Gotûbêj:Komeleya Nivîskarên Kurd

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ez Arjen Arî,li xwe û we mikur tém:Bo damezrandina Buroya Kurd Pené li Amedé,weke kes min tu carî peywir negirtiye.Virr,derew,bébextî li miriyan dikare were kirin.Û ez héj sax im.Piştî damezrandina Pena li Amedé,bi péşniyaza Kak Hesen Qeya(Zinar)Sekretré Pena navendî Berréz Zohrab biryara hilbijartina min weke NÛneré Pena Navendî é Amedé bi enameyé ragihandiye min.Ev bÛyer di dema Serokatiya Kevneparlaman,Parézer Sedat Yurtdaş de rû daye.Ku wé demé ji réveberiya hingé Berrés Yurttaş û Stî Yildiz Çaqar jî li gorî protokola ku bi Pena Navendî re giré dabûn,nûnerén tabiî bûn.Ku em werin ser nîqaşa damezrandina Peneké/komeleyeké...bila kes xwe ne xapîne,virran li xwe neke:heta dema Civîna İzmîré di rojeva nivîskarén li herémé de ne Pen hebû,ne Ben hebû.Ku hewceyé eşkerekiriné be:berî û taybet piştî civîna li Sendiqeya Tes-îş'é rézdar Edîp Polat û Samî Tan -ji ber çi pédiviye bû hej jî ez nizanim-di bin re bin re ketibûn tékiliyeké bi Pena Li Elmanyayé re.Jixwe vé péwendiyé kir ku Pena Amedé tékevé réya tékçûné:Li héleké endamén ku saziyeke serbexwe dixwestin,li héla din péwendî û daxuyaniyén çapemeniyé yé berréz Polat.Divé ev baş bét zanîn,ku navé Pen'é bi zanîn hat hilbijartin ji héla her heft damezrénéran ve.Ku bîra biraderén me yén xoşewîst nexitimîbe,dé bi bîr bînin:di civîna Li Kîtap Diyarî de her heft kesan bi yek dengî navé Pen'é,û serokatiya E.Polat eré kirin.Di dilé ké û ne ké de serokatiya komelé bihuribé nebihurî be,nizanim,lé Arjen Arî bi xwe, xwe ji serokatiyé vekişand,ji ber karé xwe yé li Başûr.Û me,di wé civîné de bi yekdengî biryara parastin û xwedîléderketina li navé Pen'é wergirt,ji ber ku Pen,kurtkirina peyva Pénûs bû.

Ji destpéké heta dûmahîké, min komeleyeke serbexwe,bé layan,cemawarî parastiye,héj jî diparézim.Bîr û boçûnén reveberiya Pena Kurd a li derveyî welét ava,çi dibe bila bibe,mafdar in, ku saziya ku bi ré ve dibin,biparézin li wé xwedî derén.Lé belé,li vir dixwazim tiştekî destnîşan bikim:berjewendiya wéje û ziman û çanda kurd di ser her cure berjewendiyén şexsî girûbî/komî re divé bét girtin.Ev helwest jî di feraseta rélibernegirtina/astengnekirina avakirina saziyeke bi navé Kurd Pené ye li ser Axa Azad an li Bakûré Welét.Bi qasî rihé tirkitiyé xeter e li Bakûr,pejirandina rihé penaberiyé jî nexweşiyek e li derûné kurdén mişext de,ku pédiviya wé bi bijîşkiya civakî heye.Ez bawer dikim,dûr an néz,ew kesén ku bi salan e li xaka welét bi werekîyeke cegerdar-ku çeka wan hew pénûsa wan e-di qada wéje û ziman de bi berhem û helwesta û sekna xwe li ber xwe didin,dé karibin vé komeleya di desté kabrayan de rahtbûyî,rakin ser péyan,wé ji nû ve bikin pîrozgehek...

Nîqaşên PEN[çavkaniyê biguhêre]

Îro li Amedê ev pirsgirên nemaye. Navê PEN ji navê komeleyê hatiye derêxistin. Pirsgirêk nema lê gelo kîjan rêveber û endamên Navenda PEN a Kurd dikarin êdî li Kurdistana Bakur bi serbilindî bigerin. Ez bixwe naxwazim li vir binivîsim lê ji bo wan tiştên gelek nexweş têne gotin. Heta ji bo endamên ku bêdeng mane jî êdî tiştên nexweş têne gotin. Û dostaniya gelek nivîskaran êdî xera bûye.

Di encamê de giya nema pirsgirêk jî nema, lê camêrî jî nema. Herdu saziyên kurdan xwe di nav gel de jî bêrûmet kirin.

Xwendevanekî ji nêzîk ve

Rexneyên we bila di pîvanên fîlozofiya Wîkîpediyayê de bin û gotarên me baştir bikin. Hûn nizanin ma li Bakur ji bo Kurd û Kurdistanê tiştekê nayê hiştin û ya rastî Bakurî jî êdî naxwazin. Helbet saziyên wiha neteweyî hîç nayê xwastin. Navên şexsan dayîn ne li rê ye û siyaseta navxweyî jî êdî zikan têr nake. Herçendî hebûna hinekan li ser vî nanî be jî. Ronakbîrên ne zîrek û nikarin biafirînin, rewşenbîrên bê-hilberîn û teral.. Êdî cihê wan sergoya dîrokê ye. Ronakbîrên li ber derê hizban û xulamên ber derê axayan.. Kê miletê Kurd ji derî û dergehan hişt? --Bablekan 18:19, 9 gulan 2008 (UTC)[bersiv bide]