Geliyê Berezan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Geliyê Berezan di navbera Agirî û Erziromê de herêmeke ku zozanên eşîra berazî bû.

Berazî berê biharan li vir, zivistanan jî li Rihayê diman. Li gorî ferhenga Apê Mûsa ya kurdî û tirkî,[1] li vir eşîrên redkî û berazî dijîn. Li bakurê Kurdistanê sê gelî hene ku navê eşîrên xwediyên wan deran hildane: Geliyê Berezan, Geliyê Zîla û Geliyê Goyan.

Di gelîye da, kurdên mihacir ên ku ji Erîvan u derûdora wê revîbûn jî hene. Van kurdan, di serdema Herba Yekem a Cîhanê da ji ber êrîşên Ermenîyan koç kiribûn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ [Mûsa Anter, Ferhenga Kurdî û Tirkî, Yenî Matbaa, 1967]