Gotûbêj:Komara Sovyet a Sosyalîst a Gurcistanê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Termên Kurdî nînin. Pirranî binavkirinên bi Tirkî hatine wergirtin. Pêdiviya sererastkirinê heye.. --Bablekan 19:41, 27 sermawez 2008 (UTC)

Birayê Bablekan li min bibore lê rexneyên te pir caran bê bingeh in. Çima binavkirinên tirkî ne. Tu yê bikarî mînakên konkrêt bidî. Gelo ma wîkpediya îngîlîzî û elmanî jî ji binavkirinên Tirkî wergirtine? ----Cyrus the virus 20:03, 27 sermawez 2008 (UTC)
Bav kalên me negotine Tranqafqasya, Lîtvanya, Moldovya, Gurcîstan.. Herwiha ristinek bi awayê Komara Gurcîstanê Sovyet ên Sosyalîst jî hîç ne bi Kurdî ye. Gurcistan û Sovyet bi hev ve nehatiye girêdan. Serî de di edebiyata devkî de çiyayê qaf û Qefqas derbasdibin, ne qafqasya. Gurcîstan na Gurcistan. Ên din jî lîsteya dûgelan a ku MîkaelF amadekiriye, binêre. Helbet ji rehetiya wergirtina zimanê Tirkî ye. Hin caran ne gelek caran em hemî jî kêmasiyên xwe dibînin û sererast dikin. Rexne jî ev e.

Te carê bo dîroka fermî ya Tirkan jî gotibû "Hema bila wisa be, ne şaş e" nivîsîbû. Ango derew, înkarkirina gelan, berevaniya genosîdan ne şaş in bi te. Em li vir ne ti siyasetan dikin lê dîroka fermî ya Tirkan ne ti nêrîn e. Krîmînalîte ye. Mafê herkesê heye ku faşîzmê û krîmînalîteyê di her derê de şermezar bike, pêşî lê bigire. Ev yek. A duyan jî, assîmîlasyon hin caran bir ziman û rêbazên nermanê jî dibin. (Smîlarîte, nêzîkirina zimanan, bi ruhê zimên-lîstin hwd). Wîkîpediyayên biyaniyan nabêjin Gurcistan jî yên din jî.. Îcar bawer dikim te fêhmkir ka çima ez ewçend hez ji rexneyên bê-bingeh dikim.. --Bablekan 23:08, 27 sermawez 2008 (UTC)