komela Resamên Berlînê, endamê Bingeha Kulturî ya Rusya ya li Berlîn, endamê neqaba hunermendên Îraqî ye, gelek nivîsên hunerî, dîrokî li rojname û kovarên kurdî belav kirîne. Pirtûkek li jêr navê (Mezopotamya-bingehê hunera şêwekariya kurdî) ji 322 rûpela pêk tê, li jêr çapêye. Pirtûkek lêkolîna reng li ber amadebûnê ye. Katelokek tabloyên hunera wî li jêr navê (rengên welatekî winda) çapkiriye niha jî berdewam e li ser wêne kirin û nivîsînên hunerî.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "Tabloyên Fehmî Balayî | Le Monde diplomatique Kurdî". diplo-kurdi.com. Ji orîjînalê di 5 hezîran 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 hezîran 2021.