Gotûbêj:Aydiyolocî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Koka bêjeyê "îde" ye, ne ku "ayd". Kivşe ye tu dixwazî tenê bi devoka Badînî binivîsînî û Kurmanciya rûniştî û fermî napejirînî. Heger ez bi devoka xwe ya nîv-Zaza binivîsînim, hûn hîç tiştekê jî fêhm nakin. Nabe, wekî ya tu dikî nîne. Heger em bi ya te bikin, tenê dikarin Badînî ji gotarên me fêhm bikin. Ziman gelek girîng e. Bi ziman zanistî tê kirin. Heger em koka bêjeyan xerabikin, zanistiya ku em bikin jî li ser bingehekê pûç dibe. Werin em wisa nekin. Bêjeyan wekî orjînalê binivîsînin, qet nebe koka wan rast binivîsînin, an jî orjînalê jî pê re binivîsînin. Tu kelîmeyê wekî bilêvkirina îngîlîzan ji me re dinivîsînî. Ma herkes mecbûr e îngîlîzî bizanibe? Yekê ku Fransî, Almanî yan Japonî bizanibe û were bilêvkirina wan binivîsîne, wê rexneya te çi be? --Bablekan 06:21, 31 rêbendan 2008 (UTC)