Gabelek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gabelek
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Passeriformes
Famîle: Laniidae
Cins: Lanius
Cure: L. nubicus
Navê zanistî yê latînî
Lanius nubicus
Lichtenstein, 1823
Pirteqalî:Havîn
Şîn:Zivistan[1]

Gabelek (bi soranî: perrbellekey qeşan, bi latînî: Lanius nubicus), cureyek e balindeyên kêzxwer e ji cinsa Lanius e.

Şayîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gabelek çûkekî 17 cm dirêj û koçber e. Serserê wî, paşstiyê wî û pişta wî reş, enî û bin zikê wî spî ye. Neksa wî sor e û boçika wî reş e.

Ciyên belavbûn û jiyanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li nav daristanan û gezikên ku pirrtir li ciyê şilorek in dijîn. Hêlîna xwe li ser darê biyan û çinaran çêdikin.

Xwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi kêzên mezin, marmarokên biçûk, kulî û carinan jî bi çûkên biçûk xwedî dibin. Weke kêzxwurên din ew jî nêçîra xwe di striyek yan jî guliyekî tûj re radike û bi werê dixwe.

Pirbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi qasî 16 rojan qurp dikeve û di navbera 4 û 7 hêkan dike. Tenê a mê li hêkan rûdinê. Lê çêl ji aliyê dê û bav tevde dihên xwedîkirin.

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Tony Harris & Kim Franklin (2000). Shrikes and Bush-Shrikes. Helm. ISBN 0-7136-3861-3.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]