Gencî Pir (albûm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gencî Pîr albûma şeşemîn yê Zakaria (Zekerya) ye.

Di albûma dawîn ya Zakaria de 12 stran cîh digirn ku navên stranan ewin:

01. Direng Hatî
02. Gullê
03. Kîjê Nekey
04. Min Tu Navê
05. Gencî Pîr
06. Tom Dewê
07. Carê Dill Dedey
08. Rojî Bextim
09. Bo Min Be
10. Derdê Te
11. îşqit
12. Çon Dillit Dê

Şêwaza albûmê wek albûmên berê ya Zakaria nêzî senteza pop û erebesk e. Vîdeoklîpa yekem a albûmê bo strana "Gullê" li Stenbolê u Kapadokiaye hatÎye kişandin.Tê payîn ku Zakaria wek albûmên xwe yên berê bi vê albûma xwe jî bazara muzîka Kurdî bihêjîne.

Wek tê zanîn Zakaria ji bajarê Kurdistana azad a Hewlêr ji dayik bûye. Bi taybetî li Kurdistana azad bandora muzîka tirkî ya hunermendên esl-kurd ku eslên xwe înkar dikin wek Îbrahîm Tatlises, Küçük Emrah û hwd bi saya Zakaria hate şikandin û gelek Kurd bi navberiya muzîka Zakaria vegeriyan muzîka Kurdî û dev ji muzîka tirkî berdan.

Her wiha albûma Zakaria yê bi navê "Têlînaz" li bakurê Kurdistanê jî hate belav kirin û "Têlînaz" 2004'an di nava albûmên Kurdî de bû albûma yek ji herî zêde hate firotin.