Gotûbêj:Aûstriya

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ev nav li gorî Kurdî şaş e. 'Aûstriya' ne dikare were bilêvkirin, ne jî di nava vî navî de hevgirtinek heye. Eger rast e, û ev nav li gorî navê orjînal hatiye nivîsîn, wê demê navê orjînal li gorî nivîsa Kurdî 'Osterreich' e, navê bi Ingilîzî jî 'Austria' ye, navê fransewî 'Autrich' e. Xwedê zanê em dixwazin ji nivîsandina wê ya Ingilîzî navekî çêbikin. Wê demê jî yan weke orjînala Ingilîzî 'Austria' an jî li gorî xwendin û bilevkirina Kurdî 'Awusturya' divê were qebûlkirin. Pêşniyara min şêwazê li gorî bilêvkirina Kurdî ye.

Silêman --Silêmanê Torî 15:43, 18 rêbendan 2009 (UTC)


Dibe ku nivîsîna “aû” ewqas serkevtî nebe, wek tu dibêjî, kekê Silêman. Di çend peyvên biyanî de tê dîtin wek aûgît, aûl, faûna, saûna... û zimannas D. Îzolî di ferhenga xwe de welatên Maûrîtûs û Naûrû dinivîse (yanê “aû” mumkin e). Koka navê Aûstriya, Austriya, Awstriya latînî ye: “Austria” tê wateya rojhilat an ronahî bi latînî. Germanan jê re digotin Östarihi, dû re navê welatî bû Österreich. Xuya ye ku Awusturya ji peyva tirkî “Avusturya” çêbûye, bê guman ji zimanê îtalî ketiye zimanê tirkî... Ma kesên li bin kartêkirina zimanê tirkî nebûyî “Awusturya” dibêjin, an na? Di ferhengên kurdzanên Sovyeta berê de Awstrî, Awstriya û Avstriya hene; rojnameyên behdînî Ostriya dinivîsin û ber bi başûrê Kurdistanê ve Ustriya dibêjin. Li berhemên ku li Tirkiyeyê derketî ne Awistirya jî, ferhenga Zana Farqînî wisa dinivîse û di ferhenga D. Îzolî de Awistiriye xuya dike. Li kovara Roja Nû ya Dr. Kamiran Alî Bedirxan ji salên 1940-an Ewistirya jî tê dîtin.
Belkî ne pêwîst bû ku em vî navê nû biafrînin, lîsteya navên cudayî her dirêjtir bikin. Bi ya min giringtirîn tişt ew e ku Wîkîpediya yek ji van navan biçespîne; min jî Aûstriya, Austriya, Ostriya pêşniyaz kirine ji ber ku nêzîktir ji navê xwerû yê latînî ne. Kekê Bablekan Austriya pêşniyaz kiribû, kekê Silêman jî Awusturya. Xwezîka çend bikarhênerên din ên Wîkîpediya kurdî navê vî welatî bikariba pêşniyaz bikin! Ger Awstriya be, ew jî baş e... Awistriya, Awistirya... lê bila yek nav bibe!
Vê gavê, lîsteyeke navên dûgelan a Wîkîpediya heye, înîsiyatîveke rind a kekê Bablekan e û bi vî awayî Wîkîpediyayê hewl daye dest bi standardkirin an normalîzekirina navên welat û bajaran bike. Helbet tu jî dikarî pêşniyazên xwe bikî, tu ser çava, birêz Silêman.
Divê em li çend navên din jî binihêrin: Aûstralya, Maûrîs, Maûrîtanya, Naûrî, Niûe, Palaû... Ger Austriya be, bila em Australya, Mauritius, Mauritanya, Nauri, Niue, Palau jî binivîsin. Yan jî Ostriya, Ostralya, Morîs, Morîtanya, Nauri, Niue, Palau; yan Awstriya, Awstralya, Mawrîs, Mawrîtanya, Nauri, Niue, Palau, hwd... pişt re em dikarin li ûa, ûe jî bisekînin: Ekûador, Gûatemala, Nîkaragûa, Paragûay, Ûrûgûay û Vênêzûêla.
Di karên me (!) de serkevtin û qewet be! Silav-- MikaelF 10:08, 22 rêbendan 2009 (UTC)


Tu ya rastî dixwazî hemû navên behskirî, bi ya min dibin, tenê navê niha heye, bi serê min neket:) Pêşniyara min jî Awusturya ye. Lê hemû navên din li gorî bilêvkirina Kurdî ango ji bo Autrich 'Otrîş', ji bo Austria 'Ostriya'ji bo Osterreich 'Osterayx', heta ﻨﻣﺳﻰ 'Nemsa' jî dibe. Mesele ne koka gotinê çi ye, ne çi ye. Helbet ferhengnivîsîna Kurmancî ne xwediyê rabuhuriyeke kevin û dewlemend e. Dîsa jî ez bi giştî alîgir im, bilêvkirina Kurmancî esas were girtin. Ji ber ku 'Saûna' (ez bi xwe weke 'sawûna' bi lêv dikim') heye, ev nayê wê maneyê, em ê bilêvkirina zimanê xwe biguherin. Bilêvkirina 'Awistirya' jî xweş e, lê ya 'Avistirya' bi ya min nexweş e. Jixwe Kurd 'V' weke dengdareke girêdana dengdêran bi kar nayînin. Ji bo vî karî 'y' (piştî a, e, i, î, o, ê) û 'w' (piştî 'û' û 'u') hene. Kurt û Kurmancî mirov navê van welatên ji me re nenas in, biya min li gorî bilêvkirina xwe bikarbîne çêtir e. Jixwe welatên nas, nas in, weke 'Lehîstan', 'Swêd' (maneya wê nîne mirov vî navî bike Sued), Franse (ev navê beriya 30 40 salî ye, sedema wê nizanim lê îro bêhtir Fransa dibêjin, jixwe zimanê ku heta beriya bi 20 salan Fransewî bû bi carekê bû Fransî:) û hwd.

Li aliyê din te ferheng mînak nîşandan Mîkaelê heval, bi ya min eger lihevhatineke giştî pêk neyê, mirov ji nava şaşiyan ya herî maqûl tercîh bike baştir e, ango ya ku di ferhengan de hatî nivîsîn, Awistirya jî dibe, Awstiriya jî dibe. Helbet ditirsim dîsa rastî gotinên giran bêm, lê mirov ferhengên li dewleta Kurmanc (em li vir behsa navê kurmancî dikin) lê herî zêde hene (ango Tirkiye), tercîh bike wê maqûltir be. Ev Îzolî jî dibe, Farqînî jî dibe, hetta Torî jî dibe. Eger em bêjin ferhengeke li derveyî welatên Kurdistan dagirkirine, wê demê ferhenga Feryad Fazil Omar a li Elmanyayê çapbûyî, yan jî ya Michael Chyet a li Emerîkayê çapbûyî û hetta ya Baran Rizgar a li Londonê çapbûyî jî mirov dikare tercîh bike. Tercîh çi dibe bila bibe.

Dawiya dawî Aûstriya jî dikare bimîne. Helbet nakokiya çima di navbera 'i' û 'a'yê de 'y' heye û di navbera 'A' û 'Û'yê de 'w' nîne dimîne.

Malîava û xebat xweş --Silêmanê Torî 22:20, 22 rêbendan 2009 (UTC)

Spas ji bo bersivdayîna te, hevalê Silêman. Min destpêka gotarê hindik guhart... bes pirsgirêka aû-, au-, aw-, awi-, awu-... lê dimîne. Wîkîpediya, tu çi dibêjî? Silavên germ --MikaelF 12:54, 25 rêbendan 2009 (UTC)
Bi ya min jî heceta, hewcîya ku em navan ji nûva biafirinîn tune. Belê kurdî yek ji zimanên hînd û ewropî ye, fonetîkê xwe bi wan ve li hev tê, lêbelê wekî din lazim e ku mîrov rastiyê kurdî jî paş guhan neke. Kurdî li coxrafyeka ku bi tirkî ve lê xesma bi erebî ve danûstandin kirî tê axaftin. Ez nabêjime ku em proje û polîtîkayên asîmilasyonê qebûl bikin, serî li ber bitewinîn, lê ne lazim e ku em bi mebesta "pak" kirinên kurdî bandorê erebî û tirkî li kurdî derxin û berê xwe bi temamî bidin zimanên ewropayê jî. Îro gelek peyvên ji erebî, hinekê ji tirkî di kurdî de bişûn bûnî hene. Navên dewleta, navên hin tiştan bi tirkî ve mîna hev in. Lê ger em rabin û mîna kemalîstên tirk bibêjin em van peyvan derxin, van navan biguherîn wê çaxê van helwestên dê ne nav gelê kurd de bersivê bibîne, ne jî tu faydeyê xweyê li kurdî bibe. Wê gavê kurdiyê bibe çûgekî, teyrekî pirç û per lê rûtkirî. Navê orjînala xwe de çiqas bi "au" tê nivisîn jî, bilêvkirinê xwe bi piranî wek awû(i) tê kirin. "w" zatî bixwe sewteka nîv bideng e. Nêvbera denga "o" û "v" de tê bilêvkirin. Wê lomê bi ya min Awistirya û navên bi vî hawî divê ku wek bilêvkirinên xwe bên nivisîn.--88.224.135.242 16:32, 25 rêbendan 2009 (UTC)
Me girîngiya standardîzekirinê carekê din dît û dupat kir. Ti têkiliya Kurdî bi Erebî û Tirkî nîne, ruhê wan li hev nayên. Tu bi ziravî pesnê assîmîlasyonê didî, nabêjim bi zanabûn û qestî. Me ji bilêvkirinan yek bingeh girtiye û gelekan jî ji vê lîsteyê sûdwergirtine û digirin. Lîsteya me dê di gelek waran de were bikaranîn. Zimanekê wisa standart dibe. Tirkan devoka yan zaraveya Stenbolê wergirtin û îro êdî nabêjin "Dohtur bey qii beri bak". Bi kurtî em ne mecbûr in wekî ya dagirkeran bikin. Ew dixwazin Kurdî bikujin, bihelînin, ji holê rabikin. Tenê xwe ji van zimanan (Tirkî û erebî) dûrxistin dikare xêrê bîne. Yek jî hêj navên standart di nava Kurdan de gelek belav nebûye. Ji jor berî bi jêr e gelek tişt. Aûstriya baştir e, bi ya min bilêvkirinên din divê werin jêbirin, hewce nakin. Silav.. --Bablekan 17:33, 25 rêbendan 2009 (UTC)

Ji hevalê MikaelF re... Hevalê delal, ez dixwazim em carekê di meseleya dengsaziya Kurdî de hin tiştan zelal bikin. Weke mînak di Kurmancî de 'u' û 'û' li gorî 'u' û 'i'yê dûrî hev in. Ango 'u' ya Kurmancî weke 'i'yê nîv dengdêr dikarin werin hesibandin. Gelek Kurd ji deng tê dernaxin ka ew ê 'girîng' yan 'grîng', 'digire' yan jî 'digre' binivîse. Li aliyê din li gelek deveran 'tu' dibe 'ti', 'du' dibe 'di' Û hwd. Dema mirov bi vî awayî li mijarê binêre, mirov dikare tê derxe ku 'u' hema hema weke 'w'yê ye û 'i' jî hema hema weke 'y'yeke hindikî hatiye bilêvkirin e. Ji ber wê jî dema mirov dengekî nêzî 'u'yê ji bo girêdanê yan jî di dewsa wê de binivîse maqûltir xuya dike. 'Û' di KUrmancî de yek ji dengê herî xurt e. Ango dema mirov 'û' piştî dengdêreke din bikarbîne, yan mirov wê dengdêra berî wê asîmîle bike, yan mirov wê dengdarekê ji bo girêdanê bikarbîne, yan jî divê mirov weke di Erebî kesrayekê (navbereke di qirikê de) bikarbîne. Ango eger bi rastî ev deng nebe, mirov vî dengî bikarneîne, di warê fonetîkê de mirov wê gotinan hêsantir bike. JI bo wekheviya Tirkî û newekheviya Tirkî jî dikarim bêjim 'Û' nêzîkî 'u' ya Tirkî ye, lê 'u' dûrî 'u'ya Tirkî ye. Ez dikarim ji bo pirsgirêka 'aû-,' 'au-,' 'aw-,' 'awi-', 'awu-'... jî bêjim mirov li gorî welatan dikare hin biryaran bide. Ji ber ku ev tîp hemû bi zimanekî nînin. Gerçî wisa bi awaira pêşî mêyla min ji bo 'aw-' û 'awi' re çêbû. Lê weke mînak eger navê welat bi Fransewî, li gorî min baştire em ji bo 'au' bi Kurmancî 'o' binivîsînin, eger bi Ingilîzî be 'aw', yan jî 'awi' û eger bi zimanekî din be jî li gorî bilêvkirina wan. Mesela gelek welatên navê wan bi Spanyolî heye, mirov dikare wê li gorî bilêvkirina wan bikarbîne. Ez bawer dikim, pirsgirêkeke ewqasî mezin jî nîne.

Ji bo nîqaşa jor jî ez dikarim bêjim, divê mirov li eslê asîmîlasyonê binêre. Bişaftina gel û mirovan di mêjiyê wan de dibe. Eger mirov bişibihe hev, wê demê divê mirov zanibe ku êdî hêdî hêdî asîmîle dibe. Ango yekdestiyê kî li ser te ferz bike, û paşê tu jî rabî bi wî rengî bifikirî, tu fikrî asîmîle bûye. Ango divê danûstendina me bi hev re li ser esasê rêzgirtina ji fikrên heyî hemûyan re be. Weke mînak ez difikirim ku dabeşkirina zimanan li gorî malbatên zimanan ên mîna Indo-Ewrûpî vireke mezin e. Ji ber ku ez wisa difikirim, ez bawer dikim mafê ti kesî nîne min piçûk bibîne. Lê bi heman awayî kesê vêna weke rastiyekê qebûl dike jî nirxê fikra wî bi qasî ya min e û bi ti awayî mafê min nîne ez wî piçûk bixim û piçûk bibînim. Ji bo guftûgo û danûstandina fikrî ev şertê nebe nabe ye. Silavên dostanî û guhdarê xwe bin --Silêmanê Torî 21:49, 28 rêbendan 2009 (UTC)