Gotûbêj:Helbest

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Li ser têgeha helbestê[çavkaniyê biguhêre]

Silav, ez îro li agahiyekî wisa rast hatim:

Ji xwe "helbestvanên" me yên klasîk tu carî vê peyvê -helbestê- bi kar ne anîne. Her wiha di Hawarê de tenê di gotarên soranî de peyva helbest hatiye bi kar anîn, lê wekî îstisna, tenê di nivîsekî kurmancî de hatiye bi kar anîn lê ew jî jêgirtineke ye û navê wê nivîsê ye ku di kovara Gelawêj de hatiye weşandin a bi navê "Helbestî dildar". (bnr.: di nivîsa NEŞREYÊN KURDl GELAWÊJ de, SAL 9, HEJMAR 27, SÊŞEMB, 15 NÎSAN 1941 [ji çapa Nûdemê ya kitêba Hawar, rûpel 693.]) Niha hisab bikin ku Hawar dê û bavê "wêjeya" (a rast ew e ku: edebiyata) kurdî ye û tu carî ji bo şêr(~şi'r/şiîr/şihir) vê têgehê ne bi kar aniye ne jî pêşniyaz kiriye. Ev peyva "şêr" ji aliyê Qanatê Kurdo ve di Tarîxa Edebiyata Kurdî de tê bi kar anîn lê ne tena serê xwe, li cem helbest. Pênasa kitêba xwe wiha daniye: Şêrbêj û Helbestbêjên Soranî/Kurmanc. Bi devkê din, şêr û helbest di qada têgehî de ji hev du veqetandiye.

Ji ber avakirina kurdiyeke "resen", bakurî mîna soranan vê têgehê xistiye nav kurmancî lê ya qomîk ev e ku soran dev ji vê têgehê berdaye (bnr. şi'îra wîkî-soranî)û heman pirsgirêk, mixabin di têgeha "wêje"yê de jî heye. Jiju (gotûbêj) 18:07, 22 adar 2018 (UTC)[bersiv bide]