Ferzan Şêr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ferzan Şêr
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ferzan Şêr (bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan), helbestvan û nivîskarekî kurd e ku di sala 1986an de li gundê HezyatêBişêriya Batmanê çêbû.

awakî çalak bi karê rexnegiriya wêjeya kurdî ve eleqedar e. Kurtejiyan, Kronolojik • Di sala 1986’an de li gundê Hezyatê yê Bişêriyê çêbû. • 2004 Lîse (Batman Anadolu Lisesi) kuta kir. • 2005 zaningeha Hacettepeyê beşa "Fizyoterapî Û Rehabîlîtasyonê" kar kir. • Di sala 2008’an de çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên “Tîroj” û “Evrensel Kültür”ê ve hatibû organîzekirin de xelata yekemîniyê wergirt. • 2009 de berhema wî ya ewil Otopsiya Berbejnekê hat çapkirin. • 2010 ji zaningeha Hacettepe ji Beşa "Fizyoterapî Û Rehabîlîtasyonê" lîsansa xwe wergirt. • 2010an ji bo xwendina di beşa Comperative Litrature (Wêjeya Berawirdî) zaningeha Bilgi ya Stenbolê koçî stenbolê kir. Li Stenbolê li nexweşxaneyeke taybet dest bi karê xwe kir. • 2011 li zaningeha Bilgi ya Stenbolê, di beşa Comperative Litrature (Wêjeya Berawirdî) dest bi xwendina lîsansa bilind kir. • 2013 Mastera xwe ya li zaningeha Bilgi ya Stenbolê, bi teza bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî)” di şêwirmendiya Jale Parla û di juriya Murat Belge, Nazan Aksoy û Jale Parla de kuta kir. • 2014 de li gel hevalên xwe dest bi derxistina kovara Zaremayê kir. • 2015 Pêşbaziya çîrokan ya Nureddîn Zazayî de endamê juriyê bû.

Karê wî yê edîtorîkirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di kovara Ajdayê ya ku ji aliyê hin xwendekarên Enqereyê ve dihat weşandin de edîtorî kir. Di sala 2008an de çîroka wî ya bi navê Min bi perrên kevokan bifirrînin, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên Tîroj û Evrensel Kültürê ve hatibû organîzekirin de xelata yekê wergirt. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna Kovara W, Çirûsk, Ajda û Tîrojê de weşiyan.

Pirtûka wî ya çapkirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûka helbestan a Ferzan Şêr a bi navê Otopsiya berbejnekê di sala 2009an de ji hêla weşangeha Belkî ve hat weşandin. Ev pirtûka yekem a helbestvan e. •Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûnHezîrana 2015an, Werger,

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]