Robert Louis Stevenson

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Robert Louis Stevenson
Robert Louis StevensonJune 1885.jpg
Robert Louis Stevenson (1885)
Jidayikbûn
Robert Lewis Balfour Stevenson Li ser Wîkîdaneyê biguherînê

13 çiriya paşîn 1850 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Mirin 3 kanûna pêşîn 1894 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Vailima, Samoa Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Sedema mirinê Cerebral hemorrhage li ser wîkîdaneyê biguherînê(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanê Mount Vaea Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Hevwelatî Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Îrlendayê, Keyaniya Yekbûyî Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Perwerde
  • Zanîngeha Edinburghê Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Pîşe
Xebat
Bandorbar
Hevjîn
  • Fanny Stevenson (1880–1894) Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Dê û bav
  • Thomas Stevenson Li ser Wîkîdaneyê biguherînê (bav)
  • Dennis Andrade Huacon Li ser Wîkîdaneyê biguherînê (dê)
Xizm
  • D. E. Stevenson (first cousin once removed descending) Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Signature of Robert Louis Stevenson.jpg
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge

Robert Louis Balfour Stevenson (jdb. 30ê çiriya paşîn a 1850an li Edinburgh, Skotlenda; m. 3ê kanûna pêşîn a 1894an  li Vailima, li nêzîkê Apia, Samoa) romannivîs, helbestvan û gerrnamenivîsek skotî û ji cêlê nû-romantîzma inglîzî bû.  Stevenson bi nexweşiya tuberkulozê ket û tenê 44 salî bû; lêbelê, ewî berhemeke berfireh ji çîrokên rêwîtiyê, wêjeya serpêhatî û romana dîrokî, û hem jî helbest û gotarên xwe hişt. Berî her tiştî, klasîkên pirtûkên ciwanan Girava Gencîneyê û romana tirsnakê Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde , ji bo bûyera dabeşkirina kesayetiyî ve girêdayî ye û dikare wekî romanek tirsa psîkolojîk were xwendin. Hin roman îro hîn jî popûler in û ji bo adaptasyonên pirjimar wek nimûne xizmet kirine.

Jiyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Zarokatî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Robert Louis Stevenson wek tenê kurê endezyar û çêkerê fanosên deryayî Thomas Stevenson û Margaret Isabella Stevenson, ji malbata Balfour (1829-1897), li 8 Howard Place, Edinburgh ji dayik bû. Bi eslê xwe navê wî yê noqkirinê Robert Lewis Balfour bû; Di temenê 18 saliyê de, bavê wî Lewis guvaştibû bi forma fransî "Louis" da ku pêşî li têkiliya bi radîkalekî ramyarî ya bi heman navî re bigire.[1] Bapîrê wî Robert Stevenson, apên wî Alan Stevenson û David Stevenson, pismamên wî David Alan Stevenson û Charles Alexander Stevensons, û her wiha pismamê wî Alan Stevenson (1891-1971) hemî endezyar û çekerên fanosên deryayî bûn. Malbata dayika wî jêdera navê xwe anîn li ser Alexander Balfour, ku di sedsala 15' ê de xwediyê erdên nêzîkê Fifeê bû. Bavê Margaret, Lewis Balfour (1777-1860), keşeyê Dêra Skotlandê ya li nêzîkî Colinton bû, ku Steveson pir caran di dema zaroktiya xwe de betlaneyên xwe derbas dikir.[2]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Reinbold, Michael (1995). Robert Louis Stevenson. Reinbek bei Hamburg: Rowohlt. r. 18. ISBN 9783499504884.
  2. Balfour, Graham (1901). The Life of Robert Louise Stevenson. London. r. 10–12.