Here naverokê

Cins

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Genus hat beralîkirin)
Dabeşandina biyolojîk

Cins, celeb (herwiha bi latînî: genus) di birêkûpêkiya yan sîstematîka riwek û ajalan de navê hiyerarşiyekê ye. Cins di nava xwe de cureyan dihewînin. Ji cinsê mezintir famîle ye. Herî kêm du cins dibin famîleyek.

Binavkirin ji Carl von Linné tê ku sala 1753'ê de di Species Plantarum de bo riwekan bikaranîye. Di dehem çapa Systema Naturaeyê de (sala 1758), ev binavkirin herwiha bo ajalan jî hatiye bikaranîn.

Heger cins ji gelek cureyan pêk tê û di nava cureyên wê hin cudatî hene, di nava xwe de hiyerarşiyeke nû dertîne:

  • Çîn (bi latînî: classis) an çîna cinsê. Hinekan binekom jî bikaranîne.
  • Seksiyon, liq, hob, beşa çînê
  • Bineseksiyon, binehob, bineliq, binebeşa çînê
  • Rêze, serî
  • Binerêze, bineserî

Mixabin li ser floraya Kurdistanê xebatên zanistî nîn an kêm in. Di bikaranîna rêmanan de carnan tevlîhevî derdikevin.

Wêje[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rüdiger Wehner, Walter Gehring: Zoologie. Thieme, Stuttgart 1990, ISBN 3-13-367422-6, S. 541 ff. (almanî)