Gotûbêj:Kurdên Anatolyayê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Kurdên Anatolyê hat beralîkirin)

Eger wa be, gelo "Anadola Rojhilatê" dê bibe çi?![çavkaniyê biguhêre]

"Anadola Navîn" tê wê maneyê ku Anadolek dî jî heye ku li rojhilata yê "navîn" e. Ango, bi vê navkirinê hun ji Kurdistanê re dibêjin "Anadola Rojhilatî" (bi Tirkî, "Doğu Anadolu")û bê hemdê xwe, înkara welatê xwe dikin. Mixabin gellek Kurd vê çewtiya ku we kiriye, dikin û dema behsa wan Kurdan dikin, bo wan dibêjin "Kurdên Anadola Navîn", ku yekser wergera Tirkî ya "İç Anadolu Kürtleri" ye, ku ew bi xwe jî bi sîstema îdarî ya siyasî-coxrafî ya dewleta tirk re li hev e. Kurd, dema ji vê binavkirin ya Anadolê ya ku dewleta Tirk kiriye, xwe dûr bikin û wê herêmê tenê wekî "Anadolê" binav bikin, maneya xwe Kurd hem leystika Anatolîkirina Kurdistanêya dewleta Tirk betal dikin, hem jî nîşan didin ku bo wan, navend Kurdistan e, ango ew Kurdistanî ne, ji Kurdistanê li der û dora xwe dinêrin û tu pîvanên dî bo xwe qebûl nakin.

Çewtiyek dî jî ku hatiye kirin, ya rêzimanî ye: Kurd nabêjin "Anatoliya" û "Kurdên Anatoliyayê", nexêr! Kurd jê re dibêjin "Anadol" û "Kurdên Anadolê". Kurdî zimanek gelek pragmatîk e û tehemûla wê ji "komplîkasyonan" re tune ye. Wek nimûne, gundiyan, ku ji aliyê zimanê Kurdî de ji xwenda û bajariyan paktir in, ji PKKê re dibêjin "PeKe", çawa ku duh ji DDKDê re digotin "DeQe". Herwisa, ji ber vê sebebê ye ku Başûrî ji İbrahim Tatlıses re dibêjin "Brahîm Tatlîs" û Kurd ji İstanbulê re dibêjin Stembol, ango, gotinan dirêj nakin û yên ku li gor wan zêde dirêj in, kin dikin û zêdehiyan daduqutînin.Ev peyama bêîmze ya Delalo-s (gotûbêjbeşdarî) e.

Ji mine, nawe sayfê rast ni ne, çi kû Anatoliya Navin e lafek ji dewleta tirk. Hetta ku salê 1946 Anatolya, ji Sivas bu. Gotin, Kurden Anatolyayê bes û xwes e. Hun zanin ku li Adabazar û Bolu gundon kurd hi ne: [liwir] weki din; Yaylacık köy - Çatalca - li İstanbul 1928 K: Yaylacıkkürtler Kürt: Bursa (Orhaneli) Kürt: Denizli (Acipayam) Kürt Kazanci: Kocaeli (Adapazari) Kürt Köy: Kocaeli (Karamürsel) Kürtler: Manisa (Gördes) Kürtler: Eskisehir (Sivrihisar) Slaw û hurmeten Manaviko (gotûbêj) 22:49, 15 adar 2014 (UTC)[bersiv bide]

Li jor min gund û menên din ên cihwariya kurdên anatoliya navîn hiljimartin û yekûna wan gundan 382 cihê waran digire. Nivîskarê vê gotarê lê belê nivîsandiye û gotiye `nêzikê 300 gund`.Ev derbirina bi vî rengî çewt e. Kekê min yan bîrkariya te ne baş e,yan te zehmet nekir hiljimêrî.Ger em gundên Yozgat-Tokat-Amasyê 41, li Kayseriyê 23 jê der bixin dîsa 318 gund dimînin.Divêt hûn ji kerema xwe wê minhoyê verast bikin.Pêwîst e hûn bibêjin `nêzikê 400 gundî` an jî `di ser 300 gundî re`.Silav û rêz ,CellikanîEv peyama bêîmze ya 109.164.168.10 (gotûbêjbeşdarî) e.

Ji mine navê rast ni ne, çi ku: Eger ku dibêje Anatolîya Navîn ji Anatoliya Jôr he ye. E Nêha, nav tane yek bes e: Kurden Anatoliya û xallas. Sinorê Anatoliya: Bajarê Sivas. Ji li gundên Izmit, Kandira Kurden hin a, lê asîmile bun malesef, li Manisa wesa ye. Slaw û xurmet Manaviko (gotûbêj) 21:16, 17 avrêl 2014 (UTC)