Riha

Riha
Şanlıurfa
Bajarê Rihayê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha (parêzgeh)
Serbajar Riha

Hejmara bajarokan 5 bajarok
Hejmara gundan 328 gund

Gelhe (2020) 2.115.256[1] kes
Rûerd 3.669 km2
Bajarê navendî
Gelhe (2015) 1.100.000 kes
Koordînat 37°10′2″Bk 38°47′45″Rh / 37.16722°Bk 38.79583°Rh / 37.16722; 38.79583
Bilindayî 530 m
Koda postayê 63xxx
Koda telefonê (+90) 414
Riha li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Riha
Riha
Riha (Tirkiye)
Riha li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Riha
Riha
Riha (Bakurê Kurdistanê)
Riha li ser nexşeya Riha nîşan dide
Riha
Riha
Riha (Riha)

Riha (bi tirkî: Şanlıurfa) parêzgeh, navçe û bajarrekî bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku piraniya kurdên bajar û derdora wê, ji aliyê kurdan ve wek beşek ji Kurdistana Tirkiyê tê dîtin. Li Başûrê Rojhilatê Anatolyayê piştî Amedê duyemîn bajarê herî mezin e

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Riha yek ji bajarên herî kevnare yên cîhanê ye. Her wiha di dîrokê de Riha wekî hêlîna mirovahiyê û qada şaristaniyê tê zanîn. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Rihayê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin warê Nemrûd û Îbrahîm pêxember tê bîra mirovan. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin şerê Îbrahîman ê li hemberî Nemrûdan tê bîra mirovan.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîroka navê Rihayê wek dîroka bajêr tevlihev û kûr e. Navê kevin yê bajêr Edessa ye, ji serdema helenîstî. Ev nav heta salê 300 berî zayinê dirêj dibe û ji dema Împeratoriya Seleukî maye. Navê Edessa ji aliyê Seleukos I Nikator ve li bajêr hatiye danîn. Di dema keyê Antîoxos IV Epiphanês navê xwe li bajêr kirîbe jî, demeke şun ve navê wî hatiye jibîrkirin. Padîşahê seleukî Antîoxos IV Epiphanês navê xwe li bajêr kir ("Antîoxeia", bi yewnaniya kevn: Ἀντιόχεια, lat. Antiókheia), lê ev nav piştî mirina wî hate ji bîr kirin.

Li ser navê îro, yanî li ser peyva Rihayê gelek îddaa hene. Li gorî nezariyekî peyva Rihayê ji zimanê suryanî ji peyva Orha yan Orihaî[çavkanî hewce ye], bi erebî jî ji peyva Vurihaî (Ava Pir) tê[çavkanî hewce ye]. Herwiha, hin kes navê Rihayê bi peyva yewnanî Osruan, hin kes jî bi peyva latînî Urfayva ve girê didin[çavkanî hewce ye].

Piştre nav wek Riha, Urfa hatiye guhertin. Nav ji alî tirkan ve wek "Şanliurfa" hatiye guhertin, lê bajar ji aliyê kurdan ve Riha tê zanîn.

Kronolojiya bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî Îsa (zayîn) b.z.

Piştî Îsa (zayîn) p.z.

Eyûbiyan jî gelek sala hukimdarî li Rihayê kir.

Ciyên dîrokî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî dîrok ve pir dewlemend e. Kela bajêr li navenda bajêr e. Mizgeft û gola Xelîlu'r-Rehman (Khalil al-Rahman) jî ji alî gel û turîstan ve tên ziyaretkirin. Navça Xaranê bi xaniyên xwe yên taybetî ji bo turistan ciyek gerê ye. Bendava Ataturk jî ji bo gerê û werzişên ser avê ciyek mûsaîd e.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji xeynî hêjayiyên xwe yên dîrokî, xwezaya Rihayê him li cîhanê him jî li welatê me cihekî girîng digire û di hundirê xwe de ajalên gelek nadîr xwedî dike.

Bajar di nav parelelên 36° 40 û 38° 02 bakur û merîdyenên 37° 50 û 40° 12 rojhilat de ne. Sînorên bajêr li bakur Semsûr û Diyarbekirê ve, li rojava bi Dîlok ve, li başûr bi Sûrî ve û li rojhilat jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.

Pîvana erdêer bajêr 18.584 km² ye. Erdê herêmê % 22,0 ji çiyan, % 16,3 ji deshtan û % 61,7 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê genim, ceh, nîsk, pembo, tirî û bi taybetî jî van salên dawî sebze û mewê jî li herêmê tên çandin.

Li herêmê îklîmek reshayî heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar e, lê rojên bi berf li herêmê hindik in. Li herêmê ferqa navbera di germbûna şev û rojê pir e.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kismek ji çiyayê Qerejdaxê (1919 m) dikeve hundurê hudûdên herêmê. Çiyayê bilind li herêmê tunene. Navên çiyayên herî girîng wiha ne:

Deşt, zozan, gelî û ajal[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derê ku em jê re dibêjin deşt li vir peyda ye. Di deştan de dar tune ne, bi tenê riweyên giyayî yên ku wek firkên yeksalî mezin dibin hene. Dema ku meriv ji dûr ve lê dinêre, tu ajal nayên xuyane û ev der wek col xuya dike û mixabin ajalên ku tê de dijîn nayin zanîn.

Di deştan de gelek ajalên cûda yên ku cinsên xwe pir kêm bûne tê de dijîn. Wekî gumgumokên mezin ên 1.5 metreyî, keftarên ku tenê di belgefîlman de serê xwe li hemberî şêran radikin û kergezên ku bejnê wan digihêje 2 metreyan.

Sedemên ku ev ajalan nayin zanîn ev e ku ewan, ji ber ku di deştan de dijîn, xwe baş vedişêrin û hinek ji wan tenê di şevan de aktîf dibin e. Lê belê heger meriv hinek baldartir i vê deştê dinêre wê meriv karibe ev ajalên cûda û zindî yên ku xwe veşar dikin bibîne. Ev yek jî ferqa di nava nêrîn û dîtinê de ye.

Navên deştên Rihayê wiha ne:

  • Deşta Xarranê; Mezinbûna deştê 2750 km² ye.
  • Deşta Wêranşarê; Li rojhilatê deşta Xaranê ye. Mezinbûna wê 1200 km² ye.
  • Deşta Sirûcê; li rojava yê deşta Xaranê ye, mezinbûna wî 700 km² ye.
  • Deşta Curnê reş li rojavayê Qerejdax e.

Ajalên herî balkêş ên ku xwe di deştan de vedişêrin ev in:

Herwiha, navên ajalên din ên taybet:

Çem û gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Xelîl el-Rehmen, Riha
  • Çemê Feradê; Çemê herî mezin yê Kurdistanê ye. Ji erdên Semsûrê dikeve hundirê hudûdên Rihayê. Çem di nav sê welatan de diherêke û wala dibe Xelîca Besra yê. Çemên Culap, Cavsak, Belih, Xabûr û Zengeçûr şaxên Feradê ne û di herêmê ve diherikin.
  • Gola Masiyan, Riha; 150m dirêj û 39 m fireh e. Li mizgefta Xelîl el-Rehmen e. Mehsiyên hundirê golê pîroz in û ji alî gel ve nayin girtin.
  • Gola Aynîzeliha; 50 m dirêj û 30 m fireh e. Mehsiyên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayine girtin.
  • Gola mezin û ya biçûk ji golên din yê herêmê ne.
  • Gola Bendava Ataturk

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî madenan ve ne dewlemend e. Li Rihayê tenê fosfat û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ol û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajerê Riha yê wek Bajarê Pêxamberan tê naskirin. Li gor rîvayetê gava Adem û Hewa ji bihûştê ên qewrandin, tên li Xaranê bi cih dibin. Îbrahîm pêxember, Eyûb pêxember û Îsa pêxember jî li herêmê mane. Li herêmê Misilmantî ji elewî û sunnî yan pêk tê. Kurd, Ereb û Tirk piranî ya serjimarê diafirandin. Gelê Rihayê zêdetir bi çandinî û ajalkariyê ve mijûl e. Têkiliyeke mezin nîşanî bezirganiyê nedaye û jiyana wan bi piranî li gundan domiya ye. Ji ber wê yekê ku çanda feodaltiyê û axatiyê serdest maye. Jiyan ji bajarvaniyê û şaristaniyê wêdetir di çanda gundan de girtî maye. Loma jî ji bilî vîn û biryara kes zêdetir bîryara civak û eşîrtiyê li ser dest maye. Her wiha li hemberî gotina mezinên civakê an jî eşîrê zêdetir bervêdan pêk nehatiye.

Xwarinên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî xwarinan pir dewlemend e. Xwarinin herî pir li herêmê tên xwarin kutilkên dagirtî, Acîn(çîkifte), beqlewe, kunefe (qedayif), kebeb û lehmecun nin. Taybetiyek herêmê jî xwarina îsotên tûj yên sor in

Aqît (reçela îsotê sor)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Reçela îsotê Rihayê an jî bi devoka Rihayiyan Aqît navê berekê ji pêjgeha kurdî ye û bi heqîqî ji îsotên tûj ên Rihayê tê çêkirin.

Parêzgeha Rihayê bi îsotên xwe yên sor û tûj bi nav û deng e, lewra tê gotin ku gelê Rihayî ji tûjbûna xwarinan pir hez dikin. Ewqas ku, gotineke pêşiyinan dibêje 'Li Rihayê îsot êmzika bebikan e'! Ji ber vê yekê îsot beşeke girîng a xwarin û pêjgeha Rihayê ye. Herwiha, aqît jî, ji bo tûjkirinê weke sos an jî baharata gelek xwarinan tê bikaranîn.

Ji bo aqîta îsotan divê ev malzeme hebin: 1 kg ji îsotên tûj ên sor, 1 kefçiya çayê ji darçîn, nîv bardaxek ji rûna zeytûnê û nîv kefçiya çayê ji îsota reş.

Berî her tiştî îsotên sor divê bên şuştin, birrîn û ji dendikan pakkirin. Piştre îsot ji makîneya goştan tê derbaskirin û di amanekê de tê komkirin. Ji bo ku ava xwe kêmtir be xwê dixin nav, tev didin û li ber rojê rêdixin. Paşê îsota reş, darçîn û rûna zeytûne li ser ve tal dikin û baş tev didin. Êdî reçela îsota sor - an bi navê xwe yê otantîk 'aqît' - ji bo pêjgehê amade ye û kare wek 'etûr an jî sos bê xwarin.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di serê jinan de sharpeyek (yamshak) hene. Keçên ciwan kofiyek bi sharpeyek sipî (neçek) li serê xwe dikin. Li ser fîstanên dirêj, çakêtek dirêj tê li xwe kirin. Îshlik bê yaxe nê. SHalwarên ku jêra wan teng di bin fîstan de tê li xwe kirin. Di nigan de gorên hirî û pêlavên lastîk yê resh hene.

Zilamên herêmê entariyên ber wan girtî li xwe dikin. Çakêt, shalwar û îshlik jî li hinek deveran li xwe dikin. Di serê zilaman de "egalên sipî" hene. Di nigan de "qondere" yan jî " lastîkên resh" tê li xwe kirin.

Ragihandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Riha balafirgehek heye û navê wê Balafirgeha GAP'ê ye.

Navdarên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

# Kes Pîşe
1 Abdullah Öcalan Siyasetmedar
2 Ferhat Göçer Stranbêj
3 İbrahim Tatlıses Hunermend
4 Mahmut Tuncer Hunermend
5 Murat Karayılan Fermandar
6 Müslüm Gürses Hunermend
7 Nabî Hunermend
8 Qazanci Bedîh
9 Şivan Perwer Hunermend
10 Yılmaz Güney Lîstikvan

[2]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]