Here naverokê

Ewropa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ewropa
53°30′Bk 15°30′Rh / 53.5°Bk 15.5°Rh / 53.5; 15.5
Dema keşf/îcadê
  • 200 millennium b.z.
  • 1200 millennium b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk  ji
Rûerd
  • 10.186.000 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nifûs744.094.971 (2025) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Saet
  • Ewropa/Atîna
  • Ewropa/Bruksel
  • Ewropa/London
  • Kaliningrad Time
  • Europe/Moscow
  • Europe/Istanbul Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ewropa[1], bi navê Ewripa[2] yan Ewrûpa jî tê nasîn, (bi yewnaniya kevn: Εὐρώπη, lat. Eurṓpē, bi latînî: Europa) parzemîneke ku ji nîvgiravên herî rojavayî yên Ewrasyayê pêk hatiye ku bi tevahî li nîvqada bakurê Cîhanê ye.[3][4] Afro-Ewrasya erdê bejahî hem bi Asyayê re parvedike û hem bi Afrîkayê re parvedike. Parzemîna Ewropayê li aliyê bakur bi Okyanûsa Arktîkê re, li aliyê rojava bi Okyanûsa Atlantîkê, li aliyê başûr bi Deryaya Navîn re û li aliyê rojhilat jî bi Asyayê sinorê parzemînî parvedike. Sinorê parzemîna Ewropayê veqetandina ji parzemîna Asyayê bi ava Çiyayên Ûralê, Çemê Ûralê, Deryaya Qezwînê, Qefkasyaya Mezin, Deryaya Reş û rêyên avê yên Tengava Stembolê hatiye qebûl kirin.[5]

Ewropa li dor 10 û 18 milyon km² (3.93 milyon sq mi), yan %2 ji rûberê cîhanê (%6.8% ji rûyê bejahiyê) vedigire ku ev yek Ewropayê wekê parzemîna herî biçûkê cihanê destnîşan dike. Di warê siyasî de Ewropa li dora pêncî dewletên serwer hatiye dabeş kirin ku Rûsya welatê mezintirîn û nifûsa herî mezin e Ewropayê ye ku ji %39 ji erdê Ewropayê vedigire û %15 ji nifûsa Ewropayê pêk tîne. Li gorî daneyên sala 2021an de bi tevahî nifûsa Ewropayê 745 milyon e (nêzîkî 10% ji nifûsa cîhanê) ku piştî Asya û Afrîkayê sêyem parzemîna herî mezin e.[6] Avhewaya Ewropayê bi giranî ji aliyê germên Atlantîkê ve tê bandor kirin ku hewaya parzemînê bi zivistan û bi havînan jî nerm e. Ji deryayê wêdetir, cûdahiyên demsalî li nêzê peravê zêdetir diyar in.

Çanda Ewropî koka şaristaniya rojavayî ye ku çandeke dîrokî ye ku ji çanda Yewnanistana Kevnare û Romaya Kevnare vedigere.[7][8] Hilweşîna Împeratoriya Romayê ya Rojava di sala 476ê p.z. de û Serdema Koçberiyê ya ji ber hilweşîna împeratoriyê dawiya dîroka kevnar a Ewropayê û destpêka serdema navîn a Ewropayê dide destpêkirin. Ronesans li Fransayê dest pê dike û li parzemîna mayî belav dibe ku eleqeyek nû bi humanîzm, keşfkirin, huner û zanistê bi xwe re tîne ku beşdarî destpêka serdema nûjen dibe. Ji Serdema Keşfê ku bi pêşengiya Spanya û Portûgalê pêk tê, Ewropa di pêwendiyên gerdûnî de bi gelek keşf û fethên li çaraliyê cîhanê de rolek serdest lîstîye. Di navbera sedsalên 16an û 20an de ji aliyê hêzên ewropî ve di demên cihêreng de Amerîka, nêzîkî temamiya Afrîka, Okyanûsya û nêzîkî piraniya Asyayê hatiye kolonî kirin.

Serdema Ronahiyê Şoreşa Fransayê û Şerên Napolyon ji dawiya sedsala 17an heya nîvê yekem a sedsala 19an de Ewropayê ji aliyê çandî, siyasî û aborî ve diguherîne. Şoreşa Pîşesaziyê ku di dawiya sedsala 18an de li Brîtanyaya Mezin dest pê dike ku li Ewropaya Rojava û di dawiyê de li cîhana berfireh di warê aborî, çandî û civakî guhertinên girîng dide destpêkirin. Herdu şerên cîhanê (şerê cîhanî yekem û duyem) li Ewropayê despêdike ku di nîvê sedsala 20an de ji ber ku Yekîtiya Sovyetê û Dewletên Yekbûyî derdikevin pêş, serdestiya Ewropaya Rojava di warê çareserkirnên li cîhanê de kêm dibe. Heya Şoreşên sala 1989an ku dibe sedema hilweşîna Dîwarê Berlînê û hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, di dema Şerê Sar de Ewropa li ser xeta hesinî ya di navbera NATOyê li Rojava û Pakta Warşovayê de li rojhilat hatiye dabeş kirin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) û Konseya Ewropayê du rêxistinên navneteweyî yên girîng in ku armanca rêxistinan di asta siyasî de temsîlkirina parzemîna Ewropayê ye. Konseya Ewropayê di sala 1948an de bi fikra yekkirina Ewropayê ji bo bidestxistina armancên hevpar û pêşîlêgirtina şerên pêşerojê hatiye damezrandin.[9] Entegrasyona Ewropî ya ji aliyê hinek dewletan ve bûye sedema damezrandina Yekîtiya Ewropayê ku saziyek siyasî ya serneteweyî ye ku li ser bingeha pergala hiqûqa ewropî ye û di navbera konfederasyon û federasyonê de ye.[10] Yekîtiya Ewropayê li Ewropaya Rojava despêkiriye û piştre jî bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ku di 1991an de pêk hatiye ber bi rojhilat ve berfireh bûye. Piraniya endamên yekîtiyê diravek hevbeş, ewroyê qebûl kirine û beşdarî bazara yekgirtî ya ewropî û yekîtiya gumrikê bûne. Herêma Şengenê ku blokek mezinê welatan e kontrola sinorên navxweyî Ewropayê û koçberiyê betal kiriye. Hilbijartinên gelerî yên asayî her pênc salan carekê di nav Yekîtiya Ewropayê de pêk tên ku piştî hilbijartinên Hindistanê wekê duyem hilbijartinên herî mezin ên demokratîkê li cîhanê tên dîtin.

Di mîtolojiya yewnanî ya klasîk de, Europa (yewnaniya kevn: Εὐρώπη, Eurṓpē) prensesa fenîkî bû. Nêrînek din jî ev e ku navê Ewropayê ji hêmanên yewnaniya kevnar εὐρύς (eurús) 'berfireh, fireh' û ὤψ (ōps, ὠπός, ōpós) 'çav û rû ye', ji ber vê yekê Eurṓpē tê wateya 'berfireh' nihêrîna fireh yan jî 'aliyê fireh'. Broad di dînê proto-hind û ewropî ya ku ji nû ve hatiye avakirin de û helbestên ku jê re hatine terxankirin de bûye rengdêra Cîhanê. Nêrînek alternatîv a Robert Beekes ku ji bo navekî pêş-hindûewropî nîqaş kiriye ku rave dike ku veqetandinek ji euros dê toponîmek cûda ji Europayê derxe. Beekes li herêma Yewnanistana kevnare toponên bi navê Europayê û li Makedonyaya kevnar jî navên cihên wekê Europosê dîtiye.

20.000 sal berê nexşeya Ewropayê.      Çanda Solutreanê     Çanda Epigravettianê
Wêneyên şikeftên paleolîtîk ên li Lascaux, Fransayê (nêzîkî 15.000 b.z.)
Stonehengeyên li Keyaniya Yekbûyî (Neolîtîka dereng, ji 3000 heta 2000 b.z.)

Di 2,5 milyon salên pleyîstosenê de gelek qonaxên sar ên ku jê wekê serdema qeşayê (serdema qeşaya çaremîn) hatiye binavkirin an jî pêşketinên girîng ên pelên qeşayê yên parzemînî, li parzemîna Ewropa û Amerîkaya Bakur, di navbera 40.000 û 100.000 salan de qewimîne. Serdemên dirêj ên qeşayê bi serdemên navbera qeşayê yên nermtir û kurttir hatiye dabeşkirin ku bi qasê 10.000-15.000 salan berdewam kiriye. Beşa sar a dawî ya serdema qeşaya dawî nêzîkî 11.700 sal berê bi dawî bûye û piştre jî serdema holosenê despê kiriye.[11] Di roja îro de Dinya di serdemeke navbera qeşayê ya kuaternerê de ye ku wekê holosen hatiye binavkirin.[12]

Homo erectus georgicus ku bi qasê 1,8 milyon sal berê li Gurcistanê jiyaye, homînînê herî kevin e ku li Ewropayê hatiye dîtin.[13] Bermahiyên din ên homînînê Ewropayê ku dîroka wan bi qasî milyonek sal e li Atapuerca, Spanyayê hatine dîtin. Mirovê Neanderthal (ku navê xwe ji geliyê Neanderthal li Almanya wergirtiye) 150.000 sal berê li Ewropayê xuya bûne (115.000 sal berê ew li axa Polonyaya îro têne dîtin)[14] û nêzîkî 40.000 sal berê ji tomarên fosîlan winda bûne ku penageha wan ê herî dawî Nîvgirava Îberî ya îro ye.[15] Neanderthal ji aliyê mirovên nûjen (Cro-Magnon) ve hatine guhertin ku hatiye dîtin ku li Ewropayê nêzîkî 43.000 heta 40.000 sal berê xuya bûne. Lêbelê delîl jî hene ku Homo sapiens nêzîkî 54.000 sal berê gihîştine Ewropayê ku nêzîkî 10.000 sal zûtir ji ya ku berê dihat fikirîn.[16] Cihên herî kevin ên li Ewropayê ku dîroka wan 48.000 sal berê ye Riparo Mochi (Îtalya), Geissenklösterle (Almanya) û Isturits (Fransa) ne.[17][18]

Serdema neolîtîk a Ewropayê ku bi çandiniya berheman û xwedîkirina ajalan, zêdebûna hejmara wargehan û bikaranîna berfireh a dîzkarî yê ve hatiye destnîşankirin li dora sala 7000 sala b.z. li Yewnanîstan û Balkanan dest pê kiriye û dibe ku ji aliyê pratîkên çandiniyên berê ku li Kurdistanê û Mezopotamyayê hatine despêkirin bi bandor bûye.[19] Ev çandinî ji Balkanan li geliyê Dunayê û geliyê Renê (çanda dêzkarî ya xêzikî) û li perava Deryaya Navîn (çanda kardiyal) belav bûye. Di navbera salên 4500 û 3000 ê b.z. de ev çandên neolîtîk ên Ewropaya Navîn ber bi rojava û bakur ve berfireh bûne û şiyanên nû bi dest xistiye ku ber bi hilberîna berhemên sifir ve hatiye veguhestin. Li Ewropaya Rojava serdema neolîtîkê bi wargehên çandiniyê yên mezin nehatiye karakterîze kirin ku ev serdem bi abîdeyên zeviyan, wekê dorpêçên bi rêyên sergirtî, girên goristanan û gorên megalîtîk hatiye berdewam kirin. Asoya çandî ya Torded Ware di dema veguherîna ji neolîtîkê ber bi kalkolîtîkê ve geş bûye. Di vê serdemê de abîdeyên megalîtîk ên mezin ên wekê perestgehên megalîtîk ên Maltayê û stonehengehan li seranserê Ewropaya Rojava û Ewropaya Başûr hatine çêkirin.[20]

Nifûsa xwemaliyên nûjen ên Ewropayê bi piranî ji sê komên cuda hatine ku di van wan de koma nêçîrvan-berhevkarên mezolîtîk ku ji nifûsên bi çanda paleolîtîk a epigravettian ve girêdayî ne, koma cotkarên ewropî yên serdema neolîtîk ên pêşîn ên ku 9.000 sal berê di dema şoreşa neolîtîk de ji Anatolyayê û ji Kurdistanê ber bi Ewropayê ve koç bûne û koma şivanên steppe yên yamnaya ku 5.000 sal berê di çarçoveya koçberiyên hind-ewropî de ji stepên pontîk-kaspîyan ên Ûkrayna û başûrê Rûsyayê ber bi Ewropayê ve berfireh bûne hene.[21][22][23][24] Serdema bronz a ewropî nêzîkî sala 3200ê b.z. li Yewnanistanê bi şaristaniya mînoyî ya li Krîtê dest pê kiriye ku ew yekem şaristaniya pêşketî ya li Ewropayê bû.[25] Piştê mînoyîyan mîkenî hatine ku li dora sala 1200ê b.z. ji nişka ve hilweşiyane û piştre jî serdema hesinî ya ewropî dest pê kiriye.[26] Kolonîzasyona yewnanî û fenîkîyan di serdema hesinî de bûye sedema derketina avakirina bajarên destpêka Deryaya Navîn. Îtalya û Yewnanistana serdema hesinî ya destpêkê ji dora sedsala 8ê berê zayînê ve hêdî hêdî bûne sedema derketina antîkbûna klasîk a dîrokî ku destpêka wê carinan vedigere sala 776ê berê zayînê ku sala yekem ê lîstikên olîmpiyadê bû.[27]

Serdema kevnareya klasîk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Partenon li Atînayê (432 b.z.)
Nexşeya mezinbûn û dabeşbûna Romaya Kevnare

Yewnanistana Kevnare çanda damezrîner a şaristaniya rojavayî bû. Çanda demokratîk û rasyonalîst a rojavayî pir caran bi Yewnanistana Kevnare ve hatiye girêdan.[28] Dewleta bajarî ya yewnanî, polis, yekîneya siyasî ya bingehîn a Yewnanistana Kasîk bû.[28] Di sala 508ê b.z. de, Cleisthenes yekem sîstema demokratîk a cîhanê ya hikûmetê li Atînayê ava kiriye. Îdealên siyasî yên yewnanî di dawiya sedsala 18an de ji aliyê fîlozof û îdealîstên ewropî ve ji nû ve hatine keşifkirin. Di heman demê de Yewnanistanê gelek beşdariyên çandî çêkiriye ku di warê felsefe, humanîzm (mirovperestî) û rasyonalîzmê de di bin serokatiya Arîstotelês, Sokrates û Platon de, di warê dîrokê de bi Hêrodotos û Thucydides, di warê helbestên dramatîk û vegotinî de ku bi helbestên destanî yên Homer, di warê dramayê de bi Sofokles û Evrîpîdes, di warê bijîşkiyê de bi Hîpokrat û Galen û di warê di zanistê de bi Pythagoras, Euclid û Arşîmedes gelek pêşketin bidest xistiye.[29] Ji ber ku 50 salên aştiyê yên piştî wê wekê serdema zêrîn a Atînayê hatiye zanîn, serdema bingehîn a Yewnanistana Kevnare ye ku gelek bingehên şaristaniya rojavayî danîne, di sedsala 5ê berê zayînê de çend ji bajar-dewletên yewnanî di dawiyê de asteng kirina pêşveçûna farisên hexemenîşî yên ber bi Ewropayê ve bi rêya şerên yewnanî-farisî ku wekê kêliyek girîng di dîroka cîhanê de hatiye hesibandin.[30]

Piştî Yewnanistanê, Roma hatiye ku şopa xwe li ser qanûn, siyaset, ziman, endezyarî, avahîsazî, hikûmet û gelek aliyên din ên giring ên şaristaniya rojavayî hiştiye. Heta sala 200ê b.z. Romayê Îtalya fetih kiribû û di du sedsalên piştre de Yewnanistan, Hispanya (Spanya û Portûgal), peravên Bakurê Afrîkayê, piraniya Rojhilata Navîn, Gaul (Fransa û Belçîka) û Britanya (Îngilîstan û Wales) fetih kiribû.

Ji sedsala 3ê berî zayînê ve, romayiyan ji baregeha xwe ya li Îtalyaya navendî berfireh bûne û di destpêka hezarsaliya sedsalê de li seranserê hewza Deryaya Navîn û Ewropaya Rojava hikum kirine. Komara Romayê di sala 27 berê zayînê de, dema ku Augustus Împeratoriya Romayê ragihandiye, bi dawî bûye. Du sedsalên piştî wî wekê pax romana têne zanîn, ango serdemeke aştiyê, geşbûn û aramiya siyasî ya bêhempa li piraniya Ewropayê belav bûye.[31] Împeratorî di bin serweriya împeratorên wekê Antoninus Pius û Marcus Aurelius de berdewam kiriye ku di bin serweriya wan de berfireh bûye ku li ser sinorê bakurê Împeratoriyê demekê li dijî eşîrên germanî, pîktî û skotî şer kirine.[32][33] Piştê sê sedsalan zilm û zordariya împaratoriyê, di sala 313an de ji aliyê Konstantînê I ve baweriya xiristiyaniyê hatiye qanûnî kirin. Her wiha Konstantîn paytexta împaratoriyê ji Romayê bi awayekî daîmî veguhezandiye bajarê Bîzansê (Stembola îro) ku di sala 330 yê p.z. de ji bo rûmeta wî navê bajêr wekê Konstantînopolîs hatiye binavkirin. Xiristiyanî di sala 380ê p.z. de bûye yekane dînê fermî ya împaratoriyê û di salên 391–392ê p.z. de împarator Theodosius dînên pagan qedexe kiriye.[34] Ev carinan wekê nîşana dawiya serdema kevnar hatiye diyar kirin ku bi awayekî din, serdema kevnar wekê hilweşîna Împeratoriya Romayê ya Rojava di sala 476ê p.z. de; girtina akademiya platonîk a pagan a Atînayê di sala 529ê p.z. de; an jî bilindbûna îslamê di destpêka sedsala 7ê p.z. de hatiye hesibandin.[35] Di piraniya hebûna serweriya xwe de Împeratoriya Bîzansê yek ji hêzên herî bihêz ên aborî, çandî û leşkerî yên Ewropayê bû.[36]

Serdema navîn a destpêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nêzîkî sala 650yan nexşeya Ewropayê
Ji sala 481 heta sala 814an Împeratoriya Frankî

Di dema hilweşîna împeratoriya Romayê de, Ewropa ketiye nav serdemeke dirêj a guherînê ku serdema ku ji aliyê dîroknasan ve wekê "serdema koçberan" hatiye binavkirin derketiye holê. Gelek dagirkirin û koçberî di navbera ostrogotan, vîzîgotan, gotan, vandalan, hunan, frankan, îngilîzan, saksonan, slavan, avaran, bulgaran, vîkîngan, peçenekan, kumanan û mecaran de çêbûne.[37] Ji ber ku di vê serdemê gelek bûyer û pêşveçûn qewimîne ramanwerên ronesansê Petrarch vê yekê wekê "serdema tarî" ya Ewropayê bi nav kirine.[38]

Civakên rahîban ên îzolekirî tenê cihên parastin û berhevkirina zanîna nivîskî ya berê kombûyî bûn lê di derbarê wan de pir kêm tomarên nivîskî mane. Her çiqas ev li rojhilat, li împeratoriya Bîzansê hatine parastin jî, piraniya wêje, felsefe, bîrkarî (matematîk) û ramanên din ên serdema klasîk ji Ewropaya Rojava winda bûn.[39]

Her çiqas împaratoriya Romayê li rojava bi awayekê berdewam paşve çûye jî, kevneşopiyên Romayê û dewleta Romayê di nav împeratoriya Romaya rojhilat de ku wekê împeratoriya Bîzansê jî tê zanîn bi hêz maye ku bi piranî yewnanîaxiv bûn. Di piraniya hebûna xwe de, împeratoriya Bîzansê hêza herî bihêz a aborî, çandî û leşkerî ya Ewropayê bû. Împerator Justinian I serokatiya serdema zêrîn a yekem a Konstantînopolîsê kiriye ku wî rêziknameyek qanûnî ava kiriye ku bingeha gelek pergalên qanûnî yên nûjen pêk tîne, avakirina Ayasofyayê fînanse kiriye û dêra xiristiyan xistiye bin kontrola dewletê.[40]

Ji sedsala 7an û pê ve, ji ber ku Bîzans û farisên sasanî yên cîran ji ber şerên dirêj ku bi sedsalan û dubare yên Bîzans-Sasanî pir lawaz bûn, erebên misilman dest bi êrîş kirina ser axa dîrokî ya Romayê kirine, Şam û Bakurê Afrîkayê dagirkirine û êrîşê Anatolyayê kirine. Di nîvê sedsala 7an de, piştî dagirkirina axa farisan ku ji aliyê misilmanan ve pêk hatiye îslam derbasê herêma Qefqasyayê dibe.[41] Ji xeynê deverên piçûk ên li bakurê rojava (Asturias) û herêmên ku bi piranî baskî yên li Pîreneyan bû, di navbera salên 711 û 720an de piraniya erdên Padîşahiya Vîzîgotîk a Îberyayê ji aliyê misilmanan ve hatiye dagirkirin.[42] Piştre emewî di şerê Poitiersa sala 732an de ji aliyê serokê frankan Charles Martel ve hatiye têkbirin ku ev yek pêşveçûna wan a ber bi bakur ve bi dawî kiriye. Li herêmên dûr ên bakurê rojavayê Îberyayê û Pîreneyên navîn, hêza misilmanan li başûr hema hema nedihat dîtin. Li vir bingehên padîşahiyên xiristiyan ên Asturias, Leon û Galîsyayê hatine avakirin û ji wir ve fetihkirina Nîvgirava Îberyayê dest pê kiriye. Lêbelê ji bo derxistina Mauran ti hewldaneke koordînekirî nehatiye kirin. Padîşahiyên xiristiyan bi giranî li ser şerên xwe yên desthilatdariya navxweyî disekinîn. Di encamê de Reconquista bi qasê heşt sed salan berdewam kiriye ku di vê serdemê de lîsteyek dirêj ji Alfonsos, Sanchos, Ordoños, Ramiros, Fernandos û Bermudoyan bi qasî dagirkerên misilman li dijî dijberên xwe yên xiristiyan şer kirine.

Êrîşên vîkîngan û li gorî peymana Verduna sala 843an dabeşkirina împeratoriya frankan

Di serdema tarî de, Împeratoriya Romaya Rojava ketiye bin kontrola gelek eşîrên cihêreng ku êşîrên germanî û slavî bi rêzê ve li ser Ewropaya Rojava û Ewropaya Rojhilat desthilatdariyên xwe ava kirine. Di dawiyê de eşîrên frankî di bin serokatiya Clovis I de bûn yek.[43] Charlemagne, qiralekî frankî yê xanedana Karolîngî bû ku piraniya Ewropaya Rojava fetih kiribû û di sala 800 de ji aliyê papa ve wekê "Împeratorê Romayê yê Pîroz" hatiye erkdar kirin.[44] Ev bûye sedema damezrandina Împeratoriya Romayê ya Pîroz di sala 962an de, ku di dawiyê de li ser mîrektiyên almanî yên Ewropaya Navendî bû.[45]

Ewropaya Rojhilat û Ewropaya Navendî şahidiya avakirina dewletên slavî yên pêşîn û pejirandina xiristiyaniyê (~ 1000 p.z.) kiriye. Dewleta bihêz a Slaviya Rojava ya Moravya Mezin axa xwe ber bi başûr ve heta Balkanan belav berfireh kiriye û di bin Svatopluk I de gihîşt firehiya xwe ya herî berfireh û ev yek bûye sedema rêze şerên çekdarî yên bi Fransaya Rojhilat re. Li deverên herî başûr dewletên yekem ên Slavîyên Başûr di dawiya sedsala 7an û 8an de derketin holê û baweriya xiristiyanî qebûl kirine ku di van van dewletan de ew Împeratorîya Bulgarî ya Yekem, Mîrektîya Serbî (paşê Padîşahî û Împeratorî) û Dûkatîya Kroatya (paşê Padîşahiya Kroatya) hebûn. Li rojhilat rûsên kiyevanî ji paytexta xwe li Kiyevê berfireh bûne û di sedsala 10an de bûne dewleta herî mezin a Ewropayê. Di sala 988an de Vladîmîrê mezin xiristiyaniya ortodoksê wekê dînê dewletê qebûl kiriye.[46] Li deverên herî rojhilat Volga Bulgaristanê di sedsala 10an de bû dewleteke îslamî lê di dawiyê de piştê çend sedsalan ev dewlet başdarê Rûsyayê bûye.[47]

Serdema navîn a bilind û dereng

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dagirkirina mongolan 1236-1242

Heyama di navbera salên 1000 û 1250yê de wekê serdema navîn a bilind tê zanîn û piştre jî heman serdem heta sala 1500an hatiye.

Di serdema navîn a bilind de nifûsa Ewropayê zêdebûneke giring bidest xistiye ku di ronesansa sedsala 12an de gihîştiye hêjmara xwe ya herî zêde. Mezinbûna aborî, ligel nebûna ewlehiya li ser rêyên bazirganiyê yên sereke, rê li ber pêşxistina rêyên bazirganî yên sereke yên li ser peravên Deryaya Navîn û Deryaya Baltîkê vekiriye. Dewlemendî û serxwebûna zêde ya ku ji aliyê hinek bajarên peravê ve hatiye bi dest xistin, li deverên ewropî roleke pêşeng daye komarên deryayî yên Ewropayê.

Serdema navîn li ser axa sereke ji aliyê du astên jorîn ên avaniya civakî ve hatiye kontrol kirin ku ev komên civakî ji esilzade yên ewropî û ji rehîbên ewropî pêk hatiye. Feodalîzm (serdestiya eşîrî) di serdema navîn a destpêkê de li Fransayê pêş ketiye û di demek kurt de li seranserê Ewropayê belav bûye.[48] Têkoşîna ji bo bandorê di navbera esilzade û monarşiyê de li Îngilîstanê bûye sedema nivîsandina Magna Carta û avakirina parlamentoyekê.[44] Di vê serdemê de çavkaniya sereke ya çandî dêra katolîk a romayê bû. Bi rêya manastir û dibistanên katedralê, dêr li piraniya Ewropayê berpirsiyarê perwerdehiyê bû.[48]

Papatî di serdema navîn a bilind de gihîşt bilindeya hêza xwe. Di sala 1054an de, perçebûneke rojhilat-rojava Împeratoriya Romayê ya berê ji aliyê dînî ve parçe kiriye ku dêra Ortodoks a rojhilat li împeratoriya Bîzansê û dêra katolîk a Romayê li Împeratoriya Romayê ya Rojava maye. Di sala 1095an de papa Urban II banga sefereke xaçperestan li dijî misilmanên ku Orşelîmê û "axên pîroz" dagir kiriye. Li Nîvgirava Îberî, Reconquista bi ketina Granada di sala 1492an de bi dawî bûye û dawî li serweriya îslamî ya heft sedsalî ya li nîvgirava başûrê rojava aniye.[49]

Li rojhilat împeratoriya Bîzansê ya ji nû ve vejiyayî giravên Girît û Qibrîsê ji misilmanan vegerand û Balkanan ji nû ve fetih kiriye. Konstantînopolîs (Stembola îro) ji sedsalên 9an heta 12an bi nifûsa nêzîkî 400.000 kesî, bajarê herî mezin û bajarên herî dewlemend ê Ewropayê bû.[50] Împeratorî piştî şikestina li Milazgirê qels bûye û bi talankirina Konstantînopolîsê ku di sala 1204an qewimiye û di dema sefera xaçperestan a çaremîn de ev qelsî zêdetir bûye.[51][52][53] Her çiqas di sala 1261ê de Konstantînopolîs hatine vegerandin jî, Bîzans di sala 1453an de dema ku Konstantînopolîs ji aliyê xanedaniya osmanî ve hatiye girtin, ketiye.[54]

Di sedsalên 11 û 12an de êrîşên berdewam ên eşîrên koçer ên tirk ên wekê peçeneg û kuman-kipçak bûne sedema koçberiyeke mezin a nifûsa slavî ber bi herêmên ewletir û daristanî yên bakur ve û berfirehbûna rûsên kîevan ber bi başûr û rojhilat ve bi awayekê demkî rawestandiye.[55] Mongolan di nîvê sedsala 13an de êrîşî Ewropayê kirine û digel nîştimanên xwe yên ku bi piranî wekê tirk ên tatar dihatin nas kirin.[56] Van tataran di 200 salên pêş de bi rêya vasaltiyê li ser mîrektiyên Rûsyayê hikum kirine.[57][58] Piştê hilweşîna desthilatdariyên mongolan, di sedsala 14an de yekem dewletên Romanyayê Moldavya û Walachia (mîrnişînî) derketin holê ku ev herêm di bin kontrola peçeneg û kumanan de bû. Mîrektiya Mezin a Moskowê bûye mîrektiya serdest a Rûsyayê û di vê pêvajoyê de di dawiya sedsala 15an de dewleteke navendî û otokratîk a Rûsyayê hatiye avakirin.[59][60] Berxwedana Mezin a li ser Çemê Ugrayê ku di sala 1480an de pêk hatiye, bi kevneşopî dawiya "serdestiya tataran" li ser Rûsyayê nîşan dide.[60]

Xelayiya mezin a salên 1315 û 1317an krîza yekem bû ku di dawiya serdema navîn de li Ewropayê qewimiye.[61] Di navbera salên 1348 û 1420an de windahiyên herî giran çêbûne ku nifûsa Fransayê ji nîvî, nîvî kêm bûye.[62] Brîtanyaya serdema navîn di heman heyamê de 95 caran rastê birçîbûnê hatiye û Fransa jî di heman heyamê de ji bandorên 75 birçîbûn an jî zêdetir êş kişandiye.[63] Ewropa di nîvê sedsala 14an de ji aliyê Mirina Reş ve hatiye wêrankirin ku yek ji pandemiyên herî kujer ê di dîroka mirovahiyê de bû û tê texmînkirin ku tenê li Ewropayê 25 milyon mirov ku ji sêyeka nifûsa Ewropayê ya wê demê bû jiyana xwe jidest dane.[64]

Serdema nûjen a despêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li gorî Raphael dibistana Atînayê

Ronesansa Ewropayê serdemeke guherîna çandî bû ku li Floransayê derket holê û paşê li seranserê Ewropayê belav bûye. Bilind bûna humanizmeke nû bi vegerandina çavkaniyên klasîk a yewnanî ya jibîrkirî ji pirtûkxaneyên kilîseyan ji bo latînî hatiye wergerandin.[65][66] Ronesans di navbera sedsalên 14 û 16an de li seranserê Ewropayê belav bûye ku di bin parastina hevbeş a padîşahî, esilzade, dêra katolîk û çînek bazirganên derketî de, huner, felsefe, muzîk û zanistî geş bûye.[67] Çavdêrên li Îtalyayê ku di nav de malbata Medici ya bankarên florentînê û papayên li Romayê, hunermendên quattrocento û cinquecento yên berhemdar ên wekê Raphael, Michelangelo û Leonardo da Vinci fînanse kirine.[68][69]

Di nîvê sedsala 14an de tevliheviyên siyasî yên di nav dêrê de bûne sedema parçebûna rojava. Di vê heyama 40 salî de, du papa ku yek li Avignon û yek ê din jî li Romayê desthilatdariya li ser dêrê îdîa kirine. Her çiqas di sala 1417an de şîzm hatibe çareserkirin jî, otorîteya giyanî ya papatiyê pir zirar dîtibû. Di sedsala 15an de Ewropa dest bi berfirehkirina sinorên xwe yên erdnîgarî kiriye. Spanya û Portûgal hêzên deryayî yên herî mezin ên wê demê bûn ku di keşifkirina cîhanê de pêşengî kirine.[70] Lêkolînên van hêzan di heman serdemê de gihîştiye nîvkada başûr ê li Atlantîkê û li serê başûrê Afrîkayê. Krîstof Kolumbus di sala 1492an de gihîştiye cîhana nû û Vasco da Gama di sala 1498an de rêya okyanûsê ber bi rojhilat ve vekirye û okyanûsên Atlantîk û Hindî bi hev ve girêdaye. Ferdinand Magellan ê ji Portugalê hatiye dinê ku di sefereke spanyayî de gihîştiye rojavayê Asyayê û bi rêya okyanûsên Atlantîk û Pasîfîkê gihîştiye wir ku di encamê de yekem gera li dora cîhanê pêk hatiye ku ji aliyê Juan Sebastián Elcano spanyayî (1519–1522) ve hatiye temamkirin. Di demek kurt de, spanyayî û portûgaliyan dest bi avakirina împaratoriyên mezin ên cîhanî yên li Amerîka, Asya, Afrîka û Okyanûsyayê kirine.[71] Fransa, Holenda û Îngilîstanê di demek kurt de împaratoriyên mezin ên kolonyal ava li ser milkên berfireh ên li Afrîka, Amerîka û Asyayê ava kirine. Ev karesata îngilîzî bûye sedem ku fîloya Spanyayê şiyana xwe ya şerkirinê di dehsalên pêş de biparêze. Lêbelê du artmadên din ên Spanyayê (Armadaya 2em a Spanyayê û Armadaya 3em a Spanyayê) nekarîne ku êrîşî Îngilîstanê bikin.[72]

Serdestiyên Habsburg di sedsalên piştî dabeşkirina ji aliyê Charles V yê Împaratoriya Romaya Pîroz. Baregeha leşkerî ya sereke ya Philip II li Ewropayê rêya Spanyayê bû ku ji Holendayê heta Dûkatiya Mîlanoyê dirêj dibû.

Hêza dêrê ji aliyê reformasyonê ve zêdetir qels bûye ku di sala 1517an de dest pê kiriye dema ku teologê alman Martin Luther 95 tezên xwe yên ku rexne li firotina endulcansên kiriye bi ser deriyê dêrê ve daliqandiye. Piştre ew di sala 1520an de bi fermana papayî ya Exsurge Domine de ji dêrê hatiye derxistin û peyrewên wî di dîeta Wormsê ya 1521ê de hatine şermezar kirin ku mîrên alman di navbera baweriyên protestan û katolîk de dabeş kiriye.[73] Şerên dînî û şer ên din bi protestanîzmê re belav li Ewropayê belav bûye.[74] Talankirina împaratoriyên Amerîkayê rê daye Spanyayê ku ji sedsalekê zêdetir zordariya dînî li Ewropayê fînanse bike.[75] Şerê sîh salan (1618–1648) Împeratoriya Pîroz a Romayê hilweşandiye û piraniya Almanyayê wêran kiriye ku di navbera ji sedê 25 û 40ê nifûsa Almanyayê jiyana jidest dane.[76] Piştê peymana Westfalyayê Fransa li Ewropayê hêzeke serdest bidest xistiye.[77] Têkçûna osmaniyan ku di Şerê Viyanayê ya sala 1683an de têk çûye nîşana dawiya dîrokî ya berfirehbûna osmaniyan ber bi Ewropayê ve bû.[78]

Li piraniya Ewropaya Navendî û Ewropaya Rojhilat di sedsala 17an serdema paşketineke giştî pêk hatiye ku herêm di navbera salên 1501 û 1700an de di nav 200 salan de zêdetirî 150 caran xelayî qewimiye.[79][80] Ji Yekîtiya Krewo ve (1385) Ewropaya Rojhilat û Ewropaya Navendî di bin serdestiya Keyaniya Polonya û Dûkiya Mezin a Lîtvanya de bû. Hegemonyaya Dewleta Polonî-Lîtvanî ya berfireh bi wêrankirina ku ji ber Şerê Bakur 1655-1660 û pevçûnên paşê çêbûye bi dawî bûye ku dewlet bi xwe di dawiya sedsala 18an de hate parçekirin û hebûna xwe daye rawestandin.[81][82]

Ji sedsal 15an heya sedsala 18an dema ku xanatên hilweşiyayî yên horda zêrîn ji aliyê Rûsyayê ve hatine fetihkirin, tatarên ji xanata Qirimê gelek caran ji bo dîlgirtina koleyan êrîşî Ewropaya Rojhilat kirine.[83] Li rojhilattir horda nogay û xanatê qezax bi sedan salan gelek caran êrîşî herêmên slavîaxêv ên Rûsya û Ûkraynaya hemdem kirine heta ku Rûsyayê berfireh bûye û piraniya bakurê Ewrasyayê (an jî Ewropaya Rojhilat, Asyaya Navendî û Sîbîrya) fetih kiriye.

Ronesans û monarşên nû destpêka serdema vedîtinê nîşan dane ku serdemek keşf, dahênan û pêşkeftina zanistî qewimine.[84] Kesayetiyên girîng ên şoreşa zanistî di sedsalên 16 û 17an de Kopernîk, Kepler, Galîleo û Isaac Newton bûn.[85] Li gorî Peter Barrett, "Bi berfirehî hatiye qebûlkirin ku 'zanista modern' di sedsala 17an de li Ewropayê (ber bi dawiya Ronesansê) derketiye holê û têgihîştineke nû ya cîhana xwezayî daye destpêkirin."[65]

Sedsalên 18 û 19an

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Sinorên neteweyî yên di nav Ewropayê de ku ji aliyê Kongreya Viyanayê ve hatine destnîşankirin

Şerê heft salan dawî li "sîstema kevin" a hevpeymanan li Ewropayê aniye. Di encamê de, dema ku şerê şoreşa amerîkî di navbera 1778 û 1783an de veguherî şerekî cîhanî, Brîtanya dîtiye ku hevpeymaniyeke bihêz a hêzên ewropî li dijî wê ye û ti hevalbendek girîng tune ye.[86]

Serdema ronakbîrîyê di sedsala 18an de tevgereke rewşenbîrî ya bihêz bû ku ramanên zanistî û aqilmend pêş xistiye.[87][88] Nerazîbûna li hemberê yekdestdariya arîstokrasî û rehîban li ser desthilata siyasî li Fransayê bûye sedema şoreşa fransî û damezrandina Komara Yekem ku di encamê de monarşî û gelek ji esilzadeyan di serdema destpêka terorê de winda bûne.[89] Napoleon Bonaparte piştê şoreşa fransî hatiye ser desthilatê û împeratoriya fransî ya yekem ava kiriye ku di dema şerên napolyonî de, berê ku di sala 1815an de bi şerê waterloo hilweşe, mezin bûye û beşên mezin ên Ewropayê girtiye nav xwe.[90] Napoleon Bonaparte piştê şoreşa fransî derdikeve li ser desthilatê û împeratoriya fransî ya yekem ava kiriye ku berê ku di sala 1815an de bi Şerê Waterloo de hilweşe, di dema şerên napolyonî de berfireh bûye û beşên mezin ên Ewropayê girtiye nav xwe.[90][91] Serweriya Napolyon bûye sedema belavbûna zêdetir ê îdealên şoreşa fransî ku di nav de dewleta neteweyî û her wiha pejirandina berfireh a modelên rêveberî, qanûn û perwerdehiyê yên fransî hebûn.[92][93][94] Kongreya Viyanayê ku piştî hilweşîna Napolyon hatiye lidarxistin, li Ewropayê hevsengiyeke nû ya hêzê ava kiriye ku di nav "hêzên mezin" ên wekê Keyaniya Yekbûyî, Fransa, Prûsya, Awistirya û Rûsya hebûn.[95] Ev hevsengî heta şoreşên sala 1848an maye ku di dema wan serhildanên lîberal de ji xeynî Rûsya û Keyaniya Yekbûyî bandor li tevahiya Ewropayê kiriye. Di dawiyê de ev şoreş ji aliyê hêmanên muhafezekar ve hatine tepeserkirin û di vê heyamê de çend reforman encam dane.[96] Di sala 1859an de Romanya wekê dewletek neteweyî ji mîrekiyên biçûk veguheriye dewleteke mezin. Di sala 1867an de, împaratoriya Awistirya-Mecaristanê hatiye damezrandin û di heman demê de di sala 1871ê de hem Îtalya û hem jî Almanya wekê dewletên neteweyî ji mîrektiyên biçûk veguherine dewletên mezin.[97]

Di heman demê de pirsa rojhilat ji dema têkçûna xanedaniya osmaniyan di şerê Rûsya û Tirkiyê (1768–1774) de alozîtir bûye. Ji ber ku hilweşîna xanedaniya osmaniyan nêzîk xuya dikir, dewletên mezin ji bo parastina berjewendiyên xwe yên stratejîk û bazirganî di nav axa osmaniyan de têkoşîna xwe berdewam kirine. Împeratoriya Rûsyayê ji vê paşketinê sûd wergirtiye lê Împeratoriya Habsburg û Brîtanyayê parastina xanedaniya osmanî wekê berjewendiya xwe ya herî baş didîtin. Di vê navberê de şoreşa serbî (1804) û şerê serxwebûna Yewnanistanê (1821) destpêka dawiya desthilatdariya osmanî li balkanan nîşan daye ku bi şerên balkanan an salên 1912-1913an bi dawî bûye.[98] Naskirina fermî yê mîrektiyên serbixwe yên de facto yên Montenegro, Serbistan û Romanyayê di kongreya Berlîna sala 1878an de pêk hatiye.

Kargeha Templeya Marshallê (1840); Şoreşa Pîşesaziyê li Brîtanyaya Mezin dest pê kir.

Şoreşa pîşesaziyê di dawiya sedsala 18an de li Brîtanyaya Mezin dest pê kiriye û li seranserê Ewropayê belav bûye. Dahênan û bikaranîna teknolojiyên nû bûye sedema mezinbûna bilez a bajaran, îstihdameke girseyî û derketina holê ya çîneke karker a nû.[99] Piştre jî di warên civakî û aborî de reform hatine kirin ku di nav de qanûnên pêşîn ên li ser keda zarokan, qanûnîkirina sendîkayan û rakirina koletiyê hebûn.[100][101] Di heman demê de li Brîtanyayê, qanûna tenduristiya giştî ya 1875an hatiye pejirandin ku şert û mercên jiyanê li gelek bajarên brîtanî bi giringî baştir kiriye.[102] Nifûsa Ewropayê ji dora 100 milyon ê di sala 1700an de di sala 1900an de gihîştiye 400 milyon kesan.[103] Xelayiyeke mezin a dawî ku li Ewropaya Rojava hatiye tomarkirin, xelayiya mezin a Îrlendayê, bûye sedema mirin û koçberîya girseyî ya bi milyonan îrlendî.[104] Di sedsala 19an de bi qasê 70 milyon kes ji Ewropayê koçê koloniyên cihêreng ên Ewropayê ya li derveyê welêt û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bûne.[105] Şoreşa pîşesaziyê bûye sedema mezinbûna mezin a nifûsê û rêjeya nifûsa cîhanê ya li Ewropayê dijî li dora sala 1913an gihîştiye bilindeyeke ku ji %25 zêdetir bû.[106]

Sedsala 20an û roja hemdem

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di sala 1914an de nexşeya împaratoriyên kolonyal ên ewropî yên li seranserê cîhanê

Du şerên cîhanî û krîzeke aborî di nîvê yekem ê sedsala 20an de bandora li gelek deverên Ewropayê kiriye. Şerê Cîhanî yê Yekem di navbera salên 1914 û 1918an de pêk hatiye ku bi kuştina Arşîduk Franz Ferdinand ê Awistiryayê ji aliyê neteweperestê yugoslavî[107] Gavrilo Princip ve pêk hatiye, dest pê kiriye.[108] Piraniya welatên ewropî beşdarê vê şerê bûne ku di navbera hêzên Antantê (Fransa, Belçîka, Serbistan, Portûgal, Rûsya, Keyaniya Yekbûyî û paşê Îtalya, Yewnanistan, Romanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û hêzên avendî (Awistirya-Macaristan, Almanya, Bulgaristan û Xanedaniya Osmanî) de pêk hatiye. Li seranserê deverên Şerên Yekem ya Cîhanî de zêdetirî 16 milyon sivîl û leşker jiyana xwe jidest dane.[109] Ji sala 1914an heta 1918an zêdetirî 60 milyon leşkerên ewropî ji bo beşdarê şer bibin hatine seferber kirin.[110]

Rûsya ketiye nav şoreşa Rûsyayê ku monarşiya Tsarîst hatiye hilweşandin û li cihê wê Yekîtiya Sovyetê ya komunîst hatiye ava kirin[111] û her wiha gelek parêzgehên Rûsyaya berê wekê Fînlenda, Estonya, Letonya û Lîtvanya, wekê welatên nû yên ewropî, serxwebûna xwe bidest xistine.[112] Împeratoriya Awistirya-Mecaristan û xanedaniya osmanî hilweşiyane û bûn neteweyên cuda û sinorên gelek neteweyên din ji nû ve hatine xêzkirin. Her wiha di vê heyamê de Kurdistan jî piştê hilweşandina xenadeniya osmaniyan di navbera sê dewletên neteweperest hatiye perçe kirin ku perçe kirina Kurdistanê ji bo kurdan bûye sedemên gelek bûyerên dramatîk. Peymana Versaillesê ku di sala 1919an de bi fermî Şerê Cîhanî yê Yekem bi dawî kiriye, li dijî Almanya pir dijwar bû û berpirsiyariya tevahî ya şer xist ser milê wê û cezayên giran li Almanyayê ferz kiriye.[113] Hejmara mirinên zêde li Rûsyayê di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û Şerê Navxweyî yê Rûsyayê de (tevî birçîbûna piştê şer) bi tevahî gihîştiye 18 milyon kesan.[114] Di salên 1932-1933an de, di bin serokatiya Stalîn de, desteserkirina genim ên ji aliyê rayedarên Sovyetê ve bûye sedema duyemîn birçîbûna Sovyetê ku bûye sedema mirina bi milyonan kesan; kesên ku sax mane rastê zilmê hatine û gelek ji wan ji bo karê bi darê zorê şandine Gulagê.[115] Stalîn her wiha berpirsiyarê paqijiya mezin a salên 1937 û 1938an bû ku tê de 681.692 kes hatine bidarvekirin û bi milyonan kes hatine dersînorkirin û sirgûnkirinê deverên dûr ên Yekîtiya Sovyetê.[116][117]

Hewldanên şer ên serbî (1914–1918) ku di encama vê şerê de çaryeka ji nifûsa welêt jiyana xwe jidest daye

Şoreşên civakî yên ku li Rûsyayê belav bûn piştî şerê mezin tesîr li neteweyên din ên ewropî jî kiriye ku di sala 1919an de, Komara Weimarayê li Almanyayê û Komara Yekem a Awistiryayê; di sala 1922an de, hikûmeta faşîst a yek-partî ya Mussolini li Keyaniya Îtalyayê û Komara Tirkiyeyê ya Ataturk alfabeya rojavayî û sekulerîzma dewletê qebûl kirine. Bêîstîqrariya aboriya ku qismî ji ber deynên di Şerê Cîhanê yê Yekem de û 'deynên' ku ji Almanya re çêbibûn, di dawiya salên 1920 û 1930an de li Ewropayê bûye sedema tevliheviyan. Ev bê aramiya aborî û qeyrana Wall Streeta sala 1929an, bûne sedema depresyona mezin a cîhanî. Bi alîkariya krîza aborî, bêîstîqrariya civakî û gefa komunîzmê, tevgerên faşîst li seranserê Ewropayê pêş ketine û Adolf Hitler hatibû li ser desthilata Almanyaya Nazî.[118][119]

Di sala 1933an de Hitler bûye serokê Almanyayê û dest bi xebata ji bo avakirina Almanyaya Mezin kiriye. Bi xebatên Hîtler Almanya ji nû ve berfireh bûye û di salên 1935 û 1936an de Saarland û Rhineland dîsa ketiye bin desthilatdariya Almanyaya Nazî Di sala 1938an de piştê Anschlussê, Awistirya jî bûye beşek ji Almanyayê. Piştî Peymana Munchena ku ji aliyê Almanya, Fransa, Keyaniya Yekbûyî û Îtalyayê ve hatiye şanenav kiron, di sala 1938an de Almanya Sudetenlandê ku beşek ji Çekoslovakyayê bû û ji aliyê etnîkî alman ve lê jiyan dikirin, beşdarê axa Almanyayê kiriye. Di destpêka sala 1939an de, mayîna Çekoslovakyayê di navbera Protektoraya Bohemya û Moravyayê de ku ji aliyê Almanya û Komara Slovakyayê ve dihat kontrolkirin, hatiye dabeşkirin. Di wê demê de Keyaniya Yekbûyî û Fransayê jî polîtîkayeke aramîkirinê hilbijartibûn û bi hemam polîtîkayan her dû welatan dihatin birêvebirin.

Bi zêdebûna aloziyên di navbera Almanya û Polonyayê de li ser paşeroja Danzigê, almanan berê xwe dane sovyetan û peymana Molotov-Ribbentrop şanenav kirine ku rê daye sovyetan ku êrîşî dewletên baltîk û hinek beşên Polonya û Romanyayê bikin. Almanyayê di 1ê îlona sala 1939an de êrîşî Polonyayê kiriye ku ev yek bûye sedem ku Fransa û Keyaniya Yekbûyî di 3ê îlona sala 1939an de li dijî Almanyayê şer ragihînin û vê yekê jî qada ewropî ya Şerê Cîhanê yê Duyem vekiriye.[120][121][122] Dagirkirina Polonyayê ji aliyê Sovyetê ve di 17ê îlonê de hatiye dest pê kirin û di demek kurt de jî Polonya dikeve. Di 24ê îlonê de, Yekîtiya Sovyetê êrîşî welatên baltik û di 30ê mijdarê de jî êrîşî Fînlendayê kiriye ku piştî vê şerê dawî li dîjî artêşa sor şerê zivistana wêrankar hatiye destpêkirin.[123] Brîtanî hêvî dikir ku li Narvikê dakevin û leşkeran bişînin ku alîkariya Fînlendayê bikin lê armanca wan a sereke di daketinê de dorpêçkirina Almanyayê û qutkirina çavkaniyên Skandînavyaya ji bo almanan bû. Di heman demê de, Almanya leşkerên xwe şandine Danîmarkayê. Şerê xapînok berdewam kiriye.

Di gulana sala 1940an de Almanyayê bi rêya welatên nizm re êrîşî Fransayê kiriye û Fransa di meha hezîrana sala 1940an de radestê Almanyayê dibe. Heta meha tebaxê, Almanya dest bi êrîşeke bombebaranê li dijî Keyaniya Yekbûyî kiribû lê nekarîbû Brîtanîyan razî bike ku xwe radestê Almanyayê bike.[124] Di sala 1941ê de Almanya di Operasyona Barbarossayê de êrîşî Yekîtiya Sovyetê kiriye.[125] Di 7ê kanûna pêşîn a sala 1941ê de, êrîşa Japonyaya li ser Pearl Harborê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekê hevalbendên Împeratoriya Brîtanî û hêzên din ên hevalbend kişandiye nava şer.[126][127]

Di sala 1945an de "sê mezin" li Konferansa Yaltayê; rûniştî (ji çepê ve): Winston Churchill, Franklin D. Roosevelt û Joseph Stalin

Piştê Şerê Stalingrada sala 1943an, êrîşa Almanya ya li ser Yekîtiya Sovyetê veguheriye şerekê bêdawî. Şerê Kurskê ku mezintirîn şerê tankan ê dîrokê bû, êrîşa dawî ya mezin a alman bû ku li eniya rojhilat pêk hatibû. Di meha hezîrana sala 1944an de, hêzên brîtanî û amerîkî di daketina D-Day de êrîşî Fransayê kirine û eniyek nû yê şer li dijî Almanyayê vekirine. Berlîn di dawiyê de di sala 1945an de ketiye û Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Ewropayê bi dawî bûye. Ev şer di dîroka mirovahiyê de şerekî herî mezin û şerê herî wêrankarê cîhanê bû ku li seranserê cîhanê bûye sedema mirina 60 milyon kesan. Di encama Şerê Cîhanê yê Duyemîn de zêdetirî 40 milyon mirov li Ewropayê mirine ku di nav de di navbera 11 û 17 milyon kes hebûn ku di dema Holokostê de mirine. Li Yekîtiya Sovyetê di dema şer de nêzîkî 27 milyon kes (bi piranî sivîl) jiyana xwe jidest dane ku ev jî nêzîkî nîvê hemî qurbaniyên Şerê Cîhanê ya Duyemîn bû.[128] Di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, li Ewropayê zêdetirî 40 milyon penaber hebûn.[129][130][131] Piştî şer çend dersînorkirinên li Ewropaya Navîn û Ewropaya Rojhilat pêk hatiye ku bi tevahî nêzîkî 20 milyon kes ji cih û warên xwe hatine kirin.[132]

Şerê Cîhanî yê Yekem û bi taybetî jî Şerê Cîhanî yê Duyem, girîngiya Ewropaya Rojava di karûbarên cîhanî de kêm kiriye. Piştê Şerê Cîhanî yê Duyem nexşeya Ewropayê di Konferansa Yaltayê de ji nû ve hate xêzkirin û bûye du blok ku welatên rojavayî û bloka rojhilatî ya komunîst ku paşê ji aliyê Winston Churchill ve wekê "perdeya hesinî" hate binavkirin, ji hev hatiye dabeşkirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ewropaya Rojava hevpeymaniya NATOyê damezrandine û paşê jî Yekîtiya Sovyetê û Ewropaya Navîn Pakta Warşovayê damezrandine.[133] Piştê Şerê Cîhanê yê Duyemîn, bajarên girîng ên Berlîn û Trieste bûn ku bi vî awayî Herêma Azad a Trieste ku di sala 1947an de bi Neteweyên Yekbûyî re hatibû damezrandin, di salên 1954 û 1975an de hatiye hilweşandin. Dorpêça Berlînê di salên 1948 û 1949an de û avakirina Dîwarê Berlînê di sala 1961an de yek ji krîzên mezin ên navneteweyî yên Şerê Sar bûn.[134][135][136]

Du hêzên nû yên mezin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Sovyetê, di şerekî sar ê pêncî salî de asê mane ku navenda şer li ser belavbûna çekên atomî bû. Di heman demê de dekolonîzasyon ku piştê Şerê Cîhanê yê Yekem de dest pê kiribû, hêdî hêdî bûye sedema serxwebûna piraniya koloniyên ewropî yên li Asya û li Afrîkayê.[137]

Ala Ewropayê ku di sala 1955an de ji aliyê Konseya Ewropayê ve wekê ala tevahiya Ewropayê hatiye pejirandin

Di salên 1980î de reformên Mikhail Gorbachev û tevgera Piştgiriyê li Polonyayê sîstema komunîst a berê hişk qels kirin. Vekirina perdeya hesinî li pîknîka pan-ewropî piştre reaksiyoneke zincîrî ya aştiyane daye destpêkirin ku di dawiya de bloka rojhilat, peymana Warşovayê û dewletên din ên komunîst hilweşiyane û Şerê Sar bi dawî bûye.[138][139][140] Piştê hilweşîna sembolîk a dîwarê Berlînê di sala 1989an de, Almanya ji nû ve hatiye yekkirin û nexşeyên Ewropaya Navîn û Rojhilat careke din ji nû ve hatine xêzkirin.[141] Vê yekê têkiliyên çandî û aborî yên kevin ên berê qutbûyî gengaz kiriye û bajarên berê yên dûrî hev ên wekê Berlîn, Prag, Viyana, Budapeşt û Trieste niha, dîsa li navenda Ewropayê bûn.[118][142][143][144]

Piştê Şerê Cîhanî yê Duyemîn, entegrasyona ewropî jî zêde bû. Di sala 1949an de, piştî gotareke Sir Winston Churchill, Konseya Ewropayê bi fikra yekkirina Ewropayê ji bo bidestxistina armancên hevpar hatiye damezrandin. Ev konsey ji xeynî Belarûs, Rûsya û Bajarê Vatîkanê, hemî dewletên ewropî vedigire.[145][146] Peymana Romayê ya sala 1957an civata aborî ya Ewropayê di navbera şeş dewletên Ewropaya Rojava de bi armanca siyaseteke aborî ya yekgirtî û bazareke hevpar ava kiriye.[147] Di sala 1967an de, Yekîtiya Ewropî (EEAC), Civaka Komir û Pola ya Ewropî û Euratomê, Civaka Ewropî ava kirine ku di sala 1993an de veguheriye Yekîtiya Ewropayê. Yekîtiya Ewropayê parlamento, dadgeh û bankeke navendî ava kiriye û euroyê wekê pereyeke yekgirtî daye naskirin.[148] Di navbera salên 2004 û 2013an de welatên Ewropaya Navendî dest bi tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê kirine ku di encamê de yekitî berfireh bûye û bi vê yekîtiyê 28 welatên ewropî careke din dîsa Ewropayê kiriye navendeke mezin a aborî û siyasî ya bi hêz.[149] Lêbelê Keyaniya Yekbûyî di 31ê çileya sala 2020an de, piştê giştpirsiya hezîrana 2016an ji endametiya Yekîtiya Ewropayê derketiye.[150] Şerê Rûsya-Ûkraynayê piştî dagirkirina Ûkraynayê ku ji aliyê Rûsyayê ve di 24ê sibata 2022an de bi awayekî berbiçav zêde bûye, ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û Şerên Yugoslavyayê vir ve krîza herî mezin a mirovî û penaberî ya li Ewropayê nîşan daye.[151][152]

Nexşeya topografîk a giştî ya Ewropayê li gorî sala 2024an taybetmendiyên fîzîkî, siyasî û nifûsa Ewropayê nîşan dide.

Parzemîna Ewropayê ji pêncan yekê beşa rojavayê axa Ewrasyayê vedigire.[153] Li gorî parzemînên din rêjeya peravê zêdetir e.[154] Sinorên Ewropayê ya deryayî li bakur ji Okyanûsa Arktîkê li rojava ji Okyanûsa Atlantîkê û li aliyê başûr jî ji Deryayên Navîn, Deryaya Reş û Deryaya Qezwînê pêk tên.[155] Erdnîgariya Ewropayê di nav deverên biçûk de guherînên mezin nîşan didin. Herêmên başûr çiyayî ne û dema ku ber bi bakur ve diçe, erd ji Alpên bilind, Pîrenê û Karpatan ku di nav bilindahiyên gir re dadikeve di nav bilindahiyên gir û ber bi deştên bakur ên fireh û nizm ve diçe ku li rojhilat pir fireh in. Ev deşta berfireh wekê Deşta mezin a Ewropayê tê zanîn û li navenda deşt, deşta bakurê Almanyayê ye. Li perava bakurê rojava kevanekê ji bilindahiyan heye ku li beşên rojavayê giravên Brîtanya û Îrlandayê dest pê dike û piştre re li ser stûna çiyayî ya Norwêcê ya ku bi fiyortên hatine qutkirin berdewam dike.

Herêmên jêrîn ên wekê Nîvgirava Îberî û Nîvgirava Îtalyayê taybetmendiyên xwe yên tevlihev vedihewînin. Di heman demê de parzemîna Ewropaya Navendî bi xwe jî ku li wir relyef gelek plato, geliyên çeman û hewz vedihewîne, meyla giştî tevlihev dike. Herêmên binherêmî yên wekî Îzlanda, Brîtanya û Îrlenda rewşên taybet in. Di nav van de ya berê axek bi serê xwe ye li okyanûsa bakur e ku wekê beşek ji Ewropayê tê hesibandin, lê ya paşîn deverên çiyayî ne heta ku asta deryayê ya bilindbûna wan ji hev qut kiriye, bi parzemînê ve hevgirtî bûn.

Gola herî mezin ê Ewropayê li bakurê parzemînê ye. Volga û Duna du çemên herî dirêj ên Ewropayê ne. Avşira Renê ku li ser çemê Ren ye, ji aliyê rêjeya herikînê ve avşira herî mezin ê Ewropayê ye.

Biyomên Ewropa û herêmên derdorê:
     Tundra      Tundraya alpîn      Taîga      Daristanên çiyayî
     Daristana pelfireh a avhewaya nerm      Daristanên Deryaya Navîn      Stepên hênik      Stepên zuha

Parzemîna Ewropayê bi giranî li herêma avhewayê ya nerm a li nîvkada bakur e ku li ser rêça bayê rojava ye. Ji ber bandora herikîna kendavê ku herikeke okyanûsê ye ku ava germ ji kendava Meksîkê bi ser Okyanûsa Atlantîk re ber bi Ewropayê ve dibe, avhewa li gorî deverên din ên heman hêlîpan a cîhanê nermtir e.[156] Ji ber ku herikîna ava kendavê keşûhewaya Ewropayê ji avhewaya heyî germtir û şiltir dike, bi navê "herikîna kendavê" bi navê "germkirina navendî ya Ewropayê" hatiye binavkirin. Herikîna kendavê ne tenê ava germ dibe peravên Ewropayê, di heman demê de bayên rojavayî yên ku bayê Okyanûsa Atlantîkê ye li seranserê parzemînê bela dike û bi vê awayê parzemînê germ dike.

Ji ber vê yekê germahiya navînî ya salê li Aveiro 16 °C e lê bajarê New Yorkê ku hema hema li heman hêlipan û li heman perava okyanûsê ye, germa navînî ya bajarê tenê 13 °C e. Berlîn, Almanya; Calgary, Kanada; û Irkutsk ku li başûrê rojhilatê Rûsyayê ye, hemî li heman hêlîpanê ne; germahiya meha çileyê li Berlînê bi navînî 8 °C ji germahiya Calgariyê û bi qasî 22 °C ji germahiya Irkutskê bilindtir e.[156]

Girseya avê Deryaya Navîn ku germahiyên li ser navînîya salane û rojane wekhev dikin, xwedî girîngiyeke taybetî ne. Ava Deryaya Navîn ji çola Sahrayê heta kevana Alpê li beşa herî bakur a Deryaya Adriyatîkê ya nêzîkî Trieste dirêj dibe. Bi gelemperî Ewropa ne tenê ber bi bakur ve li gorî başûr sartir e lê di heman demê de ji rojava ber bi rojhilat ve jî sartir e. Li rojavayê Ewropayê avhewaya okyanûsî serdest e û li rojhilat jî bandora avhewaya okyanûsî kêm e.

Bi gelemperî Ewropa ne tenê ber bi bakur ve li gorî başûr sartir e û di heman demê de ji rojava ber bi rojhilat ve jî sartir dibe. Ava Deryaya Navîn ji Sahrayê heta kevana Alpê li beşa herî bakur a Deryaya Adriyatîkê ya nêzîkî Trieste dirêj dibe. Li rojavayê Ewropayê avhewaya okyanûsê serdest û li rojhilat jî ev heman avhewaya bandor xwe winda dike. Ev avhewa dikare bi tabloya jêrîn a germahiyên navînî li cihên ku bi qasê li dû firehiya 64, 60, 55, 50, 45 û 40an in, were nîşandan. Ev avhewa bi gelemperî li deverên nizm ên nêzîkî deryayê ye.

Guherîna avhewayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Zêdebûna germahiya navînî ya salane (2000–2017) li ser navînîya sedsala 20an li bajarên bijartî yên Ewropayê

Li gorî astên berî pîşesaziyê, guherîna avhewayê germahiyê li Ewropayê (2022) bi qasê 2.3 °C zêde bûye. Ewropa parzemîna herî zêde yê cîhanê ye ku bi awayekê bi lez germ dibe.[157] Avhewaya Ewropayê ji ber çalakiyên antropojenîk germtir dibe. Li gorî pisporên avhewayê yên navneteweyî, ji bo pêşîgirtina li encamên herî xeternak ên guherîna avhewayê, bêyî kêmkirina belavbûna gazên serayê ku ev dikare beriya sala 2050an biqewime, divê bilindbûna germahiya gerdûnî ji 2 °C derbas nebe.[158][159] Guherîna avhewayê bandorên xwe li ser hemî herêmên Ewropayê dike û rêjeya û cewherê bandorên wê li seranserê parzemînê diguhere. Guherîna avhewayê bandorên xwe li ser hemî herêmên Ewropayê dike, rêje û vegira bandorên guherîna avhewa li seranserê parzemînê diguhere.

Bandorên li ser welatên Ewropayê germbûna hewayê û zêdebûna pirbûn û zexta hewaya ekstrem ên wekê pêlên germê ne ku xetereyên tenduristiyê û bandorên wan li ser ekosîsteman hene. Her çiqas Yekîtiya Ewropayê û hikûmetên çend welatan planên ji bo pêkanîna kêmkirina guherîna avhewayê û veguheztina enerjiyê di sedsala 21ê de destnîşan kiribin jî, Peymana kesk a ewropî yek ji van e ku welatên ewropî beşdarên sereke yên belavbûna sereke yên gazên serayê ne.

Jeolojiya rûberî ya Ewropayê

Dîroka jeolojîk a Ewropayê vedigere heta avakirina Mertala Baltîk (Fennoscandia) û kratona Sarmatian e ku her du jî bi qasî 2,25 milyar sal berê û piştre mertala Volgo-Uralia hatiye ku her sê bi hev re rê li ber kratona Ewropaya Rojhilat (≈ Baltica) vekirine ku beşek ji superparzemîna Kolombiyayê bû. Nêzîkî 1,1 milyar sal berê Baltîka û Arktîka (wekê beşek ji bloka Lorentya) bi Rodînya ve hatine yek kirin ku paşê nêzîkî 550 milyon sal berê ji nû ve parçe bûne û wekê Baltîka ji nû ve ava bûne. Nêzîkî 440 milyon sal berê Ewroemarîka ji Baltîka û ji Lorentyayê pêk hatiye û yekbûneke din ê bi Gondwana re jî bûye sedema çêbûna Pangeayê. Nêzîkî 190 milyon sal berê, Gondwana û Laurasya ji ber firehbûna Okyanûsa Atlantîkê ji hev veqetiyane. Di dawiyê de û di demek kurt de piştî wê, Laurasya dîsa ji hev veqetiyaye ku veguheriye Lorentya (Amerîkaya Bakur) û parzemîna Ewrasyayê. Girêdana bejayî di navbera herduyan de bi rêya Grînlendê demek dirêj berdewam kiriye ku bûye sedema danûstandina cureyên heywanan. Ji dora 50 milyon sal berê ve, bilindbûn û daketina asta deryayê awayê rastîn ê Ewropayê û girêdanên bi parzemînan ên wekê parzemîna Asyayê diyar kiriye. Awayê niha yê Ewropayê vedigere dawiya serdema Tersîyerê ku nêzîkê pênc milyon sal berê niha bû.[160]

Jeolojiya Ewropayê pir cihêreng û tevlihev e ku bûye sedema cûrbecûr jingeha li seranserê parzemîna Ewropayê ku ji çiyayên bilind ên Skotlendê bigire heya deştên bilind ên Mecaristanê girtiye nav xwe.[161] Taybetmendiya herî girîng a Ewropayê dikotomiya di navbera bilindahî û çiyayî yên başûrê Ewropayê û deşteke bakur a fireh e ku bi qismî di bin avê de maye ku li rojava ji Îrlendayê bigire heta çiyayên Ûralê li rojhilat dirêj dibe, deşt e. Ev deşt ji aliyê her dû rêzeçiyayên Pîrenê û Alp/Karpatan ve ji hev hatine dabeşkirin. Deştên bakur li rojava bi çiyayên Skandînavyayê û beşên çiyayî yên giravên brîtanî ve hatine sinordarkirin. Çavkaniyên sereke yên avên tenikên ku beşên deştên bakur di bin avê de digirin Deryaya Keltî, Deryaya Bakur, Deryaya Baltîkê û Deryaya Barentsê ne.

Deşta bakur parzemîna jeolojîk a kevin a Baltîkayê vedigire û ji ber vê yekê dikare ji aliyê jeolojîk ve wekê "parzemîna sereke" were hesibandin ku di heman demê de bilindahiyên periferîk û herêmên çiyayî yên li başûr û rojava perçeyên ji parzemînên din ên jeolojîk pêk tînin. Piraniya jeolojiya kevintir a rojavayê Ewropaya berê, wekê beşek ji mîkroparzemîna kevnar a Avalonya hebû.

Nexşeya bikaranîna erdê Ewropayê. Erdên çandiniyê yên çandiniyê (zer), daristan (kesk tarî), mêrg (kesk vekirî) û tundra, an jî zozan, li bakur (zer tarî).

Ji ber ku bi hezaran salan e li kêleka gelên çandiniyê dijîn, heywan û nebatên Ewropayê ji ber hebûn û çalakiyên mirovan bandorek kûr li ser wan çêbûye. Ji xeynî Fennoscandia û bakurê Rûsyayê, niha li Ewropayê, ji xeynî gelek parkên neteweyî, çend deverên çolî yên destnedayî hene. Veşartina nebatên xwezayî ya sereke yê li Ewropayê daristanên tevlihev in. Şert û mercên mezinbûnê pir guncaw in. Li bakur, Herikîna Kendavê û Derbasbûna Atlantîka Bakur parzemînê germ dike. Başûrê Ewropayê xwedî avhewayeke germ e lê ev avhewa nerm e. Qûntarên çiyayan jî bandorê li şert û mercan dikin. Hinek ji van, wekê Alp û Pîrenê ber bi rojhilat-rojava ve ne û bûne sedem ku bayên gur ên avê ji okyanûsê ber bi hundir ve werin. Çiyayên din ber bi başûr-bakur ve ne (Çiyayên Skandînavyayê, Dînarîd, Karpat, Apenîn) û ji ber ku baran bi piranî li aliyê çiyayan dibare ku ber bi deryayê ve ye, daristan li vî aliyê baş şîn bûne lê li aliyê din, şert û merc ên vê yekê zêde guncaw nînin. Çend goşeyên parzemîna Ewropayê di demekê de ji aliyê ajalan ve nehatine çêrandin û birîna jîngeha daristanên berî çandiniyê bûye sedema têkçûna ekosîstemên nebat û ajalan ên resen. Rûbera daristanên seretayî li Ewropayê bi rêjeya navînî ya salane ya 1990-2000 191 000 hektar, di salên 2000-2015 217 000 hektar û di salên 2015-2025 153 000 hektar zêde bûye.[162]

Dibe ku heya roja îro carekê ji sedî 80 heta 90ê axa Ewropayê bi daristanan ve hatibe nixumandin ku ev daristan ji Deryaya Navîn heya Okyanûsa Arktîkê dirêj bûye.[163] Her çiqas zêdetirî nîvê daristanên resen ên Ewropayê di nav sedsalan de ji ber birîna daristanan winda bûne jî, hê jî ji çaryeka erdê Ewropayê daristan e ku bi şêwazên daristanên pelfireh û daristanên tevlihev in ku di nav de taygayên Skandînavya û Rûsyayê, daristanên baran ên tevlihev ên Qefqasyayê û daristanên berûyên Corkê yên li rojavayê Deryaya Navîn hene. Lêbelê ji ber ku ev zûtir mezin dibin, di gelek rewşan de çandiniyên konîferan cihê daristanên xwezayî yên tevlihev ên resen girtine. Di roja îro de ev çandiniyên konîferan deverên berfireh ên erdê vedigirin lê ji bo gelek cureyên daristanên ewropî yên ku dijîn, jîngehên hejartir pêşkêş dikin ku hewceyê tevliheviyeke ji cureyên daran û avaniya daristana cihêreng in. Rêjeya daristanên xwezayî li Ewropaya Rojava tenê ji %2-3 an kêmtir e lê li Rojavayê Rûsyayê ev rêje ji %5-10 ye. Welatê Ewropayê yê ku rêjeya herî kêm a qada daristanî lê heye Îslenda ye (%1) û di heman demê de welatê herî daristanî jî Fînlenda ye ku ev rêje gihiştiye ji %77an.[164]

Li Ewropaya hênik daristanên tevlihev ên bi darên pelfireh û darên pelderzî serdest in. Cureyên herî girîng li Ewropaya Navendî û li Ewropaya Rojava darên behîv û darên berû ne. Li bakur, tayga daristaneke tevîhev a çamê ye; li bakurtir li Rûsyayê û bakurê dûr ê Skandînavyayê, tayga dema ku Arktîkê nêzîk dibe cihê xwe dide tundrayê. Li Deryaya Navîn gelek darên zeytûnê hatine çandin ku bi awayekê baş li gorî avhewaya wê ya hişk hatine adaptekirin; Çiprisê Deryaya Navîn li başûrê Ewropayê jî bi berfirehî hatiye çandin. Herêma nîv-hişk a Deryaya Navîn gelek daristanên deviyan vedigire. Deştên teng ê rojhilat-rojavaya çîmenên Ewrasyayê (step) ji Ûkraynaya û başûrê Rûsyayê ber bi rojava ve dirêj dibe û li Mecaristanê diqede û li bakur jî derbasê taygayê dibe.

Herêmên biyoerdnîgariyên Ewropayê û herêmên sinor ên Ewropayê

Qeşagirtin di serdema qeşayê ya herî dawî de û hebûna mirovan bandor li belavbûna faunaya ewropî kiriye. Her çiqas ajal hebin jî, li gelek deverên Ewropayê piraniya ajalên mezin û cureyên nêçîrvanên sereke heta ku xilas bûne hatine girtin. Mamûtê bi hirî berî dawiya serdema Neolîtîkê de tune bûye. Di roja îro de li Ewropayê gur (goştxwer) û hirç (hemîxwer) hebûna wan di bin metirsiyê de ye. Berê ew li piraniya deverên Ewropayê dihatin dîtin. Lêbelê birîna daristanan û nêçîrvanî bûne sedema ku ev heywan hê jî zêdetir paşve vekişin. Di serdema navîn de jîngeha hirçan tenê bi çiyayên kêm-daristanê yên ku hirç nikarin xwe bigihîjin van deveran maye.

Di roja îro de hirça qehweyî bi giranî li nîvgirava Balkanan, Skandînavyayê û Rûsyayê dijî. Hejmareke piçûk ê ji van hirçan li welatên din ên li seranserê Ewropayê jî (Awistirya, Pîrenê û hwd.) dijîn lê li van deveran nifûsa hirçên qehweyî ji ber wêrankirina jîngeha wan perçe perçe û kêm e. Di heman demê de hirçên polarî (hirçê spî) li Svalbardê ku giraveke Norwêcê ye û li bakurê Skandînavyayê ye, dikarin werin dîtin. Gur ku piştî hirçê qehweyî duyem nêçîrvanê herî mezin ê Ewropayê ye, bi giranî li Ewropaya Navendî û li Ewropaya Rojhilat û li Balkanan tê dîtin û çend ref ên guran jî li deverên Ewropaya Rojava (Skandînavya, Spanya, hwd.) hene.

Goştxwerên din pisîka kovî ya ewropî, roviya sor û roviya arktîk, keftarê zêrîn, cureyên cuda yên kûze (marten), kirpizê ewropî, cureyên cuda yên xijende (wek marên margîs û marên giyayî) û amfîbî û her wiha çûkên cuda (qund, baz û çûkên din ên nêçîrvan) ne.

Gihaxwerên girîng ên ewropî şemalok, kurmik, masî, çûk û memikên cûda, guştxwar, xezal, beraz û marmot ên li çiyayan dijîn, pezkovî û ajalên din in. Gelek kêzik û perperoka kîsoya piçûk, zêdeyî li biyolojîk cihêrengiya Ewropayê dikin.[165]

Li gorî endeksa demokrasiya hilbijartina V-Dem a sala 2026an demokrasî ya li Ewropayê. Rengê şînê tarî welatên demokratîk in û rengê sora tarî jî welatên kêmdemokratîk in.

Nexşeya siyasî ya Ewropayê bi giranî ji nû ve piştê şerên Napolyon di 1815an de hatiye amadekirin. Şêweya hikûmeta berbelav li Ewropayê demokrasiya parlemanî ye ku di pir rewşan de bi awayê komarê; di sala 1815an de, şêweya hikûmeta berbelav hê jî monarşî bû. Yanzdeh monarşiyên mayî yên Ewropayê jî destûrî ne.

Entegrasyona ewropî pêvajoya entegrasyona siyasî, hiqûqî, aborî (û di hinek rewşan de civakî û çandî) ya dewletên ewropî ye ku wekê ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem vir ve ji aliyê hêzên ku sponsoriya Konseya Ewropayê dikin ve hatiye meşandin. Yekîtiya Ewropayê ji damezrandina xwe yê ji sala 1993an ve navenda entegrasyona aborî ya li parzemînê ye. Di demên dawî de, Yekîtiya aborî ya Ewrasyayê hatiye avakirin ku ji dewletên berê Sovyetê pêk hatine.

27 dewletên ewropî endamên Yekîtiya Ewropayê ya siyasî û aborî ye, 29 dewlet endamên herêma Schengen a bêsinor ev û 21 dewletên ewropî jî endamên yekîtiya pereyan a Eurozone ne.

Li gorî endeksên demokrasiya V-Demê di sala 2025an de welatên herî kêm demokratîk ên Ewropayê Belarûs, Rûsya û Tirkiye bûn.[166]

Dewletên Ewropayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dewletên Ewropayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
GDP (PPP) ya serê nifûsa welatên ewropî      >$60,000      $50,000 – $60,000      $40,000 – $50,000      $30,000 – $40,000      $20,000 – $30,000      $10,000 – $20,000

Wekê parzemînekê, aboriya Ewropayê niha aboriya herî mezin ê Cîhanê ye û li gorî hebûnên di bin rêveberiyê de, parzemîn herêma herî dewlemend e ku li gorî daneyên sala 2008an mezinahiya aboriya parzemînê bi qasê 32,7 trilyon dolarê amerîkî hatiye pîvandin.[167] Ewropa di sala 2009an de jî wekê herêma herî dewlemend ê cîhanê hatiye destnîşankirin. Li gorî daneyên sala 2009an de bi 37,1 trilyon dolar ên hebûna di bin rêveberiya parzemînê de, wekê sêyeka dewlemendiya cîhanê hatiye destnîşankirin. Wekê parzemînên din, li Ewropayê jî di navbera welatan de cihêrengiyeke mezinê dewlemendiyê heye.[168] Dewletên dewlemend bi gelemperî li bakurê rojava û li rojavayê Ewropayê ne û piştre jî ev dewletên dewlemend li Ewropaya Navendî ne. Di heman demê de piraniya aboriyên Ewropaya Rojhilat û başûrê rojhilat hê jî hewl didin ku ji bandora hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û hilweşîna Yugoslavyayê ku bandor li aboriya van welatan kiriye xilas bibin.

Modela mûza şîn wekê nûnereke aborî û erdnîgarî ya hêza aborî ya herêman hatiye sêwirandin ku piştre veguherî mûza zêrîn an stêrka şîn. Bazirganiya di navbera rojhilat û rojava de û her wiha ber bi Asyayê ve ku ji ber her du şerên cîhanî, sinorên nû û şerê sar demek dirêj hatibû astengkirin, piştî sala 1989an bi tundî zêdetir bibû. Wekê din, ji înîsiyatîfa rê û kemberê ya Çînê ya ku di Kanala Suweyşê re ber bi Afrîka û Asyayê ve diçe, destkevtiyeke nû heye.

Yekîtiya Ewropayê yekîneyeke siyasî ye ku ji 27 dewletên Ewropî pêk hatiye û mezintirîn qada aborî ya cîhanê pêk tîne. 21 welatên YE euroyê wekê diraveke hevpar bikar tînin (her wiha, 6 welatên ne-YE jî euro wekê diravê xwe bikar tînin). Çar welatên ewropî di nav deh welatên herî mezin ên aboriya neteweyî yên cîhanê de ne. Ev welat (li gorî rêza IMFê): Rûsya (4), Almanya (6), Fransa (9) û Keyaniya Yekbûyî (10) ye.

Hinek welatên ewropî ji hinek welatên din pir dewlemendtir in. Ji aliyê GDPya nomînal ve welatê herî dewlemend Monako ye ku ji dahata giştî serê nifûsê 185.829 dolarê amerîkî (2018) dikeve û welatê herî xizan jî Ûkrayna ye ji dahata giştî serê nifûsê 3.659 dolarê amerîkî (2019) dikeve.[169]

Bi tevahî li gorî nirxandineke fona dirava navneteweyî ya sala 2016an, GDP ya serê nifûsa Ewropayê 21.767 dolarê amerîkî ye.[170]

Li gorî daneyên sala 2021ê zêdebûna nifûsê li Ewropayê

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî nifûsa Ewropayê di sala 2023an de nêzîkî 742 milyon hatiye texmin kirin.[171] Ev rêje hinek ji rêjeya yek ji nehê nifûsa cîhanê zêdetir e. Nifûsa Ewropayê (hejmara mirovan li gorî her deverê) piştî Asyayê di rêza duyem a herî bilind a hemî parzemînên cîhanê de ye.[172] Ji ber ku rêjeya jidayikbûnê ji rêjeya mirinan kêmtir e, nifûsa Ewropayê niha hêdî hêdî kêm dibe ku salane bi qasê ji %0,2 kêm dibe.

Ewropaya Başûr û Ewropaya Rojava herêmên cîhanê ne ku rêjeya navînî ya herî zêde ya mirovên kal û pîr lê hene. Di sala 2021ê de rêjeya kesên ji 65 salî mezintir li Ewropaya Rojava û Ewropaya Başûr ji %21 bû ku li gorî ji %19 li tevahiya Ewropayê û %10 li cîhanê zêdetir bû.[173] Pêşbînî nîşan didin ku heta sala 2050an ev rêje dê li Ewropayê bigihêje ji %30an ku ji salên 1970î vir ve nifûsa zarokan di bin asta şûngirtina nifûda heyî de ye.[174] Neteweyên Yekbûyî pêşbînî dike ku di navbera salên 2022 û 2050an de nifûsa Ewropayê dê bi rêjeya %7 kêm bibe.[175]

Li gorî pêşbîniyek nifûsê ya Daîreya Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, dibe ku nifûsa Ewropayê heta sala 2050an dakeve navbera 680 û 720 milyon kesan be ku ev jî di wî demê de ji %7ê nifûsa cîhanê pêk tîne. Di vê çarçoveyê de, di navbera herêman de di warê rêjeyên zayînê de newekheviyên girîng hene. Hejmara navînî ya zarokan ji bo her jineke di temenê zarokbûnê de 1,52 ye ku ji rêjeya guherînê pir kêmtir e.[176] Neteweyên Yekbûyî pêşbînî dike ku li Ewropaya Navîn û li Ewropaya Rojhilat kêmbûna nifûsê ya berdewam ji ber koçberî û rêjeyên zayînê yên kêm be.[177]

Komên nîjadî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pan û Pfeil (2004) 87 "gelên cuda yên Ewropayê" dihejmêrin ku ji wan 33 kom an gel piraniya nifûsa herî kêm ên dewleteke serwer pêk tînin û di heman demê de 54ên mayî jî kêmneteweyên etnîkî pêk tînin.[178] Li gorî Komîsyona Ewropayê, romanî mezintirîn kêmneteweya etnîkî yê li Ewropayê ne.[179]

Li gorî rêxistina navneteweyî ya koçberiyê, Ewropa di nav hemî herêmên cîhanê de li gorî daneyên sala 2020an bi qasê 87 milyon koçberan herêma herî zêdeye ku mirov koçberên parzemînê bûne.[180] Di sala 2005an de bi giştî 1,8 milyon kes ji koçberiyê li welatên Yekîtiya Ewropayê zêde bûne ku ev rêje nêzîkê ji %85ê mezinbûna giştî ya nifûsa Ewropayê ye.[181] Di sala 2021ê de 827.000 kesan hemwelatîbûna dewleteke endamê Yekîtiya Ewropayê wergirtine ku ev li gorî sala 2020an bi qasê ji %14 zêdetir e.[182] Di sala 2021ê de 2,3 milyon koçber ji welatên derve derbasê welatên Yekîtiya Ewropayê bûne.[182]

Koçberiya serdema nûjen a destpêkê ji Ewropayê bi koçberên spanyayî û portûgalî di sedsala 16an de û koçberên fransî û îngilîzî di sedsala 17an de dest pê kiriye.[183][184] Lê belê ev hejmar heta pêlên koçberiya girseyî di sedsala 19an de, dema ku bi milyonan malbatên xizan ji Ewropayê derketine bi kêmasî be jî kêm bûye.[185]

Îro li her parzemînên Cîhanê nifûsên mezin ên ku bi eslê xwe ewropî ne hene. Kesên ku bi eslê xwe ewropî ne li Amerîkaya Bakur û bi rêjeyek hindik jî li Amerîkaya Başûr serdest in (bi taybetî li Uruguay, Arjentîn, Şîlî û Brezîlê û di heman demê de piraniya welatên din ên Amerîkaya Latînî jî xwedî nifûseke girîng ê ku bi eslê xwe ewropî ne hene). Awistralya û Zelanda Nû xwedî nifûsên mezin ên bi eslê xwe ewropî ne. Li Afrîkayê welatên ku piraniya wan ji Ewropayê ne hene (an jî ji xeynî Pozikê Verdeyê û dibe ku São Tomé û Príncipe, li gorî rewşê) lê kêmneteweyên girîng hene ku ev nifûs ji mirovên spîyên Afrîkaya Başûr û mirovên spîyên Afrîkaya Başûr pêk tên. Li Asyayê, nifûsên ji Ewropayê, bi taybetî rûs, li bakurê Asyayê û li hinek deverên Bakurê Kazakistanê serdest in.[186] Her wiha li Asyayê ewropî bi taybetî spanî li Fîlîpînan nifûseke hindikahî ya bi bandor e.[187][188]

Nexşeya zimanên ewropî

Li Ewropayê nêzîkê 225 zimanên xwemalî hene[189] ku piraniya wan di nav sê komên zimanên hind û ewropî de ne. Di nav van zimanan de zimanên wekê zimanên romayî ku ji latînî ya Împeratoriya Romayê hatine wergirtin, zimanên germanî ku zimanê bav û kalên wan ê ji başûrê Skandînavyayê hatiye û zimanên slavî heye.[190] Zimanên slavî bi piranî li Ewropaya Başûr, Ewropaya Navendî û li Ewropaya Rojhilat têne axaxtin. Zimanên romayî bi giranî li Ewropaya Rojava û li başûrê Ewropayê û her wiha li Swîsreyê li Ewropaya Navendî û li Romanya û Moldovayê li Ewropaya Rojhilat têne axavtin. Zimanên germanî li rojava, bakur û li Ewropaya Navendî û her wiha li Cîbraltar û li Maltayê li başûrê Ewropayê têne axavtin. Zimanên li deverên cîran wekêheviyeke girîng nîşan didin (wekê mînak di zimanê îngilîzî de).[190] Zimanên din ên hind û ewropî yên li derveyî sê komên sereke koma Baltîk (letonî û lîtvanî), koma keltî (zimanê îrlendî, gaelîya skotî, manx, welşî, kornîşî û zimanê bretonî, yewnanî û albanî ne.[190]

Malbateke cuda ya zimanên ûralî (estonî, fînî, mecarî, erzyayî, komî, marî, mokşayî û ûdmurtî) bi piranî li Estonya, Fînlenda, Mecaristan û li hinek deverên Rûsyayê têne axavtin. Zimanên tirkî ji xeynî zimanên piçûktir ên li Ewropaya Rojhilat û başûrê rojhilat (tirkîya gagauzî ya balkanan, başkirî, çuvaşî, tatarîya qirimî, karaçay-balkari, kumikî, nogayî û tatarî) pêk tên. Zimanên kartvelî (gurcî, mingrelî û svanî) bi piranî li Gurcistanê têne axavtin. Du malbatên zimanî yên din li Qefqasyaya Bakur dijîn (li deverê bakurê rojhilatê Qefqasyayê ku bi taybetî çeçenî, avarî û lezgînî di nav de ne; û li bakurê rojavayê Qefqasyaya ku bi taybetî adigeyî di nav de ne). Zimanê maltayî tenê zimanê semîtîk e ku di nav Yekîtiya Ewropayê de fermî ye, di heman demê de baskî tenê zimanê îzolekirî ya ewropî ye

Pirzimanî û parastina zimanên herêmî û kêmneteweyan îro li Ewropayê armancên siyasî yên pejirandî ne. Peymana çarçove ya Konseya Ewropayê ji bo parastina Kêmneteweyên neteweyî û karta ewropî ya Konseya Ewropayê ji bo zimanên herêmî an kêmneteweyan çarçoveyeke qanûnî ji bo mafên zimanan li Ewropayê ava dikin.

Di heman demê de zimanê romanî li seranserê Ewropayê ji aliyê kêmneteweya romanan ve tê axavtin.[191]

Dînê herî mezin ê li Ewropayê baweriya xiristiyanî ye ku ji %76,2ê ewropiyan xwe xiristiyan diyar kirine[192] ku di nav wan de katolîk, ortodoksên rojhilat û gelek mezhebên protestan hene. Di nav protestanan de baweriyên herî populer luterî, anglikanî û baweriya reformî ne. Mezhebên protestan ên biçûktir anabaptîst û her wiha mezhebên navendî yên wekê pentekostalîzm, metodîzm û evanjelîkalîzm li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hene. Her çiqas xiristiyanî ji Rojhilata Navîn derketibe jî, di dema ku di dawiya sedsala 4an de bûye dînê fermî ya Împeratoriya Romayê, navenda girseyî xiristaniyê ber bi Ewropayê ve çûye. Di heman demê de xiristiyanî di pêşxistina çand û nasnameya ewropî de roleke giring lîstiye.[193][194][195] Di roja îro de zêdetirî ji %25ê xiristiyanên cîhanê li Ewropayê dijîn.[196]

Baweriya îslamê duyem dînê herî belavbûyî li Ewropayê ye ku zêdetirî 25 milyon, an jî bi qasê ji %5ê nifûsa li Ewropayê pêbend ên baweriya îslamê ne.[197] Li Albanya û Bosna û Herzegovînayê, du welatên li nîvgirava Balkanan li başûrê rojhilatê Ewropayê, li cihê xiristiyaniyê îslam dînê piranî ye. Ev yek li Tirkiyeyê, Kurdistan û li hinek deverên Rûsyayê, her wiha li Azerbaycanê û li Qezexistanê jî derbas dibe ku hemî li ser sinorê Asyayê ne.[197] Gelek welatên Ewropayê malavaniya hindikahiyek giring ê misilmanam dikin û koçberiya ber bi Ewropayê ve di salên dawî de hejmara misilmanên li Ewropayê zêde kiriye.

Hejmara cihûyan li Ewropayê di sala 2020an de nêzîkê 1,4 milyon (nêzîkî %0,2 ji nifûsê) kes bû.[198] Dîrokeke dirêj a jiyana cihûyan li Ewropayê heye ku ji demên kevnar ve dest pê dike. Di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de, piraniya cihûyên cîhanê di nav sinorên Împeratoriya Rûsyayê de dijiyan.[199] Li gorî hêjmara nifûsa Rûsyaya sala 1897an, di sala 1897an de, nifûsa giştî ya cihûyan li Rûsyayê bi qasê 5,1 milyon kes bû ku ji %4,13ê tevahiya nifûsê pêk dianî. Ji vê hejmarê, piraniya wan li herêmên niştecihbûna cihûyan dijiyan.[200] Di sala 1933an de, nêzîkê 9,5 milyon cihû li Ewropayê hebûn ku ev jî ji %1,7ê nifûsa Ewropayê pêk aniye lê piraniya wan di dema Holokostê de hatine kuştin û piraniya cihûyên mayî jî ji cih û warên xwe bûne.[201][202][198] Di sedsala 21ê de Fransa xwediyê nifûsa herî mezin a cihûyên li Ewropayê ye, piştî Fransayê Keyaniya Yekbûyî, Almanya û Rûsya tên.[203]

Ji xeynî Komara Kalmîkiya ya Rûsyayê, ku budîzma tibetî dînê piranîyê ye, dînên din ên ku li Ewropayê têne dîtin hindûîzm û budîzm in ku dînên hindikahî ne.

Di heman demê de hêjmareke mezin û zêde ya mirovên li Ewropayê bêdîn, ateîst û agnostîk in. Hatiye texmînkirin ku rêjeya van kesan niha nêzîkê ji %18,3ê nifûsa Ewropayê pêk tînin.[203]

Bajarên sereke û deverên bajarî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sê bajarên herî mezin ên Ewropayê Moskow, London û Parîs in ku li van bajaran zêdetirî 10 milyon mirov dijîn û wekê bajarên mezin ên Ewropayê hatine wesifandin.[204][205] Her çiqas Stenbolê xwediyê nifûsa giştî ya herî zêde be jî, qismek ji bajêr li Asyayê ye ku bi qasê ji %64,9ê nifûsa bajêr li aliyê Ewropayê û bi qasê ji %35,1ê ji nifûsa bajêr jî li aliyê Asyayî dijîn. Li gorî nifûsê bajarên herî mezin Madrîd, Saint Petersburg, Mîlano, Barselona, Berlîn û Roma ne ku her yek ji wan zêdetirî sê milyon mirov dijîn.[205]

Dema ku kemerên rêwiyan an deverên metropolîtan ên li Ewropayê têne nirxandin (ku daneyên berawirdî ji bo wan hene), Moskow xwedî nifûsa herî mezin e û li pêy Moskowê bajarên wekê Stembol, London, Parîs, Madrîd, Mîlano, Herêma Ruhr, Saint Petersburg, Rhein-Süd, Barselona û Berlîn hatine.[206]

Bajarên mezin ên Ewropayê
  1. Bedirxan, Celadet Alî (1985). Ronahî Hejmar 1-28 (1942-1945). Uppsala: Jîna Nû. r. 259.
  2. Bedirxan, Kamiran Alî (1986). Roja Nû, 1943-1946. Uppsala: Jîna Nû. r. 42:1.
  3. "Europe | History, Countries, Map, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 7 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
  4. "Europe: Human Geography". education.nationalgeographic.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
  5. National Geographic Society, edîtor (1999). National Geographic atlas of the world (Çapa 7). Washington, DC: National Geographic Society. ISBN 978-0-7922-7528-2.
  6. "World Population Prospects - Population Division - United Nations". population.un.org. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
  7. Lewis, Martin W.; Wigen, Kären (2019). "The Myth of Continents". doi.org. doi:10.1525/9780520918597.
  8. Covert, Kim (2011). Ancient Greece: Birthplace of Democracy (bi îngilîzî). Capstone. ISBN 978-1-4296-6831-6.
  9. "History of the European Union – 1945-59 | European Union". european-union.europa.eu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.
  10. "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 adar 2022. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. "Quaternary Period" (bi îngilîzî). 6 kanûna paşîn 2017. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2026.
  12. "How long can we expect the present Interglacial period to last? | U.S. Geological Survey". www.usgs.gov (bi îngilîzî). 27 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2026.
  13. Vekua, Abesalom; Lordkipanidze, David; Rightmire, G. Philip; Agusti, Jordi; Ferring, Reid; Maisuradze, Givi; Mouskhelishvili, Alexander; Nioradze, Medea; de Leon, Marcia Ponce; Tappen, Martha; Tvalchrelidze, Merab; Zollikofer, Christoph (5 tîrmeh 2002). "A New Skull of Early Homo from Dmanisi, Georgia". Science. 297 (5578): 85–89. doi:10.1126/science.1072953.
  14. Strickland, Ashley (10 çiriya pêşîn 2018). "Bones reveal Neanderthal child was eaten by a giant bird | CNN". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2026.
  15. "Neanderthals Died Out 10,000 Years Earlier Than Thought, With Help From Modern Humans". Culture (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2026.
  16. Fleming, Nic (8 hezîran 2022). "My work digging up the shelters of our ancestors". Nature (bi îngilîzî). 606 (7916): 1035–1035. doi:10.1038/d41586-022-01593-3.
  17. Fu, Qiaomei; Li, Heng; Moorjani, Priya; Jay, Flora; Slepchenko, Sergey M.; Bondarev, Aleksei A.; Johnson, Philip L. F.; Aximu-Petri, Ayinuer; Prüfer, Kay; de Filippo, Cesare; Meyer, Matthias; Zwyns, Nicolas; Salazar-García, Domingo C.; Kuzmin, Yaroslav V.; Keates, Susan G. (2014). "Genome sequence of a 45,000-year-old modern human from western Siberia". Nature (bi îngilîzî). 514 (7523): 445–449. doi:10.1038/nature13810. ISSN 1476-4687. PMC 4753769. PMID 25341783.
  18. Douka, Katerina; Grimaldi, Stefano; Boschian, Giovanni; del Lucchese, Angiolo; Higham, Thomas F. G. (1 sibat 2012). "A new chronostratigraphic framework for the Upper Palaeolithic of Riparo Mochi (Italy)". Journal of Human Evolution. 62 (2): 286–299. doi:10.1016/j.jhevol.2011.11.009. ISSN 0047-2484.
  19. Borza, Eugene N. (28 îlon 1992). In the Shadow of Olympus: The Emergence of Macedon (bi îngilîzî). Princeton University Press. ISBN 978-0-691-00880-6.
  20. Newall, R. S.; Atkinson, R.J.C. (1956). "Stonehenge: a review". Antiquity. 30 (119): 137–141. doi:10.1017/s0003598x00026648. ISSN 0003-598X.
  21. Posth, Cosimo; Yu, He; Ghalichi, Ayshin; Rougier, Hélène; Crevecoeur, Isabelle; Huang, Yilei; Ringbauer, Harald; Rohrlach, Adam B.; Nägele, Kathrin; Villalba-Mouco, Vanessa; Radzeviciute, Rita; Ferraz, Tiago; Stoessel, Alexander; Tukhbatova, Rezeda; Drucker, Dorothée G. (2023). "Palaeogenomics of Upper Palaeolithic to Neolithic European hunter-gatherers". Nature. 615 (7950): 117–126. doi:10.1038/s41586-023-05726-0. ISSN 1476-4687. PMC 9977688. PMID 36859578.
  22. Haak, Wolfgang; Lazaridis, Iosif; Patterson, Nick; Rohland, Nadin; Mallick, Swapan; Llamas, Bastien; Brandt, Guido; Nordenfelt, Susanne; Harney, Eadaoin; Stewardson, Kristin; Fu, Qiaomei; Mittnik, Alissa; Bánffy, Eszter; Economou, Christos; Francken, Michael (2015). "Massive migration from the steppe was a source for Indo-European languages in Europe". Nature (bi îngilîzî). 522 (7555): 207–211. doi:10.1038/nature14317. ISSN 1476-4687. PMC 5048219. PMID 25731166.
  23. Spinney, Laura (1 tîrmeh 2020). "When the First Farmers Arrived in Europe, Inequality Evolved". Scientific American (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2026.
  24. "Thousands of horsemen may have swept into Bronze Age Europe, transforming the local population". www.science.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2026.
  25. "British Museum - Ancient Greece". www.britishmuseum.org (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2026.
  26. "Periods - School of Archaeology - University of Oxford". www.arch.ox.ac.uk (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 19 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2026.
  27. Short, John R. (1984). An Introduction to Urban Geography (bi îngilîzî). Routledge & Kegan Paul. ISBN 978-0-7102-0372-4.
  28. 1 2 Daly, Jonathan (19 kanûna pêşîn 2013). The Rise of Western Power: A Comparative History of Western Civilization (bi îngilîzî). A&C Black. ISBN 978-1-4411-1851-6.
  29. Pedersen, Olaf; Uritam, Rein A. (1 çiriya pêşîn 1994). "Early Physics and Astronomy: A Historical Introduction, rev. ed". American Journal of Physics. 62 (10): 954–956. doi:10.1119/1.17751. ISSN 0002-9505.
  30. Strauss, Barry (16 tebax 2005). The Battle of Salamis: The Naval Encounter That Saved Greece -- and Western Civilization (bi îngilîzî). Simon and Schuster. ISBN 978-0-7432-7453-1.
  31. "Colin McEvedy and Richard Jones, Atlas of world population history, Harmondsworth, Middx., Penguin Books, 1978, 8vo, pp. 368, illus., £1.75 (paperback)". Medical History. 23 (2): 242–242. 1979. doi:10.1017/s0025727300051528. ISSN 0025-7273.
  32. Geographic information, globalization, and society. CRC Press. 17 kanûna pêşîn 2007. rr. 123–158. ISBN 978-0-8493-3414-6.
  33. Foster, Sally Mary (2004). Picts, Gaels and Scots: early historic Scotland. Historic Scotland. London: Batsford. ISBN 978-0-7134-8874-6.
  34. Theodosius.
  35. Hadas, Moses (22 adar 1950). A History of Greek Literature (bi îngilîzî). Columbia University Press. ISBN 978-0-231-51486-6.
  36. Laiou, Angeliki (2011). Chapitre VIII. Constantinople sous les Paléologues. Presses Universitaires de France. r. 131. ISBN 978-2-13-052008-5.
  37. Hough, John N.; McEvedy, Colin (1967). "The Penguin Atlas of Ancient History". The Classical World. 61 (2): 48. doi:10.2307/4346351. ISSN 0009-8418.
  38. Koyre, Alexandre (1943). "Galileo and Plato". Journal of the History of Ideas. 4 (4): 400. doi:10.2307/2707166. ISSN 0022-5037.
  39. Cantor, Norman F. (1 çiriya pêşîn 1997). "To the Editor". The American Historical Review. 102 (4): 1300–1300. doi:10.1086/ahr/102.4.1300. ISSN 1937-5239.
  40. Wortman, Kathryn C. (1994). "Developing Standards for a National Spatial Data Infrastructure". Cartography and Geographic Information Systems. 21 (3): 132–135. doi:10.1559/152304094782602872. ISSN 1050-9844.
  41. Legvold, Robert; Hunter, Shireen T. (2004). "Islam in Russia: The Politics of Identity and Security". Foreign Affairs. 83 (5): 176. doi:10.2307/20034107. ISSN 0015-7120.
  42. McKitterick, Rosamond (1995). The new Cambridge medieval history. Cambridge [GB]: Cambridge university press. ISBN 978-0-521-36292-4.
  43. American Universal Geography. Harvard University Press. 31 kanûna pêşîn 2010. rr. 145–168. doi:10.4159/9780674059351-009. ISBN 978-0-674-05935-1.
  44. 1 2 Gong, Jianhua; Lin, Hui (2006). A Collaborative Virtual Geographic Environment. IGI Global. rr. 186–207. ISBN 978-1-59140-845-1.
  45. Digital Geographic Interchange Standards. Elsevier. 1991. rr. 151–166. ISBN 978-0-08-040277-2.
  46. Brown, Stephen F.; Anatolios, Khaled (2009). Catholicism & Orthodox Christianity. World religions (Çapa 3). New York: Chelsea House Publishers. ISBN 978-1-60413-106-2.
  47. Donovan, Charles (2003). "Chartae Fabrianenses. Commentaries". Archivum Latinitatis Medii Aevi. 61 (1): 223–288. doi:10.3406/alma.2003.1815. ISSN 0994-8090.
  48. 1 2 Geographic information systems and the problem of ethical action. Routledge. 28 kanûna paşîn 2008. rr. 147–158. ISBN 978-0-203-01934-4.
  49. Roth, Keven (2003). "Initial Implementation of The National Map". Cartography and Geographic Information Science. 30 (2): 199–202. doi:10.1559/152304003100011027. ISSN 1523-0406.
  50. Dark Satanic Fields. Harvard University Press. 15 çiriya pêşîn 2010. rr. 169–192. ISBN 978-0-674-05935-1.
  51. The Essential World History.
  52. Findlay, Ronald (2006). Eli Heckscher, International Trade, and Economic History (bi îngilîzî). MIT Press. ISBN 978-0-262-06251-0.
  53. Byfield, Ted (2008). A Glorious Disaster: A.D. 1100 to 1300 : the Crusades : Blood, Valor, Iniquity, Reason, Faith (bi îngilîzî). Christian History Project. ISBN 978-0-9689873-7-7.
  54. Chronicles.
  55. "В.О. Ключевский. Курс русской истории. Лекция 16". www.kulichki.com. Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2026.
  56. Lane, George (25 kanûna paşîn 2018). A Short History of the Mongols (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing. ISBN 978-1-78672-339-0.
  57. Fennell, John (13 çiriya pêşîn 2014). The Crisis of Medieval Russia 1200-1304 (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-317-87314-3.
  58. Favereau, Marie (20 nîsan 2021). The Horde: How the Mongols Changed the World (bi îngilîzî). Harvard University Press. ISBN 978-0-674-24421-4.
  59. Wright, Thomas Edmund Farnsworth; Wright, Edmund (2015). A Dictionary of World History (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-968569-1.
  60. 1 2 Dukes, Paul (1998). A History of Russia: Medieval, Modern, Contemporary, C. 882-1996 (bi îngilîzî). Duke University Press. ISBN 978-0-8223-2096-8.
  61. "BS Foundations chapter 9". www.oglethorpe.edu. Ji orîjînalê di 2 çiriya paşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2026.
  62. "Hundred Years' War: Joan of Arc and the Siege of Orléans » HistoryNet - From the World's Largest History Magazine Publisher". www.historynet.com. Ji orîjînalê di 9 çiriya paşîn 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2026.
  63. "famine". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2026.
  64. Society, National Geographic. "Plague, Plague Information, Black Death Facts, News, Photos -- National Geographic". National Geographic (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 16 sibat 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2026.
  65. 1 2 Barrett, Peter (1 gulan 2004). Science and Theology Since Copernicus: The Search for Understanding (bi îngilîzî). A&C Black. ISBN 978-0-567-08969-4.
  66. Jacob Burckhardt (2004). The civilization of the Renaissance in Italy. Internet Archive. Penguin Books. ISBN 978-0-14-044534-3.
  67. Taylor, Robert E. (1 tîrmeh 1967). "Renaissance Books". Renaissance Quarterly. 20 (2): 298–316. doi:10.2307/2859753. ISSN 0034-4338.
  68. "Geographic Materials Received". Journal of Geography. 65 (6): 292–292. 1966. doi:10.1080/00221346608981371. ISSN 0022-1341.
  69. Andrews, Michael C. (1 tîrmeh 1971). "Jack Drum's Entertainment as Burlesque". Renaissance Quarterly. 24 (2): 226–231. doi:10.2307/2859199. ISSN 0034-4338.
  70. Roberts, J. M. (1997). The Penguin history of Europe. Internet Archive. Penguin Books. ISBN 978-0-14-026561-3.
  71. "Geographic Materials Received". Journal of Geography. 60 (7): 338–338. 1961. doi:10.1080/00221346108982374. ISSN 0022-1341.
  72. Elliott, F L (15 tebax 1930). "Report on Menthol". Journal of AOAC INTERNATIONAL. 13 (3): 333–333. doi:10.1093/jaoac/13.3.333. ISSN 0095-9111.
  73. Emsley, Michael (1 nîsan 1995). "Review: National Geographic Atlas of the World, by William Graves". The American Biology Teacher. 57 (4): 256–256. doi:10.2307/4449982. ISSN 0002-7685.
  74. Cely, Tadeas (7 adar 2024). "New Threat of Culture Wars? The Religious Roots of Public Opinion Polarization on Culture War Issues in Europe". doi.org. Roja gihiştinê 26 tîrmeh 2026.
  75. Lois, Carla (16 kanûna pêşîn 2024). Introduction to Part 1: The Quinta Pars, or the Southern Continent that Never Existed. BRILL. rr. 28–32. ISBN 978-90-04-71500-4.
  76. "History of Europe | Summary, Wars, Map, Ideas, & Colonialism | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 6 hezîran 2026. Roja gihiştinê 26 tîrmeh 2026.
  77. GeoInsight. CRC Press. 11 çiriya pêşîn 2001. rr. 269–290. ISBN 978-0-429-20609-2.
  78. The Ottoman system. Routledge. 14 kanûna paşîn 2014. rr. 65–102. ISBN 978-1-315-84082-6.
  79. "Chapter 15: A History of Spain and Portugal". libro.uca.edu. Roja gihiştinê 26 tîrmeh 2026.
  80. Food, Famine and Fertilizers.
  81. Frost, Robert I. (1993). After the Deluge: Poland-Lithuania and the Second Northern War, 1655-1660 (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-54402-3.
  82. Lukowski, Jerzy (17 hezîran 2014). The Partitions of Poland 1772, 1793, 1795 (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-317-88694-5.
  83. Clarence-Smith, W. G. (2006). Islam and the Abolition of Slavery (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-522151-0.
  84. Hunt, Shelby D. (28 sibat 2003). Controversy in Marketing Theory: For Reason, Realism, Truth, and Objectivity (bi îngilîzî). M.E. Sharpe. ISBN 978-0-7656-4014-7.
  85. "People | College of Liberal Arts and Sciences". people.clas.ufl.edu. Roja gihiştinê 26 tîrmeh 2026.
  86. Gipson, Lawrence Henry (1 adar 1950). "The American Revolution as an Aftermath of the Great War for the Empire, 1754-1763". Political Science Quarterly. 65 (1): 86–104. doi:10.2307/2144276. ISSN 0032-3195.
  87. Goldie, Mark; Wokler, Robert (2006). The Cambridge history of eighteenth-century political thought. The Cambridge history of political thought. Cambridge: Cambridge university press. ISBN 978-0-521-37422-4.
  88. Geographic tongue. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. 2004. rr. 255–255. ISBN 978-3-540-00864-4.
  89. Schama, Simon (1989). Citizens: A Chronicle of the French Revolution. Knopf. ISBN 978-0-394-55948-3.
  90. 1 2 National Geographic, 360.
  91. McEvedy, Colin (1972). The Penguin Atlas of Modern History. Penguin Books. ISBN 978-0-14-051153-6.
  92. Lyons, Martyn (1994). Napoleon Bonaparte and the legacy of the French Revolution. St. Martin's Press. ISBN 978-0-312-12123-5.
  93. Grab, Alexander (2003). Napoleon and the Transformation of Europe (European History in Perspective). Palgrave MacMillan. ISBN 978-0-333-68275-3.
  94. National Geographic, 350.
  95. National Geographic, 367.
  96. National Geographic, 371–373.
  97. Davies, Norman (1996). Europe: A History. Oxford University Press. ISBN 978-0-19-820171-7.
  98. "HISTORY OF THE BALKANS". www.historyworld.net. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2026.
  99. Trevelyan, George Macaulay (1988). A shortened history of England. Penguin Books. ISBN 978-0-14-010241-3.
  100. Webb, Sidney (1976). History of Trade Unionism. AMS Press. ISBN 978-0-404-06885-1.
  101. "Welcome to Encyclopædia Britannica's Guide to Black History". www.britannica.com. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2026.
  102. Cheyney, E. P. (1 nîsan 1927). "History of England. By <scp>George Macaulay Trevelyan</scp>. (London and New York: Longmans, Green, and Company. 1926. Pp. xx, 723. 12 s. 6d)". The American Historical Review. 32 (3): 570–572. doi:10.1086/ahr/32.3.570. ISSN 1937-5239.
  103. "modernization | Nature, Features, Examples, & Facts". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2026.
  104. "BBC - History - British History in depth: The Irish Famine". www.bbc.co.uk (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2026.
  105. "The Atlantic: Can the US afford immigration? - Migration News | Migration Dialogue". migration.ucdavis.edu (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2026.
  106. "Print - Population Reference Bureau". www.prb.org. Ji orîjînalê di 22 tîrmeh 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2026.
  107. Johnston, Raymond (28 hezîran 2014). "Assassin Gavrilo Princip gets a statue in Sarajevo". Prague Post (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2026.
  108. National Geographic, 407.
  109. National Geographic, 440.
  110. "The Treaty of Versailles and its Consequences". www.jimmyatkinson.com (bi Australian English). Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2026.
  111. National Geographic, 480.
  112. Heinrich August Winkler (2015). "The Struggle for Independence: Estonia, Latvia, Lithuania and Finland". The Age of Catastrophe. Yale University Press. p. 110. ISBN 978-0-300-20489-6.
  113. National Geographic, 443.
  114. Harrison, Mark (18 tîrmeh 2002). Accounting for War: Soviet Production, Employment, and the Defence Burden, 1940-1945 (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-89424-1.
  115. "Legacy of famine divides Ukraine" (bi îngilîziya brîtanî). 24 çiriya paşîn 2006. Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2026.
  116. Gleason, Abbott (6 nîsan 2009). A Companion to Russian History (bi îngilîzî). John Wiley & Sons. ISBN 978-1-4443-0842-6.
  117. Hosking, Geoffrey A. (2001). Russia and the Russians: a history. Harvard University Press. p. 469. ISBN 978-0-674-00473-3.
  118. 1 2 Eric Hobsbawm (13 sibat 1996). The Age of Extremes. Internet Archive. Vintage. ISBN 978-0-679-73005-7.
  119. National Geographic, 438.
  120. "Adolf Hiter: Rise to Power, Impact & Death". HISTORY (bi îngilîzî). 29 çiriya pêşîn 2009. Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  121. National Geographic, 465.
  122. Taylor, A. J. P. (1996). The Origins of the Second World War. Simon & Schuster. ISBN 978-0-684-82947-0.
  123. Massari, Ivano (18 tebax 2015). "The Winter War - When the Finns Humiliated the Russians | War History Online". warhistoryonline (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  124. National Geographic, 510.
  125. National Geographic, 532.
  126. National Geographic, 511.
  127. National Geographic, 519.
  128. "Leaders mourn Soviet wartime dead" (bi îngilîziya brîtanî). 9 gulan 2005. Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  129. "The State of The World's Refugees 2000: Fifty Years of Humanitarian Action - Chapter 1: The early years". UNHCR (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  130. "Migrants, refugees, history and precedents". Forced Migration Review (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  131. "REFUGEES: Save Us! Save Us!". TIME.com. Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  132. Schechtman, Joseph B. (1953). "Postwar Population Transfers in Europe: A Survey". The Review of Politics (bi îngilîzî). 15 (2): 151–178. doi:10.1017/S0034670500008081. ISSN 1748-6858.
  133. National Geographic, 530.
  134. Jessica Caus "Am Checkpoint Charlie lebt der Kalte Krieg" In: Die Welt 4 August 2015.
  135. Karlo Ruzicic-Kessler "Togliatti, Tito and the Shadow of Moscow 1944/45–1948: Post-War Territorial Disputes and the Communist World", In: Journal of European Integration History, (2/2014).
  136. Christian Jennings "Flashpoint Trieste: The First Battle of the Cold War", (2017), pp 244.
  137. National Geographic, 534.
  138. Thomas Roser: DDR-Massenflucht: Ein Picknick hebt die Welt aus den Angeln (German – Mass exodus of the GDR: A picnic clears the world) In: Die Presse 16 August 2018.
  139. Der 19. August 1989 war ein Test für Gorbatschows" (German – August 19, 1989 was a test for Gorbachev), In: FAZ 19 August 2009.
  140. Michael Frank: Paneuropäisches Picknick – Mit dem Picknickkorb in die Freiheit (German: Pan-European picnic – With the picnic basket to freedom), in: Süddeutsche Zeitung 17 May 2010.
  141. Andreas Rödder, Deutschland einig Vaterland – Die Geschichte der Wiedervereinigung (2009).
  142. Padraic Kenney "A Carnival of Revolution: Central Europe 1989" (2002) pp 109.
  143. Michael Gehler "Der alte und der neue Kalte Krieg in Europa" In: Die Presse 19.11.2015.
  144. Robert Stradling "Teaching 20th-century European history" (2003), pp 61.
  145. "History of the European Union – 1945-59 | European Union". european-union.europa.eu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  146. Times, The Moscow (10 adar 2022). "Russia Quits Europe's Rule of Law Body, Sparking Questions Over Death Penalty". The Moscow Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  147. National Geographic, 536.
  148. National Geographic, 537.
  149. National Geographic, 535.
  150. "Brexit: UK leaves the European Union". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 31 kanûna paşîn 2020. Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  151. Costa, Antonio Pita, Raúl Sánchez (3 adar 2022). "Ukrainian exodus could be Europe's biggest refugee crisis since World War II". EL PAÍS English (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  152. Ballinger, Steve (7 adar 2022). "Protecting Ukrainian refugees: What can we learn from the response to Kosovo in the 90s?". British Future (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  153. "Europe - MSN Encarta". encarta.msn.com. Ji orîjînalê di 28 çiriya pêşîn 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2025.
  154. "Why Europe works - FT.com". Financial Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 îlon 2025.
  155. "Europe | continent". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 îlon 2025.
  156. 1 2 "European Climate | Picture of Europe Climate Map | World Book Encyclopedia". www.worldbook.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 9 çiriya paşîn 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  157. "Climate change impacts scar Europe, but increase in renewables signals hope for future". World Meteorological Organization (bi îngilîzî). 20 hezîran 2023. Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  158. "Database". climate-adapt.eea.europa.eu (bi îngilîzî). 7 hezîran 2016. Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  159. Carter, Jeremy G (1 gulan 2011). "Climate change adaptation in European cities". Current Opinion in Environmental Sustainability. 3 (3): 193–198. doi:10.1016/j.cosust.2010.12.015. ISSN 1877-3435.
  160. "Europe -- Britannica Online Encyclopedia". www.britannica.com. Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.
  161. "Geology map of Europe". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 tebax 2019. Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2026.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  162. FAO (2025). Global Forest Resources Assessment 2025 (bi îngilîzî). FAO ;. doi:10.4060/cd6709en. ISBN 978-92-5-140082-1.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk)
  163. "European Forests". www.saveamericasforests.org. Roja gihiştinê 31 tîrmeh 2026.
  164. "State of Europe's Forests 2007: The MCPFE report on sustainable forest management in Europe" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 24 hezîran 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 tîrmeh 2026.
  165. Bryant, Simon; Thomas, Chris; Bale, Jeffrey (1997). "Nettle‐feeding nymphalid butterflies: temperature, development and distribution". Ecological Entomology (bi îngilîzî). 22 (4): 390–398. doi:10.1046/j.1365-2311.1997.00082.x. ISSN 0307-6946.
  166. "Democracy Report 2026, Unraveling The Democratic Era?" (PDF).
  167. "World - Bloomberg Business". Bloomberg.com. Roja gihiştinê 1 tebax 2026.
  168. "Global Wealth Stages a Strong Comeback, but Wealth Managers Still See Performance Declines and Challenges Ahead, Says Study by The Boston Consulting Group Assets Under Management Rebound by 11.5 Percent to $111.5 Trillion, Just Shy of 2007 Peak; the Number of Millionaire Households Jump by 14 Percent; but Wealth Managers Grapple With Falling Revenues and Shrinking Margins". www.pr-inside.com. Ji orîjînalê di 20 gulan 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 tebax 2026.
  169. "World Bank Open Data". World Bank Open Data. Roja gihiştinê 1 tebax 2026.
  170. "Report for Selected Countries and Subjects". www.imf.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 1 tebax 2026.
  171. "World Population Prospects". population.un.org. Roja gihiştinê 1 tebax 2026.
  172. Division, United Nations Population. "[default] Population Division Data Portal". Population Division Data Portal (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 tebax 2026.
  173. "PRB's 2021 World Population Data Sheet". Population Reference Bureau (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 1 tebax 2026.
  174. "Indicators". www.eea.europa.eu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 tebax 2026.
  175. "World Population Prospects 2022, Summary of Results" (PDF).
  176. "Cruise Vacations, Cruise Lines, Luxury Cruises, River Cruises, Adventure Cruises, Sailing Cruise Ships and World Cruises". www.travelwizard.com. Ji orîjînalê di 23 kanûna paşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 tebax 2026.
  177. "UN predicts huge migration to rich countries".
  178. "Nothing found for Introduction". www.living-diversity.eu (bi almanî). Roja gihiştinê 1 tebax 2026.
  179. "Roma equality, inclusion and participation in the EU - European Commission". commission.europa.eu (bi îngilîzî). 7 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 1 tebax 2026.
  180. Word migration report 2022. NEW YORK: International Organization for Migration (IOM). 2021. p. 87. ISBN 978-92-9268-078-7.
  181. "Migration Information Source - Europe: Population and Migration in 2005". www.migrationinformation.org. Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  182. 1 2 "EU population diversity by citizenship and country of birth". ec.europa.eu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  183. "A pena do degredo nas Ordenações do Reino". Jus.com.br (bi Brazilian Portuguese). Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  184. "Ensaio sobre a imigração portuguesa e os padrões de miscigenação no Brasil" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 10 adar 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  185. Evans, Nicholas J. (1 kanûna pêşîn 2001). "Work in progress: Indirect passage from Europe Transmigration via the UK, 1836–1914". Journal for Maritime Research. 3 (1): 70–84. doi:10.1080/21533369.2001.9668313. ISSN 2153-3369.
  186. "Russians left behind in Central Asia" (bi îngilîziya brîtanî). 23 çiriya paşîn 2005. Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  187. "Reference Populations - Geno 2.0 Next Generation". Genographic Project (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  188. Go, Matthew C.; Jones, Ansley R.; Algee-Hewitt, Bridget F. B.; Dudzik, Beatrix; Hughes, Cris E. (5 kanûna pêşîn 2019). "Classification Trends among Contemporary Filipino Crania Using Fordisc 3.1". Forensic Anthropology (bi îngilîzî). 2 (4): 293–303. doi:10.5744/fa.2019.1005. ISSN 2573-5039.
  189. "European Day of Languages > Facts > Language Facts". edl.ecml.at (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  190. 1 2 3 "Europe -- Britannica Online Encyclopedia". www.britannica.com. Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  191. "IN EUROPE" (PDF). Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 tebax 2021. Roja gihiştinê 2 tebax 2026.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  192. "Regional Distribution of Christians". Pew Research Center (bi îngilîziya amerîkî). 19 kanûna pêşîn 2011. Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  193. Byrnes, Timothy A.; Katzenstein, Peter J. (2006). Religion in an Expanding Europe. Cambridge: Cambridge University Press. p. 110. ISBN 978-0-521-67651-9.
  194. Hewitson, Mark; D'Auria, Matthew (2012). Europe in Crisis: Intellectuals and the European Idea, 1917–1957. New York; Oxford: Berghahn Books. p. 243. ISBN 978-0-85745-727-1.
  195. Nikodemos Anagnostopoulos, Archimandrite (2017). Orthodoxy and Islam. Taylor & Francis. p. 16. ISBN 978-1-315-29792-7. Christianity has undoubtedly shaped European identity, culture, destiny, and history.
  196. "Global Christianity – A Report on the Size and Distribution of the World's Christian Population". Pew Research Center (bi îngilîziya amerîkî). 19 kanûna pêşîn 2011. Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  197. 1 2 Hackett, Conrad (29 çiriya paşîn 2017). "5 facts about the Muslim population in Europe". Pew Research Center (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  198. 1 2 Lipka, Michael (9 sibat 2015). "The continuing decline of Europe's Jewish population". Pew Research Center (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  199. The Pittsburgh Press, 25 October 1915, p. 11.
  200. Grosfeld, Irena; Rodnyansky, Alexander; Zhuravskaya, Ekaterina (2013). "Persistent Antimarket Culture: A Legacy of the Pale of Settlement after the Holocaust". American Economic Journal: Economic Policy (bi îngilîzî). 5 (3): 189–226. doi:10.1257/pol.5.3.189. ISSN 1945-7731.
  201. "Jewish Population of Europe in 1933: Population Data by Country". Holocaust Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  202. Sherwood, Harriet (25 çiriya pêşîn 2020). "Europe's Jewish population has dropped 60% in last 50 years". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  203. 1 2 "Global religious landscape" (PDF).
  204. "Istanbul one of four anchor megacities of Europe: Research - Latest News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). 14 kanûna pêşîn 2015. Roja gihiştinê 2 tebax 2026.
  205. 1 2 "The World's Cities in 2016" (PDF).
  206. "Major Agglomerations of the World - Population Statistics and Maps". www.citypopulation.de. Roja gihiştinê 2 tebax 2026.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wîkîferheng Wîkîferheng: Ewropa – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir

Wikimedia-Atlas: Ewropa – Nexşên kevin û cografîk