Kovara W (kovar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kovara W hat beralîkirin)

Kovara W kovareke çandî, hunerî, wêjeyî û rexnegirî ye.

Ji sedema ku kovareke çandî, hunerî, wêjeyî û rexnegirî li bakurê Kurdistanê weşaneke bi rêk û pêk nake, komek nivîskarên ku li Amedê û bajarên dora wê rûdinin dest bi xebateke hevkarî kirin û di meha Gelawêja 2004an de biryara derxistina Kovara W girt. Di amadekirina kovarê de 11 nivîskaran cih girtin. Navê wan 11 nivîskaran ev in: Ayhan Meretowar, Dilawer Zeraq, Hîlmî Akyol , Îrfan Amîda, Lal Laleş, Mem Bawer, Mem Mîrxan, Merdan Newayî, Rêzan Tovjîn, Serkeft Botan , Sîdar Jîr. Nivîskaran xwedîtiya kovarê li ser navê Rojîn Zarg çêkirin û edîtoriya kovarê jî dan Dilawer Zeraq û Sîdar Jîr. Lê di dûmahîkê de Edîtoriya kovarê ji aliyê Dilawer Zeraq ve hate kirin. Piştî hejmara sêyemîn niviskar Çiya Mazî û helbestvan Berken Bereh jî beşdarî nav vê komê bûn û hejmara lijneya weşanê derket 13an.

Hejmara yekem a kovarê (îlon-çiriya pêşîn) di serê meha rezbera 2004an de derket. Di hejmara yekem de şanenava 22 nivîskaran di kovarê de cih girt. Ji ber ku yekemîn car li bakurê Kurdistanê bi înisiyatîfa nivîskarên kurd kovareke wêjeyî, çandî, nirxandinû û aktuel derket, hejmara yekem ji alî xwendevanên kurdî ve bi coşî hate pêşwazîkirin û germahiyek di warê wêjekariyê de ava kir. Kovar di aliyê rexne-nirxandinê ve jî teşeyekî nû da kovargeriya kurdî.

Kovar piştî hejmara 13an ji aliyê nivîskaran ve radestî Enstîtuya Kurdî ya Amedê bû. Enstîtuyê di meha gulana 2007an de hejmara 14'mîn derxist û weşana kovarê ji hejmara 14'mîn û pê ve ji aliyê Enstîtuyê ve hate birêvebirin. Enstîtuya Kurdî ya Amedê di naverok û beşên kovarê de dewlemendiyek çêkir û hejmara nivîskarên kovarê berfirehtir kir. Her wisa Hejmara 13'mîn ku wekî hejmara demsalî ya zivistana 2006-2006an derket, lê Enstîtuyê ji hejmara 13'mîn û pê ve kovar careke din bi rengê dumehane derxist.

Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Amedê kovar wergirt, xwediyê kovarê bû Semra Ozbey û Edîtorê Weşanê jî bû Azad Zal û Enîse Şîrîn.

Hejmarên Kovarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hejmara 1em îlon-çiriya pêşîn 2004
  • Hejmara 2em çiriya paşîn-kanûna pêşîn 2004
  • Hejmara 3em kanûna paşîn-sibat 2005
  • Hejmara 4em adar-nîsan 2005
  • Hejmara 5em gulan-hezîran 2005
  • Hejmara 6em tîrmeh-tebax 2005
  • Hejmara 7an îlon-çiriya pêşîn 2005
  • Hejmara 8an çiriya paşîn-kanûna pêşîn 2005
  • Hejmara 9an kanûna paşîn-sibat 2006
  • Hejmara 10an adar-nîsan 2006
  • Hejmara 11an gulan-hezîran 2006
  • Hejmara 12an tîrmeh-tebax 2006
  • Hejmara 13an Zivistan 2006-2007
  • Hejmara 14an gulan-hezîran 2007
  • Hejmara 15an tîrmeh-tebax 2007
  • Hejmara 16an îlon-çiriya pêşîn 2007
  • Hejmara 17an çiriya paşîn-kanûna pêşîn 2007
  • Hejmara 18an sibat-kanûna paşîn 2008
  • Hejmara 19an adar - nîsan 2008
  • Hejmara 20an gulan - hezîran 2008
  • Hejmara 21an tîrmeh - tebax 2008
  • Hejmara 22an îlon - çiriya pêşîn 2008
  • Hejmara 23an çiriya paşîn - kanûna pêşîn 2008
  • Hejmara 24an kanûna paşîn - sibat 2009
  • Hejmara 25an adar - nîsan 2009
  • Hejmara 26an gulan - hezîran 2009
  • Hejmara 27an tîrmeh - tebax 2009
  • Hejmara 28an îlon - çiriya pêşîn 2009

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]