Gola Mirî

Deryaya Mirî ji kenarê Îsraêlê ber bi Urdunê ve.
Deryaya Mirî ji esmanî (li vê nexşeyê bi îngilîzî weke Dead Sea tê nîşandan).

Gola Mirî[1], Behra Mirî[2] yan Gola Lûtê[3][4] yan jî Deryaya Xwiyê[çavkanî hewce ye] (bi yewnanî: Νεκρή Θάλασσα, Nekrí Thálassa "Behra Mirî"; bi latînî: Mare Mortuum "Behra Mirî"; bi erebî: البحر الميت, al-Bahr al-Mayyit "Behra Mirî"; bi îbrî: יָם הַ‏‏מֶּ‏‏לַ‏ח, Yām Ha-Melaḥ "Behra Xwiyê"), deryaçeyeke di navbera Urdun û Îsraêlê de ye. Rûyê deryaçeyê û kenarên wê 422 metran li jêr asta deryayê de ne û ji ber wê yekê mîna nizmtirîn bejên cîhanê tên hejmarkirin. Gola Mirî 378 metran kûr e û bi swîrahiya xweya 33,7% swîrtirîn ava cîhanê ye.

Navên Gola Mirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Mirî bi gelek navên cuda tê binavkirin, çend ji wan ev in: Behra Lûtê, Behra Rojhilatî, Gola Qîrê, Behra Xwiyê, Behra Sodom û Emorayê, Behra Arabah, Behra Şeytên, Behra Deştê, Behra Zoar, Gola Bêhna Genî.[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Şirîn (1996). English-Kurmanji Kurmancî-Înglizî Word List. Nî Roj language learning series, Longview, TX (DYA)
  2. ^ https://ku.wiktionary.org/wiki/Behra_Mirî
  3. ^ ANF: Projeya qenala ji Derya Sor heta Gola Lûtê[Girêdan daimî miriye]
  4. ^ Nûra Qelban, Mele Muhemmedê Şoşikî, cîld 2/rûpel 383
  5. ^ http://www.bibleplaces.com/deadsea/

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]