Zoolojî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zoolojî
(Ajalnasî, Lawirnasî)


Şaxên Zoolojîyê

Ekînodermolojî

Wormolojî

Koelenteratolojî

Spongîolojî

Malakolojî

Artropodolojî

Protozoolojî

Ornîtolojî

Herpetolojî

Mammalojî

Îxtiyolojî

Şaxên Zoolojîyê

Ajalnasî yan jî zoolojî, lawirnasî zanista jîyannasî ye ku li ser ajalan lêgerînê dike. Hemû ajalên di dîrokê de jîyane lê vêga cureyên wan ji holê rabûne û yên îro li ser cîhanê dijîn mijara lêgerîna ajalnasîyê ne. Dîroka hewldana lêgerîna ajalan gelekî kevn e.

Dibe ku ajalnasî ya ku bi meraq û meyla lêgerînê ya mirovan derketîye holê, bi qasî dîroka mirovahîyê kevn e. Berîya her tiştî raman û belgeyên nivîskî yên li ser lêgerîna ajalan di çandên Misir, Îranî û Yewnanî de têne dîtin. Bi pênase û fonksîyona sade ya ajalên berê, pêşkeftina embryonîk, xwarin, tenduristî, tevger, rakend û pêşkeftina wan; dest bi vekolîna hawîrdora wan û têkilî û pêwendîya wan bi jîndarên din re kir.

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyva "ajalnas" ji ajal û nas tê. Paşgira -nasî di kurdî de tê wateya zanistê yan pisporîyê.

(Yewnanîya kevn; ζῷον, zōion ('ajal', 'lawir'), û λόγος, logos ('zanîn', 'zanist')

  • ζῷον-λόγος, zōion-logos ('zanîna ajal', 'zanistê ajal')

Dîroka Ajalnasîyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhema Conrad Gesner (Historia animalium) destpêka ajalnasjîya nûdem tê hesibandin.

Mirovên pêşdîrokê ji bo ku bijîn, neçar bûn ku li ser ajal û riwekên li dora xwe lêkolîn bikin. Ji bo dîtina rê û rêbazên sûdwergirtina ji van ajalan û riwekan, mirovan li ser van jîndara lêkolîn kirine. Li Fransayê wêneyên şikeftan, gravur û peykerên 15.000 sal berê hene ku gamêşa kûvî, hesp û ask bi hûrgulî nîşan didin. Wêneyên bi heman rengî yên ji deverên din ên cîhanê nîşan didin ku ajalên hatine lêkolînkirin, xêzkirin, berhemkirin bi piranî Ji ajalên ji bo xwarinê dihatin nêçîr kirin pek tê.

Şoreşa Neolîtîk a ku gelemperî bi kedîkirina ajalan tê naskirin, di tevahîya Antîk de berdewam kir. Kiryar û teknîkên sewalkarîyê her wiha masîvanî û nêçîrvanîyên li Rojhilata Nêzîk, Mezopotamya û Misirê bi saya şayesên (teswîrên) realîst ên ajalên kovî û sewal têne hezrkirin. Piştî dahênandina nivîsê, bandorên ajalnasîyê bi bikaranîna şayesên ajalan di wênenivîsên (hieroglifên) Misrê de jî xuya dikê.

Her çiqas têgîna ajalnasîyê wekî beşek yekane pir pişt re derketibê jî, zanistê zoolojî ji "dîroka xwezayî" derketîye holê û digihîje xebatên jîyannasîyî ên Arîstotelês û Galen di heyna antîk ê Greko-Romen de. Arîstotelês, berî zayînê di sedsala çaran de li ser bastûr, peresîn û bûyenên (fenomenên) jîyanî yên ajalan lêkolîn kir. Ajalan li du koma belavkir, "ajalên bi xwîn" movikdarên îroyîn û "ajalên bê xwîn" bêmovikên îroyîn.

Çarsed sal şûnda, nijdarê Romayî Galen ji bo lêkolîna anatomî û fêmkirina erkên (fonksîyonên) lebatan, ajala laşkolî (dissection) kir lewra ku di wê demê de laşkolîna mirovan qedexe bû.

Di piştî serdema post-klasîk de, zanist û nijdarîya Rojhilata Navîn li cîhanê ya herî pêşkeftî bû lewra têgînên ji Yewnanistana Kevnar, Roma, Mezopotamya û Iran û her weha kevneşopîya kevnar a Hindî ya Ayurveda, di heman demê de gelek pêşkeftin û nûbûn pêk anî. Îro berhema Conrad Gesner ê "Historia Animalium" destpêka ajalnasîya nûjen tê hesibandin. Piştî vê demê gelek ajalnas derketin holê û li hemû beşên ajalnasîyê de dest bi xebat kirin û gelek agahîyên nû li mirovahîyê re diyarî kirin.

Ajalnasên Girîng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aristotle (348 BC – 322 BC)

Arîstoteles yek ji fîlozofên herî tê naskirin e. Ew jî şagirtê Platon bû û paşê bû mamosteyê Îskenderê Mezin . Her çend nasnameya Arîstoteles a zoolog kêm tê zanîn jî, wî bi yekem polandina ajalan tevkarîyên mezin di zanista ajalnasîyê de kir. Li gorî Arîstoteles ajalan ê] bê xwîn û bi xwîn ji hev vediqetehan. Di lêkolînên xwe de, nêzîkî 450 cureyên ajalan lêkolîn kir û di berhemên xwe de qala wan kir. nêzîkî 50 ajalan jî bi hûrgulî lekolîn kir. Li ser ajalên ku bi hûrgulî lêkolîn kir jî laşkolî kir û bastûrên wan ên hundurîn lêkolîn kir. Arîstoteles her weha berhemên zoolojîk nivîsand ku ev berhama îro wekî bingehên ajalnasîyê tên hesibandin. Ev berheman De Generatione Animalium, Historia Animalium û De Partibus Animalium in.

Jean-Baptiste Lamarck (1774 – 1829)

Polandina Zanistê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Projeyên Zoolojîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Websîteyan Zoolojîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşên Ajalnasîyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşên Taksonomîkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Movikdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bemovik[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Netaksonomîkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]