Asteyax

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Asteyax
biguhêreBelge

Asteyax[1], (593-559 berî zayînê) padişayê dawî yê Împeratoriya Medan bû.Herodot di dîroknameya xwe de bas wî dike û dibêje ku Astiyages rojekê di xewna xwe de dîtiye ku tiştekî ji xwîşka wî peyde bûyî her deverê împeretoriya wî pêçaye. Diçe cem Koçekan û ew dibêjin ku dê xwarziyê wî li şûna wî dê bibe keyê împeretoriyê. Ji ber vê yekê ew wezîre xwe Harpages vedixwîne cem xwe û wî ji meselê agahdar dike. Dema kurekî xwîşka wî tê dinê, dîsa fermanê dide Harpages ku xwarziyê wî bikuje. Ew vî zarokî nakuje û dide malbatekê. Dema zarok mezin dibe piştî dehsalan êdî xuyaye ku ew dê bibe key rojekê. Astiyages pê agahdar dibe ku xwarziyê wî zindî ye. Ji ber vê yekê kurê Harpages dikuje û ji goştê wî xwarinekê dide Harpages. Paşê jî ji bo ku bizanibe serê kurê wî datînine pêşiya wî. Di encamê de Harpages sûnd dixwe ku heyfa xwe hilîne! Ew heyfa xwe wisa dihilîne ku di şerê girîngî di navbera Astiyages û Kûruşê xwarziyê wî de ku êdî bûbû keyê Farisan de xiyanetê li Astiyages dike û dihêle têk biçe. Di encamê de desthilatdariya Medan bi dawî dibe û Astiyages dibe dîlê Kyros (b.z. 550). Astiyagesê ku 35 salan Keyê Medan bû heya dawiya jiyana xwe li cem Kyros ma lê Kyros tu xirabiyên din li wî nekirin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mihemed Emîn Zekî Beg (2002). Dîroka Kurd û Kurdistanê, r. 292-298. Avesta, Stembol.