Girava Gencîneyê (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Girava gencîneyê
Nivîskar Robert Louis Stevenson
Sernavê xwemalî Treasure Island
Wergêr Bilal Çelik
Ziman Înglîzî
Weşanxane Weşanxaneya Lîs
Rûpel 260
ISBN ISBN 978-6055683405

Girava Gencîneyê (bi sernavê resen ê înglîzî: Treasure Island) navdartirîn roman e ku ji aliye nivîskarê skotî Robert Louis Stevenson ve hatiye nivîsandin û di sala 1883yan de çap bûye. Romana serpêhatiyê derbarê gencîneyekî keleşan e ku hatiye bin ax kirin. Ew mijar di romanên serpêhatiyê de hezkirî ye. Romana Girava Gencîneyê bi taybet wek pirtûka ciwanan ema bi gelek fîlman jî popûler bû. Pirtûk ji aliyê Bilal Çelik ve hatiye wergerandin bi kurdî.

Naverok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexşeya Girava Gencîneyê li gorî Stevenson

Îngilistana sedsala 18em mêvananeke bi navê Mêvanxana Amîral Benbow a li ser piyê perava başûrê Îngilistanê. Jim Hawkinsê xortik ê kurê xwediyên vê xana ku dihêle ev malbat encax bikaribe bidebire. Heyameke ku li cîhanê, li ser deryayên dûredest, keştî û qewteyên keleş, korsan û rêbirran didine çirvîtkan, rojekê riya kevnekorsanekî bi navê Billy Bones bi vê xanê dikeve. Billy Bones ne yekî xalî ye, bi hatina ku tê xanê, qedera Jim Hawkins û malbata wî û birrek kesan diguherîne. Bones, li gel ku dibe sedema mirina bavê Jim, bi xwe re bela û bobelateke mezin jî tîne. Ji ber ku Bones li pey gencîneya korsanekî xeternak ê bi navê Flint e, ku Flint bi xwe kevnehevalê Bones e, ji bo ku vê gencîneya ku ji aliyê giraniya xwe ve bê hevta ye bi dest bixe, li kar e her tiştî bike. Bones wexta hatî vê xanê, pê re nexşeyek heye, ku nav û nîşanên giravekê û ciyê ku ev gencîneya mijara behsê lê hatiye veşartin nîşan dide.Lê çembera bûyer û qewaman fireh dibe, li şûna ku gencîne bibe para vî korsanî, bûyer û qewam dikin ku Jimê xortik bibe serpêlewanê çîrokê û li pey vê gencîneyê dest bi serpêhatiyeke dûr û dirêj bike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]