Gotûbêj:Çavê mirov
Mijarekê lê zêde bikeXuyakirin
Şiroveya dawî: 15 kanûna paşîn ji aliyê Wikihez ve di mijara Sernav de
Ev rûpela gotûbêjê ji bo nîqaşên li ser pêşvexistina Çavê mirov e. Ev ne forumek e ku li ser mijara gotarê nîqaşên gelemper li dar bixin. |
Polîtîkayên gotaran
|
Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk) · JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê |
![]() | Ev ![]() Ev têkildarî van Wîkîprojeyan e: |
||||||||||
|
@Biyolojiyabikurdi û @MikaelF Gelo "Çavê mirovan" ne baştir e? Mirov ne rengdêr e. WikihezBalyozxane (gotûbêj) 08:38, 15 kanûna paşîn 2025 (UTC)
- @Wikihez çavê mirov, laşê mirov, jiyana mirov = çavê mirovî, laşê mirovî, jiyana mirovî. Li vir mirov ne rengdêr e, navdêra nêr e. Çavê Mehmûd = çavê Mehmûdî. Ez ne çewt bim, bi inglîzî çavê mirov, human eye; çavê mirovan, people's eye. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 10:04, 15 kanûna paşîn 2025 (UTC)
- @MikaelF Bi qasî ku min xwendiye kurdî di vî warî de ji îngilîzî cuda ye û meyildarî pirjimar e. Wextê tu dibêjî "çavê mirov", "çavê meriv" tenê behsa çavê kesekî dikî, lê wextê dibêjî "çavê mirovan", "çavê merivan" ev giştî ye û li vir minasibtir e. WikihezBalyozxane (gotûbêj) 11:12, 15 kanûna paşîn 2025 (UTC)
- Silav @Wikihez, bi ya min, çavê mirov (yekj.) û çavên mirov (pirj.) jî baş in. Mirov behsa cureyekî bi navê Homo sapiens dike, ne çavên yek, du, sê, çar... kesan. Gotûbêjeke berê heye li ser vê mijarê, lê ez niha peyda nakim. MikaelF (gotûbêj) 12:57, 15 kanûna paşîn 2025 (UTC)
- @MikaelF Bi qasî ku min xwendiye kurdî di vî warî de ji îngilîzî cuda ye û meyildarî pirjimar e. Wextê tu dibêjî "çavê mirov", "çavê meriv" tenê behsa çavê kesekî dikî, lê wextê dibêjî "çavê mirovan", "çavê merivan" ev giştî ye û li vir minasibtir e. WikihezBalyozxane (gotûbêj) 11:12, 15 kanûna paşîn 2025 (UTC)
- Silav @Wikihez Li ba min sernavê “çavê mirov” guncav e. Lê heke tu dibêjî ji aliyê rêzimanî de şaşiyek xeter e, em dikarin nav biguherînin. Lê divê hemû rûpel, wêne û kategorî werin guhertin.
Çavê mirov, dilê mirov, diranê mirov, zotika mirov, demaxê mirov, devê mirov, gewriya mirov, hestiyepeykerê mirov, zikê mirov, kiloxê mirov, pişika mirovî, çermê mirov, çûkê mirov, kelênên laşê mirov, endam û sîstemên mirov, anatomiya mirov, tiliya mirov û hwd jî divê werin guhertin. — Ev peyama bêîmze ya Biyolojiyabikurdi (gotûbêj • beşdarî) ye.
- @Biyolojiyabikurdi: Guhartina gotar, kategorî, şablonan hêsan e, wêne hinekî wext digire lê dîsa jî ne problem e. Lê eger hûn herdu bibêjin, "çavê mirov" baş e, ez ê dirêj nekim :/ WikihezBalyozxane (gotûbêj) 17:36, 15 kanûna paşîn 2025 (UTC)