Gotûbêj:Firdewsî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bajarê Civanrû

Cevanrûd ya Civanrû,bajareḱe ser bi vilayeta Kirmanşahê û ketîye navbera bajarê Revanser û Pavê ḱu di rojavaya Kirmanşahê de ye xelḱê bajar bi tevavî kurdin û zarava van Cafîye û yeḱ ji zaravên soranî tê ĥesibandin ḱû geliḱ nêzî zarava Erdelanî ya Sine ye.musulmanin û li ser mezhebê şafiėîne.bazerganîya bajar girêdayî bi bazaroḱeḱê ye ḱu ketîye xîyavaneḱê de di rojhilata bajar,cinsê xaricî divê bazaroḱê de tên belavḱirin û ber vê hindê xelḱên bajarên dine Îranê serdana vê diḱin. kesb û karê xelḱê gundê derdora vê verzêrî û ajaldarîye,piranîya zevîzarê van dêmin û malatê van pez û bizin. rojên teėtîl de veḱî înê ku dinav velatên bisilman de teėtîla resmîye,gundîyên derdorê ji guzerana xve re pez serjê diḱin û dara diveḱin û difroşine rêvîng û kesên bi qesta seyranê têne vî velatî,her çend qedeman vêde dîmeneḱî ha tê dîtin,(kîloya goşt 5000 heta 6500 tûmenê Îranê tê firotin di sala 2008 goreḱî min dîtî)ev bajare li nav ċiya de hatiye avaḱirin û mal û xiyavanên vê berevxar û berevjorin û ketine nav dolan û singê giriḱan bi cireḱê ḱu şeher ĥemî bi careḱê nayê dîtin,devr û berên bajar bi tevavî daristan û cengeleḱî kesḱe tu dibêjî xêliyeḱî kesḱe ḱu ser serê ċiyayê bilinde Şaho dane.di navbera Civanrû û Pavê şiḱevta mezine Qorîqela bala ĥemî musafirê vê rêkê dikişîne.hijmara xelḱê vî bajarî derdora 50î ĥezar kesî tê texmînḱirin CD ya dêhxuda derbara ċiya û ċem û asevarên ḱevnare vî bajarî de dibêje ; ċiyayê vê menteqê bi vî avayîne silsile ċiyayê Şaho bilintirîn ċiyayê vilayeta Kirmanşahê bi bilindîya 3370 mêtran ji derya bilintire ketiye bakûra rojhilatê bajar.ċîyayê dûyê ji zincîr ċiyayê Şaho ḱu di rojavaya Şimşêr desṗêdibe û digîje ċemê Sîrvan, desṗêka vî ċiyayî bi Ateşgeh meşhûre,nîveḱa vê bi navê Gezn û davîya vê Zerdoyî navbange,Ateşgeh 2462,Gezn 2389,zerdoyî 2153 metre.zincîra sêyê ji Qelėegehê desṗêdibe û hêdîhêdî bilindatiya vê zêde dibe di navbera ċemê Merexîl ċemê Leyle cihê giheştina ċemê Leyle bi sîrvan didome û bilintirîn tûtiḱa vê Makûhan bi bilindîya 2615 mêtir dikeve bakûra gundê Kilaş ev ċîyaye ṗiştî Şaho bilintirîn ċiyayê vî bajarîye û eteḱên vê cengel û daristane û axira rojhilata vê Dirḱ û Bîzil tê binav ḱirin. zincîra çarê di başûrê de û muvazî digel ċemê Leyle, Hêsir(hêstir) û Serbend hatiye binav ḱirin.bilindîya Hêsirê 2171 mêtre.Etegê vî ċiyayî jî bi darê cengelîye belûtê hatine xemilîn.hat û çon bi sedema lêj bûna vê û daristaniya vê di vî ċiyayê de geliḱ zeĥmete.muhimtirîn ċemê vê Leyle û Merexîle û asevarên ḱevnare vê ḱela xirabeye Gebrîye ḱu ser tûtka ċiyayê gundê Revanzerdoyî ye.ḱela xirabe meşhûr bi pisge di bakûra rojhilata Şimşêr deye.ḱela xirabe Seyid Eĥmedbeg di rojhilata Mezîdî yê de û ser gireḱê ye.ḱela xirabe meşhûr bi Çengîzxan di bakûra ḱela Civanrû ser gireḱê ye,Kela xirabeye Qereqelėe di bakûra rojhilata gundê Qorî qelėe…,ḱela xirabeye Simbor di bakûra rojhilata gundê Mensûr Aqayî,şiḱevta Kavik Civanrû de cihên dîtina ėeleqmendên asevarên ḱevnarin.

Seyid Feysel Moctevî Sine 2008-05-13