Here naverokê

Gotûbêj:Ekuador

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Mijarekê lê zêde bike
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şiroveya dawî: berî 2 mehan ji aliyê Bikarhêner ve di mijara Rastnivîs de

Rastnivîs

[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno @MikaelF, @Ghybu, @Biyolojiyabikurdi, @Wikihez, @Bikarhêner , @Ferhengvan û @Penaber49 hûn çawa nin. Belkî hûn dizanin ku ji bo hin navên welatan bi kurdî gelek rastnivîs hene. Gelo welatê Ecuador bi kurdî çawa tê nivîsandin  ? Malpera ferhengkurdi.org ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê mesela navê welatê wek Ekwador dinivîs e.

://ferhengkurdi.org/tr/kelime/Ekwador-m Avestaboy (gotûbêj) 15:53, 28 çiriya paşîn 2025 (UTC)Bersiv bide

Silav,
Di rojnameya Kurmancî ya sala 1987, hejmara 1em de wekî “Ekwador” hatiye nivîsîn. Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 16:24, 28 çiriya paşîn 2025 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy, @Biyolojiyabikurdi, heke em Ekwador binivîsin, bila em Gwatemala, Nîkaragwa, Paragway, Ûrûgway û Venezwêla jî binivîsin, ne wilo? Ekwador, yan Êkwador? Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 18:41, 28 çiriya paşîn 2025 (UTC)Bersiv bide
Silav @MikaelF em li gorî çavkanîyan dixebitin. Malpera ferhengkurdi.org ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Paragûay dinivîs e. Mesela em bi kurdî jî Ewropa an jî Ewrûpa û ne Europa
dibêjin. Avestaboy (gotûbêj) 08:43, 29 çiriya paşîn 2025 (UTC)Bersiv bide
Silav @Avestaboy, li gorî çavkaniyên kurdî, navê vî welatî Ekwador, Egwedor, Ekvador û Êkvador e, lê berçav e ku pirraniya wan dibêjinê Ekwador. Spas. MikaelF (gotûbêj) 23:23, 29 çiriya paşîn 2025 (UTC)Bersiv bide
Qerardana li ser rastnivîsînê ne karê me ye. Divê em li gorî çavkanîyên mewcûd biçin, ger di çavkanîyan de peyda nebe, wê çaxê mirov kare li gorî metodên zimanên din biçe. Di Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê de wek "Ekwador" derbas dibe. Lewma divê bibe "Ekwador". -- Bikarhêner (gotûbêj) 11:02, 7 kanûna pêşîn 2025 (UTC)Bersiv bide