Frawartiş
Ev gotar bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin. Ji bo malpera soranî, binêre: Wîkîpediya Kurdiya Soranî. Ji bo lîsteya gotarên bi soranî-latînî jî binêre Gotara bi soranî. |
Frawartiş (Fravartish)[1] an Fraortis (Phraortes)[1] hikûmdarekî ji hikumdarên Medyayê bû ku paş Deyoses desthilatya Medyayê girt dest û 22 sal (655-633ê beriya zayînê) hikûm kir.
Le katî hatine ser textî Frawartiş, hozî skayî ke tîreyekî şerxir u cengawer bûn le dewruberî golî urmêda dejiyan. parsekanîş le başûr dejiyan. Frawartiş herdem hewlî deda ke snûrgey împiratorîî mad berbilawtir bika, ewe bû hêrşî birde ser parsekan u melbendekeyanî xste jêr deselatî xoy u qelemrewî împiratorîî madî berîntir kird. Belam ew le xuliyaî eweda bû ke hêrşîş berête ser împiratorîî aşûr u kotayî be zolm u stemî asûriyekan bênê u gelê netewe ke naçar bûn bac u pîtak u serane be asûriyekan biden le jêrî ew bêdadiyeda rizgar bikat.
Supayekî giranî ko kirdewe u berew neynewa paytextî aşûuriyekan kewte rê. Hewal geyşte aşûriyekan, ewan le pêşewe berperçî madekaniyan dayewe. Skayiyekanîş ke le dewruberî deriyaçey urmêda dejiyan u hawpeymanî aşûriyekan bûn, supayekî giraniyan le piştewe xsterê bo hêrşbirdine ser madekan u piştîwanî le aşûriyekan. Maweyekî dûrudrêj gelê şerî qurs u giran lew nêweda kira. Madekan kewtbûne gemaroy skayiyekan u aşûriyekanewe.
Le yekê lew şeraneda le salî 633î pêş zayîn Frawartiş kujra u dewletî mad kz bû u skayiyekan ke heliyan be lebar dezanî kewtine dagîrkirtin u talankirdinî melbendî madekan. Ewan nzîkey 28 sal heteran u teteraniyan le wilatî madda dekird u kewtbûne kuştubirî madekan.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Mihemed Emîn Zekî Beg (2002). Dîroka Kurd û Kurdistanê, r. 292-298. Avesta, Stembol.
Şahên Medê | ||||
---|---|---|---|---|
Deyoses (Deioces), 700-647 berî zayînê | Frawartiş (Phraortes), 647-625 berî zayînê | Kiyaksar (Cyaxares), 624-585 berî zayînê | Asteyax (Astyges), 585-549 berî zayînê | |
Ev gotara têkildarî dîrokê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |