Gore
Gore beşeke cîlûbergan (kinc, pot, çek, came, cil) e ku li lingan û çîpan (çîm, qor, şeq) tên xwakirin, bo porkirina wan e.
Ji bestirê (qumaş) ye ku di fabrîkên tekstîlê de tên hilberîn. Berê mirovan direfandin, diristin, heger biqetiyan yan qul biban, bi pîneyan vediçinîn. Niha bi dehan cureyên goreyan hene. Di zimanê farisî de gorab dibêjin ku ev bêje derbasê romî (tirkî) û hin zimanên balkanî jî bûye.
Li Kurdistanê bi dehan cureyên goreyan dihatin refandin, ristin, çêkirin. Goreyên bi kurdan ên bi destan hatine refandin. di cîhanê de navdar in. Li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li herêmên Xerzan, Tolhildan, Dêrsim û Botanê goreyên bêhempa dihatin refandin. Niha ev destkarî kêm bûye, lewra goreyên fabrîkan him bo cure armancan e, him jî çêkirina goreyan dem û kedê dixwaze.
Dîroka goreyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîroknasên ewropayî derketina goreyan heya romayiyan dişopînin û di zimanên wan de bêjeya goranî herwija ji soccus a latînî tê. Soccus di wateya pêlavan de jî dihatibûye bikaranîn. Pirr berê jî mirovan gore çêdikiribûne.
Heya serdema 16. li Ewropayê gore pirranî yan di dirûvê pêlavan de bûne yan jî bi devlingên pantolan ve girêdayî bûne.
Hin ji cureyên goreyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Patîk
- Dirûvê solan de bo mezinan
- Papîk
- Dirûvê pêlavan de bo pitikan
- Goreya şervanan
- Heya jinûyê dirêj, teng û devê wê bi doxîn
- Goreya şivanan
- Hinekê dirêj, stûr û çorsane
- Zargore
- Goreya pantolkî ya tenik, jin bikartînîn (îng, tights)
- Goreya kompresyonê
- Bo nexweşên trombozê, di bijîşkiyê de
- Goreyên lepikî
- Deh (bêçiyên lingê) dikevinê
- Goreyên stûr ên malê
- Bo lingê mirov kaş nebin (xij nebin
- Goreyên keşeyan
- Oldar li xwe dikin
- Goreyên lateksî
- Di cîhana erotîzmê de tê bikaranîn
- Goreyên mat
- Rengê wan pirr kivşe nabin, qisûrên laş pordikin
- Goreyên qurçimok
- Di salên 90'î de ji Japon belav bûye
- Goreya peravan
- Goreyeke taybet e, germiyê kontrol dike
- Goreyên împeratorên romayî
- Gore wekî unîformê tê xwakirin.