Gotûbêj:Derûnnasî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Psîkologî çêtir û rasttir e. Tenê Tirk wekî psîkolojî dinivîsînin û ji ber ku Karber Silêman wisa xwastibû me kir psîkolojî. Karber Silêman çendeyekê berê dixwast em bi tevayî bilêvkirinên Tirkan qebûl bikin (binêrin nîqaşên Aûstriya). Gelek mamoste û zana jî tevlî min in. Bo mînak vê nivîsa mamoste Mustefa Reşîd bixwînin: [1]

  • Psîkolog, Psîkologî be heger psikoloj, psîkolojî dibe? Çima di yekê de paşpirtika rast +log(î) tê girtin (psîko+log) lê di psîko+lojî de ya rast logê dikin +loj? Em çima nakokiyên Tirkî werdigirin? Em çima îllehîm wekî ya Tirkan dikin ku zimanê me ne di heman komê de ye jî?

Zimanê Tirkî sentetîk e, bi destan hatiye çêkirin (hûn jî dizanin). Ne tenê bêje çêkirine, paşpirtik jî îcad kirine (sel-sal, kisisel, kurumsal, gec-gac, oturgac hwd). Ew karê xwe dikin lê çima em bi wan re zimanê xwe diherimînin?

Vêgav li vir rexne dikim. Min serî de +logî nivîsîbû. Hez dikin em li vir bikin dengdanê yan jî ji zanayan bipirsin ka kîjan rasttir e? Lê bo xatirê kardeşokompleksê bi karakterê Kurdî nelîzin. --Bablekan 20:32, 5 reşemî 2009 (UTC)