Here naverokê

Gijnîj

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gijnîj
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
(ne aşkera ye): Asterids
Kom: Apiales
Famîle: Apiaceae
Cins: Coriandrum
Cure: C. sativum
Navê zanistî yê latînî
Coriandrum sativum
L.

Gijnîj an jî Şemujek (Coriandrum sativum) hêşînahiyek, riwekek ji famîleya bexdenûsan (Apiaceae yan Umbelliferae) e. Giha û yeksalane ye. Du cureyên wê hene. Çandinî (kedî) û kûvî (bejî). Hêşînahiyek bêhnnexweş e.

Bejna wê 20- 80 cm bilind dibe. Belgên wê keskê vekirî û 3 pirt wek bexdenûsan e. Kulîlkên wê di gupikên çîqan de dibişkivin, 10-20 lib bi hev re sîvankekê pêk tînin, hêkane û sernûxîn in. Rengê kulîlkan spî û peyazî ne. Fêkiya wê girover, rengê wan reş, esmer an jî qehweyî ne. Ji gijnîjê çay, dermanên xweristî, ji rûnê bizrê wê ji bo tedawiyan aroma, bizrê wê jî wek biharbêhn (biharat) tê xebitandin.